Tundiya dîjîtal belav dibe: Divê kampanyayên hişyariyê bê pêşxistin
Feminîstên Misirê dest nîşan kir ku lezbûna gilîkirina sucên şantaja elektronîk jinên ciwan teşwîq dike zêdetir gilî bikin û divê zagona parastina wan jinên ciwan hebe ku sucdaran ceza bike.
ASMAA FATHI
Qahîre – Tundiya dîjîtal bi karanîna berfireh a medyaya dîjîtal re diyartir bûye. Li seranserê cîhanê herî zêde jin û zarokên keç rastî tundiya dîjîtal tên. Armanca tundiya dîjîtal ku kiryar "Mêr e” gelek caran gef xwarin, bêdengkirin, heqaret û şermezarkirina jin û zarokên keç e.
Tundiya dîjîtal neçar tê hiştin ku bêveşartin
Aktîvîsta mafên mirovan Tarnem Atef anî ziman ku ew ditirsin ku behsa tundiya dijîtal a ku jin û zarokên keç rastî tên bikin û got: "Di rewşeke wiha de, bifikra ku dê civaj wan red bike, neçar dimînin tiştên ku hatine serê wan veşêrin.”
‘Wekî hawîrdoreke ewle tê dîtin’
Tarnem Atef da zanîn ku di van demên dawî de di gelek sazî û komên sivîl de li ser tundiya dîjîtal hişyarî heye û diyar kir ku ji ber gelek mînakên tundiya dîjîtal ezmûnek derketiye holê û li ser çawaniya serxistina tundiya dîjîtal nîqaş tên meşandin. Tarnem Atef bal kişand ku hay jê hebûna malbatan jî ya tundiya dijîtal tune ye û wiha got:
“Em dikarin şêwaza jiyanê, avahiya malbatê, modela perwerdehiya çewt di nava sedeman de bihesibînin. Bi jinên ciwan re tenê li ser zewaca tê axaftin û ji ber ku axaftin bi gelemperî di vê warî de veguherê qadêkî hemû kes bala xwe dide. Piştî ji bo bernameyên televîzyonê û medyaya dîjîtal meraq destpê dike. Di cîhana serhel de hevaltî kirin, bi hevalê heval re hevaltîkirin û li wir wekî hawîrdorek ewle hîs bike.”
'Bi yekitiya jinan re bi ser ketin'
Tarnem Atef dest nîşan kir ku bi taybet gelek keçan ji ber tundiya dijîtal jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku tenê bi parvekirina serpêhatiyan hevgirtina jinan çêbûye û gelek ji wan jî bi vî awayî rizgarbûne. Tarnem Atef der barê serpêhatiya xwe ya kesane de jî diyar kir ku hewl dide ji cîhana dîjîtal dûr bisekine, lewra dema kar dike fêrî girtina kameraya kompîturê bûye û gelek caran jî hişyarî ji telefona xwe ya desta bikartîne. Tarnem Atef der barê tundiya dijîtal de van mînakan da:
“Dema ku ez bi têlefona xwe re mijûl dibûm, ji serpêhatiyên jinên ciwan ên li derdora xwe gelek tişt fêr bûm. Mînak hevalek min heye ku hevalê wê ya zanîngehê wêneyên wê yên şexsî bi dest xist û gef li wan xwar ku ger bi wî re hevdîtin neke dê parve bike. Çû gel wî kesî û piştî ku bi rojan fikirî biryar da ku mijar ji bavê xwe re vê vebêje. Bavê wê jî piştgirî da keça xwe û li kêleka wê sekinî.”
'Bi wêneyan re şantaja elektronîkî belav bû’
Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Komeleya Pêşxistina Jinê û endama Însiyatîfa "Be Aman" Naglaa Abdul Maqsûd, diyar kir ku di van demên dawî de bi taybetî jî girêdayî wêneyên taybet ên li ser telefonên şexsî şantajên elektronîkî pir zêde bûne. Naglaa Abdul Maqsûd anî ziman ku ji bo zarokên keç neçarî çalakiyên neqanûnî bikin, telefonên wan tê hacker kirin û wiha got:
“Hevaleke min rastî bûyera şantajê hat û tiştên hat serê wê ji polîsan re vegot. Piştî şantahê demek dirêj, şantajker dîsa gef li hevala min xwar û got ku ez ê nûçeyên derew belavî malbat û derdora keçê bikim. Piştre fêrbû ya ku vê yekê dike hevjinê wê ye û gel malbata xwe û got ezê ji hevjinê xwe qut bibim, lê malbata wê rewşa hevjê berdanê red kir. Hevala min jî tekçûnek jiya. Nêzîkatiyên wek mohrkirina mexdûrê ya ji aliyê civakê ve û mafdar derxistina kiryar tê pêşkeş kirin. Civak bi awayekî cuda li jinên hevberdayî dinêre, lewma jin neçar dimînin ku hevjinê wan bipirsgirek bin jî bi wan re bijîn.”
'Divê qanûnek bibandor bê pêşxistin’
Naglaa Abdel Maqsud bal kişand ku hin jin di doza Tik Tok a ku platformeke medyaya dîjîtal e de hatine mehkûmkirin û wiha got: “Piraniya jinan bi niyeta baş derbasî cîhana înternetê dibin, lê bêyî agahiya wan tên xapandin. Ji aliyê qanûnî ve jî rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Di pêvajoya şantajê ya elektronîk de çareseriya yekem ew e ku pêşî li dûbarebûna heman tawanan bê girtin û qanûneke rêgirtinê ku kesên tawanan dikin ceza bike bê pêxistin.”
Naglaa Abdel Maqsud da zanîn ku di der barê nehiştina şîdeta dîjîtal de divê çalakiyên hişyarkirina keçan bên destpêkirin û ev pêşniyar kir: “Gelek keçan ji bo têkbirina kiryar û çawaniya parastina xwe tiştekî nizanin. Ji aliyê din ve ji bo kesên ku rastî şantajên dîjîtal tên raporkirina wê pir girîng e û divê ev yek bê teşwîqkirin. Malbat divê bi keçên xwe re qala şantajên elektronîk bikin, cihekî ewle ji wan re peyda bikin û ger were jiyîn divê doz were vekirin.”