Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat dîtin

Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn hat dîtin û danişîn taloqî 11’ê Cotmehê hatkirin.

Amed - Nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna 3’yemîn a doza Hatîce li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin û derbarê Hatîce wê de heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 
Hatîce Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Parêzer Resûl xwest doz were betalkirin û biryara beraetê were dayîn. Şandeya dadgehê ji bo temamkirina naveroka dosyeyê danişîn taloqî 11’ê cotmehê kir.