‘Divê di dozên qetilkirina jinan de zagon serwer be’
Şêwirmand û lêkolîner Pruşe Qelender der barê dozên qetilkirina jinan de axivî diyar kir ku ji bo kêmkirina bûyerên qetilkirina jinan divê civak were hişyarkirin, jin û mêr li hemberî zagonê wekhev bin û zagon serwer be.
NÎHAYET EHMED
Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê dozên qetilkirina jinan zêde bûne, gelek caran lêkolînên tewan û qetilkirinan dema bi awayekî zagonî tên kirin, ji bo sedem û şêwazê tewan were eşkerekirin, dosyayê didin dadgehê û ev doz bi awayekî zagonî tên vekirin. Ji ber ku eşirî serwer e, zagon ne serwer in, gelek caran qetilkirina jinan ku bi destên kesên yekem û duyem ên malbatê tên kirin doz naçe dadgehê û dema ku diçe dadgehê jî bêencam dimîne. Dema hinek dozên qetilkirina jinan diçe dadgehê tewanbar hewl didin bi riya partî û binemalên xwe yên bi hêz dozan bêdeng bikin û dema destwerdana zagonî lê tê kirin di berjewendiyê bikuj de bi encam dibe û bikuj bê ceza dimîne.
Prûşe Qelender Kesnezanî, der barê lêkolînên tewanan de master kiriye da zanîn ku di lêkolînkirina sedemên qetilkirinan de girîngî didin kesûkarên kesên hatine qetilkirin. û got: “Di van dozan de ger li pişt tewan delîlek mabe, eşkerekirina sedem û kujer asantir e, ji dozên ku tu tiştek li pey nemaye. Piştî qewimîna her tewanê, tîma lêkolîna polîsan diçe cihê bûyerê lêkolîn dike, piştre tîma lêkolînê belgeya tewan temam dike û amade dike. Li cihekî hemû belgeyan kom dikin radestî bizîjkê dadwer tê kirin.”
‘Li welat zagon ne serwer e’
Prûşe Qelender der barê lêkolîna di dozên qetilkirina jinan de heta kîjan astê parastinê lê dike de wiha got: “Di rastî de weke lêkolînera dadê destpêkê polîs dest bi pêngava yekem a lêkolînê dike. Di her bûyera qetilkirina jinan de ji bo lêkolînê ger kujer eşkere be, tê girtin û radestî dadgehê tê kirin. Divê dema sûcê ku tê kirin diyarkirina ceza de cudahiya zayendî neyê kirin. Li welatê me zagon ne serwer e û hukmê eşirtî li ser zagonê serwer e.”
Prûşe Qelender di berdewamiya axftina xwe de wiha got: “Li piranî welatan karê rojnamevanan gelek pîroz e, ew rojnamevan pisporiya wan di dadgehê de heye, pisporiya wan di gihandina tewanan de heye lê belê berovajî li Iraqê bi giştî karê rojnamevanan ne pispor e. Agahiya wan ji metirsiyan nîn e. Nûçeya qetilkirina jinek an jî dozek sade bi eşkere behs dike. Her dosyeyek diçe dadgehê mafê hemû kesê heye biçe dadgehê û dadgehê bibîne lê belê qonaxa lêkolînê ji derveyî aliyên girêdayî sedemê û derencamên sûc rê nadin tu aliyekî din.”
‘Qetilkirina jinan bi navê namûsê tê kirin’
Prûşe Qelender wiha behsa qetilkirina jinan û dozên wan kir: “Pirsgirêka qetilkirina jinan li welatê me, bi navê namûsê tê binavkirin, dema ku jinek tê qetilkirin destpêkê ne diyar e kê ev sûc kiriye, rasterast û bi lezgînî li ser ekranên televîzyonê dinivîsin ku jinek bi destên kesûkar û bi hinceta namûsê hatiye qetilkirin. Ev şêwazên ragihandina nûçeyan dibin sedema çêbûna bûyerên din. Nakokî di benda 409 a hejmara 111 a sala 1969’an a zagona cezayê Iraqê de ye ku behsa qetilkirina bi navê namûsê dike. Behsa wê yekê dike ger mêrek yan jî kesek yan jî kesê nêzîk jinekê bikuje li gorî benda di çarçoveya paqijkirina namûsê de ceza tê dayîn. Ev jî pirsgirêkan di nava civakê de çêdike lê belê tu hinceteke dadgehê nîn e ji bo dozên yekem ên jinan ku rê bidin xwişk an jî kesên jinan di çarçoveya namûsê de bikujin. Li vê derê dadgeh bi xwe lêkolîn dike ger kujer diyar be digre û ceza tê dayîn û lêkolîn tê kirin.”
‘Divê ji bo kêmkirina bûyerên qetilkirinê ceza werin girankirin’
Prûşe Qelender di dawiya axaftina xwe de der barê kêmkirina qetilkirina jinan de wiha got: “Ji bo kêmkirina qetilkirina jinan divê cezayên giran bên dayîn ji bo sûcdarên ku bi navê namûsê û civaka eşîrî jinan dikujin divê guherîn di madeya bingehîn a zagona cezakirinê de bê kirin û were pêkanîn. Ji bo qetilkirina jinan kêmtir bibe divê civak were hişyarkirin, jin û mêr li hemberî zagonê wekhev bin û zagon serwer be.”