Hemleya ji bo pêşîgirtina şîdeta nava malê

Alia Ewad li ser armancên hemleya Ekran Naparêze axivî û diyar kir ku ji ber bilindbûna rêjeya tundiyê ya dema karantînaya malê ku bi belavbûna nexweşiya koronayê dest pê kir, wan ev hemle daye destpêkirin.

KAROLÎN BİZÎ
Beyrûd – Di cîhaneke ku bi taybetî bi pêvajoya pandemiyê re ekran bûye çareseriya tekane ya mirov bi hev re dikevin nav têkiliyan, kesên ku tundiyê dikin, ev yek îhlal kirine û ekranê ji bo şîdetê bi kar anîne. Rêjeyeke mezin a şîdeta elektronîkî ku bandorê li ser keçên ciwan û hemû jinan dike hat tomarkirin. Ji ber vê zêdebûna hejmarê, rêxistina"FE- MALE" di Gulana 2020’an de kampanyayek da destpêkirin da ku li dijî vê diyardeyê şer bike.
Di hevpeyvîneke bi ajansa me re rêvebera cîbicîkar a kampanyaya FE- MALE Aliya Ewad dibêje ku di encama bilindbûna rêjeya tundiya elektronîk a li dijî jinan de di Gulana sala borî de hemleya “Ekran Naparêze” daye destpêkirin.
Karantînaya malê derfet da kesên ku tundiyê didin meşandin
Aliya Ewad dibêje ku sedema bilindbûna rêjeya tundiyê vedigere karantînaya malê ya ku di dema belavbûna nexweşiya koronayê de dest pê kir û wiha didomîne: “Me wê demê dît ku çareseriya tekane ya em bi cîhana derve re têkildar bin ekran bû. Vê yekê jî derfetek mezin da kesên ku tundiyê didin meşandin lewre wan kesan bi vê yekê jinan tengezar kirin. Jinên ku rastî şîdeta elektronîk hatin temenê wan di navbera 12-23’yan de bû, ji bo vê bi armanca parastina jin û keçên ciwan me hemleya Ekran Naparêze da destpêkirin.”
Aliya Ewad diyar dike ku armanca duyemîn a hemleyê ew e ku jinan hişyar bikin da ku bi riya malpera ewlehiya hundurîn giliyên xwe bînin ziman. Her wiha armanca sêyemîn a ku girîng e jî divê jin bizanibin ceza heye û dê sûcdar were cezakirin.
Divê ji bo giliyê malbat jî bi wan re biçin
Ewad dibêje ku ew niha naverokeke nû amade dikin da ku li ser medyaya civakî parve bikin û alîkariya malbatê di vê mijarê de dixwazin ji ber ku malbat bingeh in û dibêje; “Rêxistinê qet şopandina dozên şîdeta elektronîkî ranewestandiye, carna em bi keç an jinan re diçin Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Agahdariyê.”
Der barê nepenîtiya ragihandinê de, Aliya Ewad ev destnîşan dike; “Nepeniyeke ragihandinê heye lê ji her temenî digre nava xwe, ji ber ku keçeke di bin hujdeh saliyê de divê malbata wê pê re biçe Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Agahdariyê. Em ji keçên di bin temenê hejdeh salî de gilî û gazinan digrin, em hewl didin ku alîkariyê ji wan re bikin lê dema giliyê pêdivî bi hebûna dê û bavan heye û hin tedbîrên qanûnî hene em nikarin binpê bikin, ji ber ku bi vî rengî em ê li gorî qanûnê tevnegerin.”
Der barê îhtîmala hevkarîkirina bi navdaran re di qonaxa li pêş de ku dikarin li ser keçên ciwan bandor bikin, nemaze li ser biçûkan jî Aliya Ewad dibêje ku hemû amûr dikarin bibin alîkar ji kampanyaya "Ekran Naparêze” re û wiha didomîne; “Em dikarin tê de hevkar bin, di qonaxa yekem de dema ku me dest bi hemleyê kir, ji aliyê kesên xwedan bi bandor ve li ser malperên tora civakî me gelek piştgirî û alîkarî girt. Heta bibêjî me piştgirî ji hunermendên navdar Heyfa Wehbî û Îlîsa jî girt. Wan girîngî da vê mijarê û gotin pêwîst e ku parastina jin û keçan li ser malperên civakî were kirin.”
"Em ê di qonaxa pêş de girîngiyê bidin aliyê hiqûqî"
Aliya Ewad got; “Dibe ku em di qonaxa li pêş de girîngiyê bidin ser aliyên qanûnî da ku bibînin ka em çawa dikarin piştgiriyê bidin keçan û em ê bêguman di vî warî de bi navdaran re hevkar bin.”
Der barê hevkariya bi hêzên ewlehiyê re, Aliya destnîşan dike ku ew gelekî hevkar in û piştrast dike ku gava keç gilî dike, roja din yekser pêwendî pê re tê danîn, ev jî tê wê wateyê ku êdî em xeteriya vê rewşê dizanin.
Di dawiya axaftina xwe de Rêvebera Cîbicîkar a Kampanyaya FE- MALE Aliya Ewad, peyamek ji hemî keç û jinan re şand û tê de wiha got; “Dema ku hûn têkilî bi kesekî re daynin û di dawiyê de diyar bibe ku ew kes ne xwedan bawerî ye, nefikirin ku hûn şaş in. Ji ber vê yekê divê her keç an jin gilî bikin û netirsin. Divê ew her gav bifikirin ku ne tenê xwe xilas dikin keç û jinên din jî hene ku ji hêla heman kesan ve tên reşkirin û ji ber vê yekê heke ew gilî bikin, ew ê xwe jî kesên din jî xilas bikin.”