Civaka baviksalarî tundiya li ser jinan zêde dike

Her çend gelek saziyên hukmî û sivîl ala ronesansê ya jinan weke hevparên sereke û bingehîn di civakê de bilind kiribin jî ji ber nebûna rêgirek qanûnî ya ku wan diparêze rastî tundiyê tên û wan biçûk dixin.

NEXEM KARACA
Xeza- Rêveberê Projeyên Medyayî li Navenda Ragihandina Civakî Xiloud El-Sewalma dibêje ku tundiya nava malê li dijî jinan, her binpêkirin an destdirêjiya endamek malbatê li dijî jinan e ku dibe sedema zirarên derûnî û bedenî.
"Mêr binpêkirina mafên jinan wekî mafên xwe dibînin"
Xiloud El-Sewalma behsa sedemên rûbirûbûna jinan li hemberî şîdeta nava malê kir û wiha got: "Civaka baviksalar şîdeta li ser jinan zêde dike. Mêr şîdetê li ser jinan pêk tînin, ji ber ku ew mafê xwe dibîne ku mafên jinan binpê bike, ev jî vedigere wê çanda ku li ser hatiye mezinkirin û desthilatdariyê geş dike ew di malê de hakim e û gotinên wî pêk tên. 
Xiloud El-Sewalmeh diyar dike ku gelek sedem hene dihêle şîdeta nava malbatê zêde bibe her wiha şîdetê bi hinek sedeman ve girê dide, di nav de şert û mercên siyasî, aborî û civakî hene û wiha dibêje: "Xizaniya giran a ku malbat pê re rû birû dimînin dihêle ku mêr tundûtûjiyê li dijî jin, keç an xwişka xwe pêk bînin, bi hinceta ku ew mecbûr in tehemul bikin. Sedema herî mezin hînbûna mêr ji vexwarina madeyên hişbir û alkolê ye, ev yek tundûtûjiya li dijî jinan zêde dike bi taybetî dema ku ew nikaribe wê madeyê peyda bike, di dema ku pere pê re tunebe û li hember nikaribe li ber xwe bide dibe sedem ku şîdetê bi kar bîne."
Her wiha diyar kir ku piraniya dozên ji hêla sazî û komeleyên ku bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji jinên rastî şîdetê hatine wergirtin jin û keç in ku ji bo tolhildanê rastî tundiya nava malê hatine. Mînak; heke jinek ji hevjînê xwe veqete, keça wê ji aliyê bavê xwe ve rastî şîdetê tê û wiha got: "Herêm di gelek qeyranan re derbas dibe, di nav de krîza tenduristiyê û êrîşkar, encamên xwe hene, bi taybetî jî şîdeta li dijî jinan. Me gelek rapor di dema nexweşiya koronayê de girtin ji jinên ku ji hêla mêran ve rastî şîdeta nav malê hatine."
"Tundûtûjî dibe sedema xwekuştinê"
Her wiha Xiloud El-Sewalmeh bal kişand ku şîdeta li ser jinan bandoreke neyînî li ser tenduristiya derûnî û bedenî jî dike û wiha got: "Tundiya fizîkî ya li ser jinan bandorên neyînî dide çêkirin. Di hin rewşan de dibe sedema seqetiyên bedenî yên demdirêj û şikestina di can de. Dema ku jina işkencekirî li bedena xwe dinêre û bandora lêdanê dibîne, dikeve depresyonê û baweriya xwe bi xwe winda dike."
Der barê şîdeta derûnî ya ku bi muameleya xerab weke bêhurmetî û heqaret tê nîşandan ku moralê jinan xirab dike û di aliyê derûnî û fizîkî de wan diwestîne Xiloud El-Sewalmeh ev dide diyarkirin: "Gelek keçên ku rastî şîdetê tên, bi şêwazên wê yên curbecur serî li xwekuştinê didin lê komeleyên ku bi şopandina van dozan re mijûl bûne, dikaribûn pêşî li xwekuştina gelek keçan bigrin."
"Zewac hevkarî û qebûlkirina herdu aliyan e ne îstîsmara zayendî ye"
Xiloud El-Sewalmeh anî ziman ku pêkanîna têkiliyên zewacê bi jinan re bêyî rizaya jinan  dikeve lîsteya şîdeta zayendî û wiha got: "Divê em bawer bikin ku zewac hevkarî û qebûlkirina her du aliyan e û divê pêşî li diyardeya îstîsmara zayendî ya keç û jinên kêmendam were girtin."
Der barê pirsa, hişmendî û perwerdekirina jinan di warê mafên wan de, Xiloud El-Sewalmeh dibêje: "Berpirsyariya me wekî Navenda Ragihandina Civakî heye û ev berpirsyarî ne tenê ji me tê xwestin lê berpirsyariya hemû saziyên pêwendîdar e. Divê hemû kes bi me re jin û keçan hişyar bikin, ji bo bidestxistina mafên wan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan û zirarên ku jê digihîje wan, hişyar bikin. Bi awayekî pratîkî di Navenda Ragihandina Civakî de, em jin û keçên ku beşdarî atolyeyên hişyarkirinê dibin, bi wan didin naskirin. Ger yek ji wan rastî binpêkirin û destdirêjiyê were, ew ê biçin ku derê û em cihên ku divê biçin wir diyar dikin."
Ji bo hişmendî û hişyariya li dijî tundiyê broşûr hatin belavkirin
Xiloud El-Sewalmeh di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Bi gelemperî em broşûrên danasînê li ser tundûtûjiyê û mafên jinan belav dikin û ew hejmar û navnîşanên komek saziyan hene ku xizmetguzariyên berfireh pêşkêşî mexdûran û rizgarbûyên tundûtûjiyê dikin û wiha domand: "Xebatên navendê bi vê yekê re sînordar neman gelek atolyeyên hişyarkirinê li dar xistin. Ji bo ku jin li hemberî şîdetê li ber xwe bidin û xwe bi awayekî rast û saxlem biparêzin divê medya alîgir û piştgirê doza wan be. Ji ber vê yekê em pirsgirêkên jinan bi kampanyayên kş ser medyaya civakî diweşînin û di televzîyonê de balê dikşînin ser şîdeta nava malê." 
Navenda Ragihandina Civakî li ser malpera xwe çîrok û raporên li ser tundiya li ser jinan diweşîne. Navend kar li ser perwerdekirina komek çalakvanên mafên medyayê dike û wan wek rêberên ku bikarin têgihîştina civakê biguherînin bi kar tîne û bi vî awayî sefîrên ku alaya bidawîkirina tundiya li ser jinan hildigirin, didin avakirin.
Xoloud El-Sewalmeh di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û komeleyên têkildarî pirsgirêkên jinan kir ku xebatên xwe xurtir bikin û zêdetir piştgirî û xizmetên cur be cur ji hemû jinan re pêşkêş bikin û bal kişand ser pêwîstiya xebat, daxwaz û zextên li ser hikûmetê, ji bo derxistina Qanûna Parastina Malbatê.