Dîma Debûs: Tora Jinên Erebî ji bo dîtina yasayên cudakar ên dersînoran hewce ye

“Hevpeymana Hurra” hewldanek e ji bo avakirina hevgirtineke jinan a dersînoran, ku pirsgirêkên hevpar çareser dike û amûrên kolektîf ên bibandortir li dijî cudakarî, tundî û dûrxistina yasayî ya ku jin di herêmê de dijîn, bi pêş dixe.

ESMAA FETHÎ

Qahîre — Di demekê ku li herêmên Ereban qeyran li pêşberî jinan zêde dibin de, şerên mafnasî êdî di nav sînorên her welatekî bi serê xwe de asê nemane. Berovajî vê, gelek doz hevbeş bûne û dişibin hev. Ji yasayên rewşa kesane bigre, heya cudahiya di nav malbatê de û tundiya yasayî û civakî ya ku jin bi astên cuda jê dikşînin. Ev wekheviya di pirsgirêkan de pêdiviyeke mezin ava kir ku qadên jinan ên der sînoran bên avakirin, da ku bikaribin ezmûnan biguherînin, zextan hevpar bikin û li dijî paşveçûnên ku destkeftiyên jinan di zêdetirî welatekî Erebî de dikin xeterê, rawestin.

“Hevpeymana Hurra” mîna yek ji modelên jinên Ereb dertê pêş ku hewla avakirina xebateke herêmî ya hevpar dide. Ev xebat ji dozên jinan ên di herêma Erebî de dest pê dike û ji nû ve li ser mekanîzmayên hevgirtin û xebata kolektîf, dûrî sînorên coxrafî yên teng, difikire.

Ji bo ku em ji nêztir ve vê hevpeymanê, raman, xwezaya dozên hevpar ên di navbera jinên Ereb de, çawaniya bandora tora herêmî li ser asta navxweyî, astengiyên aloz ên li pêş xebata jinan a kolektîf û giringiya avakirina modelên herî beşdar û demokratîk di nav torên herêmî de nas bikin, me ev dosya amade kir.

Nûçegîhana me hevpeyvînek bi Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya di rêxistina “Wekhevî Niha” (Equality Now) de, Dîma Debûs re çêkir.

*Hûn ramana “Hevpeymana Hurre” çawa dibînin û çi bû sedem ku ev hejmar ji saziyên jinên Ereb bi hev re bixebitin?

Ez dibînim ku ramana “Hevpeymana Hurra” di bingeh de ji têgihîştina komek komeleyên jinan ên li cîhana Ereb dest pê kir. Ji ber ku em rûbirûyî pirsgirêkên hevpar dihatin. Her çend em behsa 22 welatên Erebî dikin jî, dîrokeke hevpar, çandeke hevpar û di gelek caran de çavkaniyeke olî ya yekbûyî heye ku bandorê li ser yasa û civakan jî dike.

Ji ber vê yekê, me dît ku dozên pir zelal hene ku jinan di herêma Erebî de tînin cem hev. Ji ber vê jî, xebata kolektîf li ser van mijaran derfetê dide ku em ji xebata takekesî zûtir û bihêztir bighên encaman.

Niha em nêzî 17 rêxistinên ku li ser 9 welatên Erebî (Misir, Lubnan, Filîstîn, Urdun, Iraq, Mexrîb, Cezayîr, Tûnis û Behreyn) hatine dabeşkirin in. Ev hemû sazî hatine cem hev ji ber ku bawer dikin tora herêmî êdî bûye pêdiviyek û ne luksek e.

*Hûn xwezaya pirsgirêkên hevpar ên ku jin li herêma Erebî pê re rûbirû ne, çawa dibînin?

Ger em wek mînak li yasayên malbatê li piraniya welatên Erebî binhêrin, em ê bibînin ku pirsgirêka bingehîn ji ramana “qewmiyetê” (serweriya mêr) bi xwe dest pê dike; ku mêr her wext di rêza yekem de tê dîtin û jin di rêza duyem de ye. Ev fikir bi tenê kilîta fêmkirina asta cudakariya di nav yasayên malbatê de ye.

Ji vir gelek qeyran şax didin; jin mafê xwedîkirina zarokan pir zûtir ji mêr winda dike, her çend ew xwedî şiyan be jî. Ger jin ji nû ve bizewice, dibe ku ji zarokên xwe bêpar bimîne. Lê dema ku mêr bizewice mafê xwedîkirina zarokan winda nake. Her wiha di rewşên hevberdanê an mirinê de, ti naskirineke rastî ji bo keda jinê ya di avakirina malbatê de nayê kirin, tevî ku wê bi salan bi xebat, xerckirin û piştgiriyê tê de beşdarî kiriye. Di dawiyê de, dibe ku ew tenê para mîrasa piralî ya kevneşopî wergire.

Heta ramana “mala îtaetê” tevî ku em di sedsala 21’emîn de ne jî, hîn jî di hin welatên Ereb de heye. Dibe ku jin di nav malbatê de hevalbendeke tam be, bixebite, hilberîne û ji aliyê aborî ve beşdar bibe, lê mafên wê yên yasayî di nav malbatê de pir kêmtirî mafên mêran dimîne.

Ji ber vê yekê “Hevpeymana Hurra” hat, ji ber ku em dibînin ev doz ji hev qut nînin, dibe ku pir dişibin hev. Em dikarin sûdê ji her pêşveçûneke ku li welatekî Ereb pêk tê, ji bo berjewendiya jinên welatên din wergirin. Wek mînak, dema Misrê ew xala ku destûr dida destdirêjkar (tecawezkar) ji cezayê rizgar bibe ger bi qurbanê re bizewice betal kir, me ev ezmûn li Lubnan, Urdun û Filîstînê bikar anî da ku em bêjin em jî welatên Erebî in û heman çarçoveya çandî ya me jî heye, ji ber vê yekê em dikarin heman şerî bikin û heman guhertinê çêkin.

*Hevgirtina der sînoran heta çi astê dikare bandorek rastî li ser pirsgirêkên navxweyî bike?

Di vê mijarê de ezmûnên me yên pir zelal hene. Wek mînak, dema ku li Iraqê piştî dagirkeriya Emrîkayê guhertinên girêdayî yasayên rewşa kesane ya olî derketin holê, axaftin li ser anîna yasayên ku destûrê didin pirzewaciyê bi awayekî berfirehtir, sînordarkirina mafên jinan di mîrasê de û vegera zewicandina zarokan hatin kirin.

Em li Lubnanê ligel yasayên rewşa kesane ya olî û ew cudakariya berbiçav a ku li dijî jinan hildiberînin, xwedî ezmûneke dirêj in. Ji ber vê yekê, me karî vê ezmûnê veguhêzin hevalbendên xwe yên li Iraqê. Me ligel Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) tora pêwendiyê ava kir û zexteke derve meşand da ku em bêjin tiştê diqewime paşveçûnek e ji destkeftiyên yasaya medenî ya Iraqê, ne ku pêşveçûn e.

Ev cureyê torê bi rastî alîkarî kir ku hin destkeftî bên parastin û rê li ber berfirehkirina hin xalên girêdayî pirzewaciyê û zewaca zarokan di nav dadgehên olî de girt. Li vir girîngiya xebata herêmî dertê pêş. Ji ber ku ezmûna li welatekî çêdibe, dikare bibe amûreke parastinê ji bo jinên welatekî din.

*Derbarê xebata herêmî de, zehmetiyên herî mezin ên ku hûn wekî hevpeymanyek jinên Ereb pê re rûbirû tên, çi ne?

Fikra ku civîneke jinên Ereb di nav welatekî Ereb de çêbibe mijarek pir zehmet, bi xwe qeyranek e ku rastiya herêmê nîşan dide.

Yek ji zehmetiyên herî mezin dîtina welatekî Ereb e ku bikaribe pêşwaziya hemû endamên hevpeymanê bike. Carna em neçar dimînin civînên xwe li Tirkiyeyê li dar bixin, ne ji ber ku ew bijardeya herî nêzîk e, ji ber ku ew welatê ku piraniya neteweyên Erebî dikarin vîzeya wê wergirin e.

Ger em welatekî diyar ê Ereb hilbijêrin, dibe ku tenê çar an pênc endam bikaribin beşdar bibin, dema ku yên din ji ber rênivîsên geştê û vîzeyan têne qedexekirin. Ev ji bo me rûbirûbûneke pir mezin e, ji ber ku em bawer dikin ku hevdîtinên rasterast û guhertina ezmûn û çîrokên serkeftinê bi awayekî salane pir girîng in.

*Her wiha qeyranên bi xebata kolektîf bi xwe ve girêdayî ne hene, mîna pêşbazî û dûrxistinê di nav hin toran de.  We bi vê pirsgirêkê re çawa reftar kir?

Hemû xebatkarên di qada femînîst de baş dizanin ku di nav civaka sivîl de rewşeke pêşbaziyê heye. Parçeyek ji vê pêşbaziyê tê fêmkirin, ji ber ku ew bi fînansekirinê ve girêdayî ye, nexasim ligel kêmbûna çavkaniyên piştgiriyê sal bi sal. Digel biryarên mîna sekinandina hin fînanseyên ‘USAID’, gelek komele ketin nav pêşbaziyeke mezintir li ser çavkaniyên sînordar.

Lê cureyekî din ê vê pêşbaziyê jî heye ku bi desteserkirina li ser serkeftinan ve girêdayî ye. Ango derbaskirina yasayekê an guhertina xaleke diyarkirî dibe ku bibe qada şer li ser “kî xwediyê vê destkeftiyê ye” û carna hûrguliyên kesane bi awayekî acizker dikeve nav xebata mafnasiyê.

Ji ber vê yekê me di nav Hevpeymaniya "Hurre" de hewla avakirina pergaleke cuda û asoyî (horizontal) da. Ti kes xwedî desthilatdarî yan serekatiyeke mezintir ji yên din nîne. Heta di nav komîteya serokatiyê de jî, dengê her endamekî wekî dengê endamên din e, bêyî guhdan bi şûnwar yan navê saziya wî/wê.

Serokatî ji bo me ne îmtiyazek e, belkî tenê berpirsyarî û xebateke zêde ye. Ji ber vê yekê şer li ser kursiyan nînin. Em bi hev re biryarê li ser dozên ku em li ser dixebitin, cihên ku em lê dicivin û pêşaniyên xwe wekî hevpeymanî didin. Vê pergala asoyî qadek ava kir ku tê de her kes hest bi beşdariya rastî dike û nayê piştguhkirin.

Dosyayên herî girîng ên ku rêxistina “Wekhevî Niha” (Equality Now) niha li Misrê li ser wan dixebite çi ne?

Em bi hêz li ser mijara sûcdarkirina (krîmînalîzekirina) zewaca zarokan dixebitin, lê em di heman demê de bawer dikin ku guhertina yasayan bi tenê têr nake. Dibe ku ceza bidin girgirtin an kiryar ji aliyê yasayî ve bê sûcdarkirin, lê ger hişmendiya civakî neyê guhertin, pirsgirêk dê berdewam bike. Ji ber vê yekê em hewla xebatê ligel komeleyên navxweyî didin, da ku bigihin herêmên dûr û piştguhkirî, ne tenê bajarên mezin. Ji ber ku em guhertinekê di raman û hişmendiyê de dixwazin, ne tenê guhertina nivîsên yasayî.

Her wiha em li ser dozên rewşa kesane ji perspektîfeke tora xaçerê, nexasim derbarê jinên xwedî pêwîstiyên taybet û ew dayîkên ku zarokên wan ên astengdar hene. Ji ber ku ev kes di gihîştina dadperweriyê û bidestxistina mafan a di nav malbatê de rûbirûyî zehmetiyên ducar dibin.

Em her wext hewla gihştina çînên herî zêde hatine piştguhkirin didin. Çi jinên li gundewarên dûr bin, çi jî jinên xwedî pêwîstiyên taybet bin; ji ber ku xebata mafnasî ya rastî divê bikaribe wan çînan bibîne yên ku bi giştî li derveyî gelên balkişandina kevneşopî dimînin.

Encam

Di nav deryaya rûbirûbûnên siyasî û civakî yên li pêş herêma Erebî de, ezmûnên femînîst ên der sînoran wekî hewldanekê ji bo ji nû ve avakirina têgihîştina hevgirtinê bixwe xuya dikin. Ne tenê mîna destekek manewî, her wiha wekî amûreke zextê, guhertina ezmûnan û parastina destkeftiyên yasayî û civakî yên jinan. Gelek dozên ku jinên Ereb rûbirûyî wan dibin, di kokên xwe de dişibin hev, her çend hûrguliyên wan di navbera welatan de cuda bin jî. Ev yek tora herêmî dike qadeke pêwîst ji bo pêşxistina amûrên bibandortir li dijî cudakarî, tundî û dûrxistina yasayan.

Axaftina Dr. Dîma Debûs eşkere dike ku xebata femînîst a herêmî ne tenê rûbirûyî şerên girêdayî yasa yan polîtîkayan dibe. Her wiha li rûyê aloziyên sînoran, qeyranên fînansekirinê û hevrikiyê di nav qada mafnasî bixwe de jî dixe. Tevî vê yekê, avakirina modelên herî asoyî û beşdar û hewldana gihîştina jinên herî zêde hatine piştguhkirin, mîna perçeyek bingehîn ji hewla afirandina tevgereke femînîst a Erebî dimîne ku bikaribe zêdetir berdewam bibe, bandorê bike û ezmûnên navxweyî yên belavbûyî veguhêze hêzeke kolektîf a dersînoran.