Aktivîsta Tûnisê: Ji Tûnisê heta Rojava têkoşîn yek e
Aktivîsta Tûnisê Reca Dehmanî, piştgiriya xwe ya bi YPJ’ê re îlan kir û desteka xwe ya bi kampanyayên ji bo temînatên mafên jinan, parastina bedena wan diyar kir û got ku armanc ew e jin beşdarî jiyana pîşeyî û siyasî bibin.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Ezmûna Tûnisê ya di qadên mafê jinan de, li herêmê wek modelek pêşeng tê dîtin. Welat, bi serxist ku, tenê bi diruşmeyan ve sînordar nebe, xwe bispêre pêkanîna civakê ku çarçoveyek bingehê maf û hiqûqî de ava bikin.
Rêxistinên weke Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ku xwedî bingeheke dîrokî ne, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin û kampanyayan li dar dixin. Di bingeha xwe de ev yek dişibe ezmûnên cuda yên berxwedanê. Her çendî amûr û şert cuda bin jî ezmûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) weke parçeyeke hevpar a vê xetê tê nirxandin.
Jinên li Tûnisê, bicihbûna wekheviya tam, ji bo li dijî astengiyên siyasî û civakî yên li pêşiya mafên jinan, têkoşîna piştevaniya sivîl didomînin. Yekîneyên Parastina Jin jî piştevanî û azadiya qadê û pratîkan parastina hebûnê şênber dike.
Ev dilsoziya têkoşîna hestiyar, nîşan dide ku pirsgirêkên jinan hevbeş in. Şikandina zincîrên dûrxistin û avakirina civakên xwe dispêre wekheviya rast. Ji ber vê piştevanî sînoran derbas dike û êdî ne tercîhek e. Ji bo parastina destkeftiyan û domandina wê weke tiştek şert tê dîtin.
‘Jin gihîştine asta ku hebûna xwe bidin qebûlkirin’
Di çarçoveya tevegerên jinan ku bi dehan salan e bilind dibin de, seroka Komeleya Jinên Demokrast a Tûnisê û aktivîsta mafên mirovan Reca Dehmanî, diyar kir ku têkoşîna mafên jinan digre bin temînatê êdî tenê bi dirûşman sînordar nîn e, jin bê îstîsna gihîştine qonaxa ku di hemû qadên pîşeyî de hebûna xwe bidin qebûlkirin.
Reca Dehmanî îfade kir ku jin ketine hemû qadên ku berê weke yên mêran dihatin dîtin divê hikûmet û civak vê beşdariyê bê cudahî bigre bin temînatê û got: “Jin îro bê îstîsna di her qadê de dixebitin. Qadên weke parastin, karên hundir, xizmetên civakî, qada giştî û taybet de. Jin bixwazin di kîjan qadê de bixebitin, di xwegihandina qada hêza kar de ger cudakarî nebe wê ew qad ji wan re vekirî be.”
Reca Dehmanî diyar dike ku tenê bi pirsgirêkên xwecihî re sînordar nemane, piştgiriya xwe ya derveyî sînor û li herêmên Ereb û welatên cîran re didomîne, ragihand ku ew bi taybetî destekê dide kampanyayên ku hedef dikin mafên jinan berfireh bikin, bedena wan biparêzin jinan beşdarî jiyana siyasî û pîşeyî bikin ku jinên li Rojava dane meşandin.
Dûrxistina bi hinceta jinbûnê
Reca Dehmanî li dijî hewldanên dûrxistina jinan da zanîn ku nasnameya jinê ne astengî ye, berovajî çavkaniya hêzê ye û wiha got: “Em weke jin, tu carî napejirînin ku jin tenê ji ber jinbûna xwe werin dûrxistin an jî xistin û bikeve plana dawî. Tu pîşyeke ku jin nekin nîn e. Derîgirtina li pêşiya xeyalên jinan ne bi mantiq e.”
‘Dê piştevaniya jinan bidome’
Reca Dehmanî diyar kir ku heta hemû daxwazên li tevahî cîhanê û herêma Ereb pêk neyên dê piştgiriya xwe bidomîne û got ku hedefa wan ew e ku civakek ji cudabûnên sîstematîk paqij bikin.
Reca Dehmanî destnîşan kir ku piştevanî ne tenê nirxeke exlaqî ye pirsgirêkeke rêgezî ye û sparteka bingehîn a têkoşîna jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ye.
Reca Dehmanî da zanîn ku ‘fikarên hevpar’ berxwedana kolektîf a têkoşîna wekheviyê ya cuda neçarî ye û domandina têkoşînê girêdayî hêza çeperên jinan a parastina sînoran derbas dike û got: “Mafên mirovan ên jinan, tenê bi naskirina hev û bi saya piştevaniya di navbera tevgerên sivîl û qadê de dikare bikeve bin temînatê.”