Heba Skaik bi riya navenda xwe banga edaleta civakî ji bo jinan dike
Heba Skaik diyar dike ku wê gelek lêkolîn li ser rastiya jinan pêk anîne û her wiha beşdarî hemû çalakiyên pêwendîdar bûye. Heya wê piştî çend salan biryar da ku navendê veke lewre wê girîngî dida aliyê çandî ji jin û keçan re, bi taybetî pêvajoya ku di karantînaya malê de bûn.
REFÎF ÎSLIM
Xeza- Di nav şert û mercên awarte de di navbera nexweşiya koronayê û êrîşa ku li dijî Xezayê çêbû, bi wê re bûyerên şîdeta li ser jinan jî zêde bûn. Heba Skaik biryar da ku di destpêka sala 2021’ê de navenda Meryem a çandî ava bike da ku girîngiyê bide jinên rastî şîdetê tên û nizanin berê xwe bidin kîjan deverê û çawa tev bigerin her wiha ji bo pêşxistina aliyê wane çandî.
Navenda çandî ya Meryem
Heba Skaik, rêvebera navenda çandî ya Meryem, dibêje ku ew di qonaxek zû de bi mijarên şîdeta li ser jinan re eleqedar bûye berî ku medyaya herêmî yan navneteweyî bala wê bikşîne, wê yekem çîrok li ser jineke ku rastî şîdetê di karê xwe de hatiye nivîsand û piştre ji rojnameyê xwest ku çîrokê belav bike û balê bikşîne ser dozên jinan ku tu kes li wan mêze nake.
Karantînayê hişt ku ew ji dibistan û zanîngehê qut bibin, jixwe navend girêdayî jin û malbatê ye ji ber ku ew bingeha avakirina civakê ne
Heba Skaik dibêje ku hişmendî, çanda hawirdorê, dadrêsî û daxwaza dadmendiya civakî ji bo jinan li gorî qanûnan rêzikên herî girîng in lewma hewl dide li ser bixebite û bi jinan bide naskirin, ji ber ku jin bingeha civakê û bi sekn û jiyana wan bingeha civakeke xurt tê avakirin. Ev bingeh jî xwedî sernavên gelek warên çandî û danişînên jinan bûn, wekî Qanûna Malbatê û CEDAW’ê.
Ji bo parastina civakê û mîrata çandê dixebitin
Heba Skaik dide zanîn ku pêla kuştinê ya li dijî jinan a li Xezayê zêde dibe û çalakiyên navenda çandî ya Meryem di vê der barê de roleke mezin lîst, wê gelek rûniştinên diyalogê bi dadgerî û navendên ku bi karûbarên jinan re eleqedar in re li dar xist da ku van bûyeran bixwîne û dubarekirina wan sînordar bike. Nemaze di bin şert û mercên awarte de mîna vîrûsa koronayê û êrîşa li ser Xezayê. Ev gav hemû ji bo parastina civakê û mîrata çandî, wek adet û kevneşopiyên baş ku yên din hewl didin wan xirab bikin.
Der barê kategoriya ku navenda Meryem a çandî xizmeta wê dike de, Heba Skaik diyar dike ku navend xizmetên xwe ji keçên 12 salî re pêşkêş dike ji ber ku ew nifş divê haya wan ji her tiştê derdora wan hebe ji dozên jinan bigre heya dozên dagirkeriya Îsraîlê, ji ber ku ew doz dê di pêşerojê de bandora xwe li ser berhema edebî bike her wiha dê şopeke cihêreng çêbike.
Kampa helbestvanên ciwan ên Qudisê
Heba Skaik, diyar kir ku navend bi çalakiya çandî ve mijûl bûye ji ber ku kêmasiyek di girîngdayîna bi wêje û behremendiyên ciwanan de hebû, ji ber vê xebat hat kirin ku kampa helbestvanan a Qudisê were damezrandin da ku cihek ji keçikan re peyda bibe ku behremendiyên xwe geş bikin. Ew çalakî bi fermî hatine qebûlkirin û kampê piştgirî da komîteya giştî ya ciwanan û werzîşê.
Li aliyê din rahêner û helbestvan Somaya Wadi diyar kir ku gelek keçên sozdar dixwazin helbestan binivîsin lê ew nizanin çawa dest pê bikin an jî divê kîjan rêzikan bişopînin da ku nivîsek yekbûyî organîze bikin. Ji ber vê yekê ev wargeh hatiye avakirin da ku van nîşanên bingehîn ên helbestê bide van keçan nemaze xwendekarên ciwan. Somaya Wadi destnîşan kir ku ew bi dîtina keçên ku dikarin ramanên xwe bi nivîsê bînin ziman û xwedî edebiyatek bedew in kêfxweş e lê ew hewce ne ku hin xalan sererast bikin da ku li ser asta Filistîn û herêmê bibin xwedî derfet.
Dixwaze di warê wêjeyî de xw bi pêş bixe
Afnan Lafi, xwendekara beşa bijişkî ya sala duyemîn e û yek ji wan kesan e ku li kampa helbestvanên ciwan a Qudisê qeyd bûye. Tevî ku hê temenê di tabloyê de hatiye destnîşankirin derbas nekiriye jî xwest beşdarî kampê bibe. Li serê vê dibêje ku ew beşdarî perwerdeyê bûye da ku fêrî sazkirina helbesta bi pîvan bibe, jêhatiya xwe ya wêjeyî bi pêş bixe û jinên ciwan ên xwedî behremendiyên edebî bibîne.