Dengên jinên Mexribê bang dikin ku "zarok ji mafê dayik û bavin....welîtiya li ser wan mafê me yê kolektîfe "
Li Mexribê tevî ku piştî hevberdanê zarok bi dayikên xwe re dimînin jî mafê welîtiyê bi tevahî ji dayikan re nayê dayîn. Jinên ku hevjînên xwe berdane tevî ku hemû berpirsyariya zarokên xwe digrin ser xwe jî bêyî destûra bavê zarok nikarin li bajar an jî welatekî din bijîn.
HENAN HARIT
Mexrib - Pirsgirêkan hişt ku Komeley00a Pêşbazî ya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûn û çalakvanên mafên jinan li Mexribê, kampanyayek neteweyî bidin destpêkirin ji bo nîqaşeke nû li ser daxwaza guhertina qanûna malbatê ya li ser mijara welîtiya zagonî û xwedîkirina zarokan da ku îmzeyan berhev bike, bi armanca ku daxwaznameyek amade bikin û pêşkêşî serokê parlamentoyê bikin.
Ajansa me bi Fatima El-Siweyrî ya 45 salî re ji bajarê Dar El-Elbeyda ye, hevdîtin kir û qala çîroka xwe ya piştî veqetîna ji hevjînê xwe û çawa hevjînê wê red kir ku destûrê bide keça wê da ku pê re biçe derveyî Mexribê kir û wiha got: "Piştî zewaca me ya du salan, me hev berda. Keça min niha dehsalî ye. Piştî hevberdanê min mafê xwedîkirina keça xwe bi dest xist. Lê piştî çend mehan, keça xalê min a ku li Îspanyayê dimîne, ji min re li Îspanyayê karek dît, dema ku min xwe amede dikir biçim Îspanyayê hevjînê min ê berê red kir, destûrê neda min ku keça xwe bi xwe re bibim Îspanyayê. Min hewl da ez wî îqna bikim lê wî ji min re got ku ger tu dixwazî dikarî biçî lê ez nahêlim ku tu keça min bi xwe re bibî ji ber ku ez dixwazim her dem wê bibînim. Ji ber vê yekê ez naçar mam neçim Îspanyayê û min dev ji wê derfeta kar berda.
Piştî hevberdanê jî ger zarok hebe ji bo çûyîna bajarek din destûra bav pêwîst e
Fatima di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; "Ez nizanim çawa welî ji bav re tê dayîn, di demeke ku dayik hemû berpirsiyariya zarokan digre ser xwe, zehmetiyan dikşîne û carna jî wekî karkerekî nava malê dixebite ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin."
Fatima diyar kir ku ev ne pirsgirêka yekem e ku bi hevjînê yê berê re rûbirû dimîne û wiha got: "Dema ku ez neçar bûm bi malbata xwe re biçim li bajarekî din bijîm û min dixwest ku keça xwe ji dibistanê veguhêzim, hevjînê min dereng ma heya ku destûr da min bikaribim wê ji dibistanê veguhêzim, ev yek bû sedem ku demsalek dibistanê ji destên keça min çû." Her wiha Fatima destnîşan dike ku ew nikare biryarên têkildarî keça xwe bide, ji ber ku ev biryar li gorî qanûnê tenê mafê mêran e.
Ji bo ku jinen Mexribê hemû welîtiya zarokan bi dest bixin, Komeleya Pêşbazî ya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûn û çalakvanên mafên jinan li Mexribê bi navgîniya medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin, ji bo guhertina qanûna malbatê ya li ser mijara welîtiya zagonî û xwedîkirina zarokan.
Divê hesabên kesane li ser mafên zarokan nebin mijara çareserkirinê
Seroka Komeleya Pêşbaziya Wekhevî û Hemwelatîbûnê, Buşra Ebdo ji ajansa me re wiha got: "Ji bo mezinkirina zarokan di dema zewacê de û piştî veqetînê divê şert û mercên guncav û jîngehek bi tendurist bên peydakirin. Divê hesabên kesane li ser hesabê zarokan neyên çareserkirin." Her wiha Fatima destnîşan kir ku kampanyaya ji hêla komeleya wê ve hatiye destpêkirin ji ber azarên jinan bi pirsgirêka welîtiya zagonî ya zarokan re ye, çi di dema zewacê de be çi jî piştî bûyera hevberdanê.
Elham.E ya 25 salî, ya ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, çîroka xwe bi awayê hêrs û dilşikestî bi me re parve kir û wiha got: "Zilam piştî hevberdanê cara duyem bê pirsgirêk dizewicin lê jinek berdayî ya ku mafê xwedîkina zarokên xwe bi dest xistiye, nikare cara duyem bizewice, ger bizewice jî dê mafê xwedîkirina zarokên wê jê werin girtin."
Zilam piştî hevberdanê dikarin bizewicin lê jin nikarin
Elham anî ziman ku berî zewacê du salan, têkiliyek evînê di navbera wê û hevjînê wê de hebû û wiha pê de çû: "Piştî du salan ji hezkirinê me biryara zewacê da, min digot qey ew biryarek rast e û ez ê bi wî re bi kêfxweşî bijîm lê piştî em zewicîn her tişt guherî. Wî her tişt, xwarina ku min çêdikir û awayê por û cilên min, rexne dikir. Ji ber vê yekê min ev rewş qebûl nekir û daxwaza hevberdanê kir û wî bi hêsanî qebûl kir lê wê demê min fam kir ku ez ducanî me. Her çend wî xwest em dev ji hevberdanê berdin jî min qebûl nekir. Piştî hevberdanê ez bi nêrîn û bertekên civakê re rû bi rû mam û min xwe amade dikir ji bo ku karibim bi tena xwe, zaroka xwe ya wê nû çêbibe, xwedî bikim."
Elham anî ziman ku niha kurê wê dusalî ye û wiha berdewam kir: "Zilamekî ku wî û hevjîna xwe hev berdabe dikare careke din bizewice lê jin xwedî wî mafê nîn e nikare careke din bizewice. Hevalekî min ê di kar de pêşniyar kir ku bi min re bizewice û got ku dê kurê min mîna kurê xwe bihesibîne lê ji ber ku ez ditirsiyam hevjînê min ê berê pê bihese û mafê xwedîkirina kurê min ji min were girtin, min pêşniyara hevalê xwe yê zewacê qebûl nekir."
Çalakvan Buşra Ebdo dawaza pejirandina tam û dadmendiya welîtiya dê û bav li ser zarokan dike da ku bi rengek ji bo zarokan bibe temînata jiyana wan.
Divê qanûnên têkildarî berpirsyariya dê û bav werin guhertin
Recaa El-Meitawî ya 35 salî ku wê û hevjînê xwe hev berdane diyar kir ku dema kurê wê qeza derbas kiriye, wê telefonê hevjînê xwe kiriye da ku peşek ji lêçûnên dermankirinê bide û wiha pê de çû: "Hevjînê min red kir ku peşek ji lêçûnên dermankirina kurê min bide û got ku pereyê wî tune ye û wiha domand: “ Kurê min qeza kir û min gazî bavê wî kir ku beşek ji lêçûnên dermankirinê bide û ez ê mayî jî digrim lê wî red kir. Ez neçar bûm ku bi tena xwe heqê dermankirina kurê xwe bidim. Nêrîna ku dayikê wekî xwediya roleke duyemîn di xwedîkirinê de dibîne dibe sedema van rewşan. Ez daxwaz dikim ku hemû qanûnên têkildarî berpirsyariya hevjînan werin guhertin."
Parêzera bi navê Zehîra Amomo di wê baweriyê de ye ku newekheviyek di navbera mafê bav û dayikê yê welîtiya zarokan de heye.
Piraniya dadgehên Mexribê di dozên ku bav li wir e welîtiyê wekî mafê dayikê nabînin, li gorî wan welîtî mafê bav ê mutleq e, ji ber vê yekê, welayet bav li ser zarokan pêdivî bi erêkirina wê heye ku zarokan tomar bike yan di dibistaneke nû de ji bilî dibistana ku ew dixwînin di
Di mijarên hevberdanê de mafê zarokan jî tê binpêkirin
dema bûyerên nelihevkirina di navbera her hevseran de yan jî di dema ku her du alî ji hev cuda bûbin. Di eynî demê de heman tişt ji bo rêwîtiya zarokan a derveyî welat jî derbasdar e. Ji bo ku zarok biçin derveyî welat destûra bav hewce dike, ev jî di bûyerên hevberdanê de, binpêkirina mafên zarokan e.
Komeleya Pêşbaziya Wekhevî û Welatîbûnê, niha îmzeyan berhev dike, ji bo ku daxwaznameyek ji serokê meclisa nûneran re bişîne û daxwaza dadweriyê bike û hin bendên qanûna malbatê biguherîne. Lewre komele wan bendan wekî domandina neheqî û cudakariya li dijî jinan dibîne.
Der barê mijara kampanyaya komkirina îmzeyan de Buşra Abdo diyar dike ku kampanya dê bidome. Heya piştî hilbijartinên teşrîyî û parlamentoyê, bi armanca berhevkirina hejmarek zêde ya îmzeyan ji bo daxwazname di hikûmeta nû de bibe xwedî hebûna mezintir.
Endamên kampanyayê û yên ku beşdarî rêxistinê bûne û kesên ku bi guhertina rewşa jinan a li Mexribê eleqedar bûn, hewl didin ku zextê bikin da ku hin bendên qanûnên malbatê biguherînin da ku êşa jinan û dayika bi rengekî ku edaletê pêk bîne ji bo hemû endamên malbatê û baştir berjewendiyên zarokan biparêze.