Dayika Hêlîn Şen ji hemû wekîlan xwest xwedî li dosyaya keça wê derbikevin

Dayika Hêlîn Hasret Şen Nazmiye Şen a bertek nîşanî polîtîkaya bêcezatiyê da, bi gotina: “Dema yên ku zarokên me dikujîn polîs bin, hesab jî nayê pirsîn”, bang li hemû wekîlan kir û got: “Xwedî li dosyaya keça min derbikevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezatiyê hem di qetlîamên jinan de hem jî zarokan de xwe nîşan dide. Malbat li dijî vê polîtîkaya ku li herêmê gelek mînakên wê tên jiyîn bi bertek in. Danişîna duyemîn a doza Hêlîn Hasret Şen (12) ya di 12'ê Cotmeha 2015'an de di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê de ji aliyê polîs Abdullah Ercan ve hat qetilkirin dê di 5'ê Nîsanê de bê dîtin. Dayik Nazmiye Şen ji bo danişîna li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin banga edaletê kir. Dema ku danişîna ewil a di meha Sibatê de pêk hat, parastinên bersûcan bi îdianame û raporên pisporan re hev nedigirt, Nazmiye Şen a 7 sal in ji bo keça xwe ya hat qetilkirin li edaletê digere, ji bo doza ku bi salan e negihîje encamê, wiha got: “Dema yên ku dikin polîs bin, hesabê zarokên me yên hatine qetilkirin ji wan nayê pirsîn."

Parastina bersûc, îdianame û rapor li hev nayên!

Yekemîn danişîna darizandina ku par piştî destûra lêpirsînê ya ji aliyê walîtiyê ve hatibû dayîn ji nû ve dest pê kir, di Sibata borî de hat dîtin. Di danişîna hat dîtin de polîsê bersûc bi pergala deng û dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Bersûc di parastina xwe de îdia kir ku roja bûyerê pevçûn hatiye jiyîn û li cihê ku gule lê reşandine tu kesê nedîtiye. Polîsê bersûc di parastina xwe de got dema bûyerê ji bilî wî jî wesayîdên polîsan hebûne. Parêzerên dosyaya ku me der barê parastina hat kirin de bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku parastina bersûc, bi îdianameya ku hatiye amadekirin, raporên pispor û bi qeydên dîmenê re li hev nayên. Dema di qeydên dîmen û îdianameyê de hat diyarkirin ku di dema bûyerê de pevçûn çênebûye her wiha di nav agahiyên ku hatine bidestxistin de tê diyarkirin ku bersûc li cihê tevgerên mirovî lê hebûye gule reşandine.

"Em nikarin hesabê zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin jî bipirsin"

Tevî agahiyên ku di dosyayê de cih digrin jî daxwaza parêzeran a girtina polîsê bersûc hat redkirin. Dayik Nazmiye Şen ji bo danişîna di rojên pêş de bê dîtin banga xwe ya edaletê nû kir. Nazmiye Şen dozên Efe Tektekîn û Kemal Korkut ên ku bi bêcezatiyê bi encam bûn bi bîr xist û diyar kir ku di dosyayên ku kiryarên wan polîs bin, pêvajo bi vî rengî diqede. Nazmiye Şen, anî ziman ku heta polîtîkaya bêcezatiyê bidome dê qetilkirina zarokan bidome û wiha got: “Ciwan û zarokên me hemû tên qetilkirin lê ceza tune ye. Bi tu awayî ceza nadin kesek. Ev ne wijdan e, min ev jî derbas kir, ne edalet e. Edalet li ku ye? Ger keça min bi guleya kesek serserî hatibûya kuştin jî ew kiryar dê bi cezayê herî giran bihata darizandin. Lê dema ku kujer polîs bin, em nikarin hesabê zarokên xwe yên hatine qetilkirin bipirsin. Ez li vir bang li hemû rayedaran dikim her wiha bang li hemû wekîlên partiyan dikim bila xwedî dosyaya keça min derbikevin. Êdî bes e!"

'Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînim”

Nazmiye Şen diyar kir ku li welat bi navê edaletê tiştek nemaye û êşên ku 7 sal in dikşîne bi gotina "Ger keça min sax bûya dê niha 19 salî bûya" hestên xwe anî ziman. Nazmiye Şen banga xwe ya edaletê nû kir û wiha got: “Ger edalet pêk neyê jî bingeha hikmê ji wê lewheyê rabikin, ji ber ku bi navê edaletê tiştek tune ye. Ez wek dayikeke dilşewitî 7 sal in li edaletê digerim. Mafê kesî tune ye ku vê yekê bi min bide jiyîn. Ger sûcek hatibe kirin divê cezayê vê herî giran bê dayîn. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna edaletê ya ji bo keça xwe bidomînim.”

Çi qewimîbû?

Hêlîn Hesret Şen a 12 salî ku di dîroka 12’ê Cotmeha 2015’an de dema ku li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve berdewam dikir, ji bo bi dayika xwe re nan bikire çû firinê, bû hedefa guleyên ji wesayîda zirxî hatin avêtin û jiyana xwe ji dest da. Bedena Hêlîn Hasret Şen, piştî saetekê jî cihê bûyerê hat girtin û rakirin nexweşxaneyê. Tevî ku saetek bedena wê erdê mabû jî der barê bûyerê de, ji aliyê Walîtiya Amedê ve ew daxuyanî hat dayîn: "Ji aliyê endamên rêxistina terorê ve li dijî hezên dewletê êrîşek çêbû, di dema bûyerê de zarokeke 12 salî birîndar bû, tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da."

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê mirina Hêlîn Hasret Şen de tê meşandin, 3 sal piştî bûyerê temam bû, di 12'ê Kanûna 2018'an de der barê polîsê bersûc de bi sûcê “îhtîmal kuştina bi qesd” îdianame hat amadekirin. Lê belê îdianameya ku bi hinceta "Di madeyên sewqkirine de xeletî heye” hat îdikirin ku di dîroka 14'ê Cotmeha 2019'an de, vê carê jî bi sûcê "bi texsîrî kuştin” hat amadekirin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ku îdianame jê re hat şandin, bi hinceta “îhtîmala kuştina bi qesd” biryara bêpeywiriyê da. Piştî biryara bêpeywir, darizandina polîsê bersûc Abdullah E. bi sûcê “bi texsîrî kuştin” li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Di îfadeya xwe de sûcê xwe înkar kir

Polîsê bersûc ku tevli danişîna ewil nebû, di danişîna duyemîn a doza ku di 3'ê Adara 2020'an de hat dîtin bi pergala deng û dîtbarî (SEGBÎS) tevli bû, parastina xwe kir, îdia kir ku wî gule li Hêlîn Hasret Şen nereşandiye, roja bûyerê pevçûn derketiye, “li cihê ku tu sivîl lê tunebûn, bi awayekî bi kontrol sê guleyan li stûnên beton” reşandiye. Di danişîna dawî ya 24'ê Îlona 2020'an de parêzerê bersûc diyar kir ku der barê muwekîlê wî yê erkdarê kamûyê ye, bêyî destûra lêpirsînê bê dayîn, doz hatiye vekirin û daxwaza rawestandina darizandinê kir.

Dadgeha ku biryara rawestandina dozê da, ji Walîtiya Amedê destûra lêpirsînê xwest. 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku parêzerên beşdar bûn li dijî taloqkirina dozê nerazîbûn nîşan dan, diyar kir ku di biryarê de tu neguncawbûn nîn e. Walîtiya Amedê jî di 6’ê Nîsana 2021’ê de destûr da ku der barê polîsê bersûc de lêpirsîn bê vekirin. Bi vê biryarê darizandia polîsê bersûc ê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hejmara 2021/444’an ji cihê ku mabû berdewam kir.