Nûçeyên rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
Dadgehê, biryara xwe ya bihincet ya derbarê 8 rojnamegeran eşkere kir. Di biryarê de hat îdiakirin ku rojnamegeran bi nûçeyên xwe ‘binhişek’ ava kirine.
Enqere-Danişîna biryarê ya doza rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê di 29’ê Cotmeha 2023’yan de hatin girtin û di danişîna ewil a 16’ê Gulana 2023’yan de hatibûn berdan, di 3’yê Tîrmehê de hatibû lidarxistin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selman Guzelyuz, Bêrîvan Altan, Dîren Yurtsever, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Oznûr Deger. Dadgehê ji bo nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî, nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren û stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan jî biryara beraetê da. Dadgehê, biryara xwe ya bihincet eşkere kir. Di biryarê de hat îdiakirin ku rojnamegeran bi nûçeyên xwe binhişek ava kirine.
Dadgehê îfadeyên binakok ên şahidên din jinedîtî ve dît
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) biryara bihincet ji 82 rûpelan pêk tê û gotinên şahid Huseyîn Durudenîz a “Hem Ajansa Mezopotamyayê hem jî DÎHA, xebatên xwe li Tirkiyeyê dikin. Yanî ez nizanim bê ka bi temamî girêdayî rêxistinê ye yan na. Heke li Tirkiyeyê di nava pergala heyî de xebatên xwe bidomînin, wê demê çawa girêdayî rêxistinê dibe? Ji ber ku wê demê divê bi awayekî otamatîk bên girtin.” weke ku li dijî rojnamegeran be hat nirxandin. Dadgeha ku îfadeyên binakok ên şahidên din jinedîtî ve hat, li gorî rêgeza “Ji gumanê bersûc sûd digire” nexist meriyetê.
Rapora girtiyên nexweş wekî sûc hat nîşandan
Di biryara behsa xeberê de pereyên rojnamegeran ji hevdu re şandin, nûçeyên têkildarî tecrîdê yên di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatine amadekirin, parvekirinên li ser medyaya dijîtal, pirtûk û kovarên di dema serdegirtinên malan de hatin desteserkirin, raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên têkildarî girtiyên nexweş weke hêmayên sûc hatin nîşandan.
Îdiaye binhişeke
Di biryarê de ji bo xebatên pîşeyî ev îdiaye hate kirin: “Armanca wan ew e ku ji rêxistinê re kesên çekdar bişînin, motîvasyona sempatîzan û endamên rêxistinê xurt bikin, ji bo rewşa Abdullah Ocalan weke îllegal be nîşan bidin, ji bo binhişeke ku dewlet li dijî Kurdan muameleya xerab dike ava bikin, ji bo binhişeke ku weke TSK çekên kîmyewî bi kar tîne nîşan bidin.”
Dadgehê ji bo biryara beraetê ya 3 rojnamegeran jî got “Delîl tune ne.”