Cezayê disiplînê dan du jinên siyasetmendar

Bi hinceta “dirûşme bilind kirine” cezayê disiplînê dan Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Sîbel Akdenîz ên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin.

Navenda Nûçeyan - Hat hînbûn ku cezayê disîplînê li Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a tundî lê hat kirin û Sîbel Akdenîz a ku di çarçoveya qirkirina siyasî ya Kobanê de girtiye hatiye birîn. Sebahatê di hevdtina ku 9'ê Tebaxê bi parêzerê xwe re kiribû de diyar kiribû ku tundî li wan hatiye kirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve derbarê Sebahat Tuncel û Sîbel de bi hinceta "dirûşm berz kirin û sirûd xwendine" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de piştî ku îfadeya herdu siyasetmedaran hat girtin li Sebahat Tuncel "mehek cezayê nikrane bi kesên bên serdana wê re hevdîtinê bike" û li Sîbel Akdenîz jî cezayê "Mehekê nikare bi kesî re têkiliyê dayne û  amurên ragihandinê bi kar bîne" hat birîn.
“Ev rêbazek ê bikaranîna mafê xwe ye”
 Sebahata Tuncel a ku li hemberî cezayê hat birîn îfade da Lijneya Disîplînê, diyar kir ku di çarçoveya hiqûqê de kes dikarin nêrîn û fikrên xwe azad bînin ziman û mafên wan ê çalakî û rêxistinkirinê di bin ewlehiyê de ye. Sebahat Tuncel got ku dirûşma ji bo ku pirsgirêkên li girtîgehê tên jiyîn bikevin rojevê û bên çareserkirin berz kiriye ne sûc e û berdewam kir: "Ev bikaranîna mafê xwe ye. Di girtîgehê de mayîna min nayê wateya ku ez ê maf û azadiya xwe bi kar neynim."
“Dirûşme serî rakirina li hemberî neheqiyê ye”
Sîbel Akdenîz jî di parastina xwe de wiha got: " Tu kes ji xwe ber dirûşman berz nake. Dirûşim bêdengnemayîna li heberî neheqiyê ye. Li dijî pêkanînên girtîgehê ku min qebûl nekir di çarçoveya bikaranîna azadiya xwe de min dirûşm berz kir û min bi vê rêbazê xwe anî ziman. Di girtîgehê de be jî mafê her kesiye ku bi awayê azad xwe bînin ziman."
Biryara ceza ji Sebahat û Sîbel ê re di 24'ê Tebaxê de hatiye ragihandin. Hat diyarkirin ku herdu jinên siyasetmendar li dijî cezayê li wan hatiye birîn îtîraz kirine.