Biriyara girtina Saeeda Al Alami dewam dike

Darezandina parêzvana mafê mirovan Saeeda Al Alami a li Mexribê girtiye dewam dike.

Navenda Nûçeyan – Darezandina aktîvîst û parêzvana mafê mirovan Saeeda Al Alami ya ji aliyê Asliye ya Dadgeha Ceza ya Mexribê ve dewam dike. Ji bo serbestberdana aktîvîstê parêzvanên mafê mirovan çalakî kirin. Despêkê ji bo lêpirsînê aktîvîst birin bajarê Kazablanka yê Mexribê paşê jî derxistin Dadgeha Sebaa yê di serî de ji ber “bêmafî li peyîwirdaran kiriye” û bi hinceta gelek sucên dinê kiriye biriyara girtina wê dan. Aktîvîsta 48 salî ji meha Adarê ve girtiye.

Komeleya Jinên Mexribê li Hember Binçavkirinên Siyasî li hemberî girtina Saeeda Al Alami nerazîbûn nîşanda û da zanîn ku ev yek bêmafiye. Komeleyê doza berdana aktivîstê kir û got: “Em dixwazin dawî li êrîşên ser azadiya ramanê û girtinên keyîfî bên.” Aktîvîstan li ber dadgehê wêneyê Saeeda Al Alami rakirin û daxwaza serbest berdana wê kirin.