Doza Emîne Şenyaşar hat dîtin
Yekemîn danişîna doza Emîne Şenyaşar a ji ber axaftinên xwe yê di dema çalakiya Nobeta Edaletê derbarê wê de bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” lê hatiye vekirin, hate dîtin. Doz hate taloqkirin.
Navenda Nûçeyan – Emîn Şenyaşar a ku hevjînê wê û du lawên wê di êrişa endamên AKP’ê de li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de hatin qetilkirin, bi îdiaya “heqaret li serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kiriye” tê darizandin.
Yekemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Rihayê hat lidarxistin. Emîne Şenyaşar, parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û parêzerên malbatê beşdarî danişînê bûn.
Emîne Şenyaşar di danişînê de axivî û tawanbariya li ser xwe red kir û bi bîr xist ku zarokên wê hatine qetilkirin. Parêzerê Emîne Şenyaşar Alî Arslan jî parastina miwekîla xwe Emîne Şenyaşar kir û komkujiya li ser malbatê pêk hatiye bi bîr xist. Parêzer têkoşîna edaletê ya malbatê bi bîr xist û xwest miwekîla wî Emîne Şenyaşar were beraetkirin.
Şandeya dadgehê biryar da ku xisûsên kêm ên dosyeyê bên temamkirin û danişîn taloqî 19’ê adara 2025’an kir.