‘Beşdariya jinan a siyasî mafek xwezayî û rêyek bingehîn a ber bi dadê ve ye’
Parêzer Qemer Şalgîn diyar kir beşdarbûna rêxistinên jinan a li civîna Sekreterê Giştî yê NY’ê, ji bo jinên li Suweydayê derfetek e ku dengê xwe bilind bikin, binpêkirinan belge bikin û mafên jinan ên beşdariya siyasî, edalet û berpirsiyariyê ronî bikin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Beşdarbûna rêxistinên jinên Sûriyeyê ya li civîna Sekreterê Giştî yê NY’ê, berî mehekê pêk hat. Ev civîn, di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo belgekirina binpêkirinên ku jin di dema bûyerên li Suweydayê di Tîrmeha 2025’an de lê rast hatine de, hat lidarxistin. Girîngiya vê beşdarbûnê di berfirehkirina xebata mafên mirovan û jinan de ye. Ev jî bi belgekirina binpêkirinan dest pê dike. Belge û şahidiyan berhev dike û dighîje asta herî bilind a gihandina dengê bandrobûyan a ji bo saziyên navneteweyî. Di civînê de, daxwaza parastina wan û hesabpirsîna ji kesên sûc kirine, hat kirin.
Di vê çarçoveyê de, parêzer Qemer Şalgîn piştrast kir ku hebûna rêxistinek jinan ji Suweydayê ya di civînê de, gavek girîng e. Qemer got ku ji bo gihandina dengê jinan û civaka Durzî ya li herêmê, ji bo ragihandina rastiya binpêkirinên ku jinan di dema kampanyaya tunekirinê de jiyane, bi awayekî ku dûrî marjînalîzekirin û îstismara siyasî ya mijara mafên mirovan, girîng e.
‘Beşdarbûna jinan a li jiyana sivîl û siyasî mafek xwezayî ye’
Qemer Şalgîn destnîşan kir ku beşdarbûna rêxistinên jinan a li civînê, ne gaveke serbixwe bûye û wiha domand: “Encama hewldanên berdewam ên ji bo belgekirin û rapor dayîna binpêkirinên ku ji dema hilweşîna rejîmê ve qewimîne ye. Beşdarbûna jinan di jiyana sivîl û siyasî de mafek xwezayî ye ku ji hêla peymanên navneteweyî û biryarên NY ve, bi taybetî xala 25’an a Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî û biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ya li ser Jinan, Aştî û Ewlehiyê ve hatiye pejirandin e. Wergirtina raporên ku binpêkirin û dûrketina jinan belge dikin, pêwîstî bi hevdîtinek bi Sekreterê Giştî yê NY re heye. Ji bo ku li ser rastiya jiyana jinan û lihevhatina wan a bi erkên navneteweyî re nîqaş bikin û tekez bikin ku pêwîstiya hebûna rast a jinan di jiyana sivîl û siyasî, pergala dadweriyê û pêvajoyên biryardanê de heye.”
‘Hebûna nûnerek ji herêmê pir girîng e’
Qemer Şalgîn da zanîn ku nûnerên rêxistinên cûrbecûr ku di nav de yek ji Suweydayê jî heye, beşdarî civînê bûne û ev agahî dan: “Hebûna nûnerek ji herêmê, pir girîng e. Ji ber kesek ku bi xwe binpêkirin, komkujî û kampanyayên tunekirinê jiyaye, dikare peyamê ji her kesî rasttir veguhezîne. Jin û rêxistinên ku bi xwe tiştên ku li Suweydayê di Tîrmeha 2025’an de qewimîne û hûrgiliyên bûyeran eşkere bikin û şahidiyên bandorbûyan ji rêxistinên navneteweyî re vebêjin. Veguheztina van rastiyan ji kesên ku wan jiyane, ji çavkaniyên dûrî bûyeran cuda ye.”
Beşdariya li jiyana sivîl û siyasî
Qemer Şalgîn anî ziman ku xala 25’an a Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî, mafê beşdarbûnê di karûbarên giştî de piştrast dike. Qemer got ku biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê çarçoveyek navneteweyî peyda dike ku balê dikşîne ser rola jinan a di mijarên aştî û ewlehiyê de û pêwîstiya entegrekirina jinan a di biryardan û stratejiyên têkildarî edalet û aştiyê de. Qemer wiha domand: “Girîngiya civînê di ji nû ve piştrastkirina van prensîban de bi taybetî piştî derketina holê ya raporên li ser dûrxistin an temsîla sembolîk a jinan de ye. Ev yek lêkolîna rastiya rewşa jinan û astên wan ên temsîlê yên rast pêwîst dike. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku karê belgekirinê ji aliyê kesên ji Suweydayê ve bi hevkariya rêxistinên derve û civaka Durzî li deverên cuda yên cîhanê tê kirin. Kar balê dikişîne ser belgekirina sûcan, bi leztirîn dem û li gorî pîvanên yasayî yên navneteweyî.”
Belgekirin... Gava yekem a ber bi parastinê ve
Qemer Şalgîn tekez dike ku belgekirina delîlan bi serê xwe ne armancek e, gava yekem a di lêgerîna parastinê de ye û wiha dibêje: “Bêyî delîl û belgekirina sûcan ne mimkûn e ku ji bo qurbaniyan parastin bê xwestin.” Qemer Şalgîn balê dikişîne ser hebûna komîteyek belgekirinê ya taybet ku bi taybet ji bo Suweydayê hatiye damezrandin. Qemer destnîşan kir ku ev komîte binpêkirinên li dijî jinan, di nav de tundiya zayendî, revandin û cûrbecûr cûrên din ên sûcan, qebûl dike û wiha got: “Qanûna navneteweyî sivîlan û bi taybetî jinan, di rewşên şer de diparêze. Îspatkirin û belgekirina sûcan ji bo ku ji nîqaşkirina binpêkirinan, ber bi daxwaza parastin û hesabdayînê ve biçe pêwîstî ye.”
Rapora komîsyona lêpirsînê û piştrastkirina sûcên şer
Qemer Şalgîn ragihand ku rapora Komîsyona lêpirsînê ya li ser bûyerên Suweydayê, hebûna binpêkirinên li dijî jinan ku di nav de tundiya zayendî û revandin jî hene, piştrast dike. Qemer got “Rapor piştrast dike ku ev binpêkirin dikevin kategoriya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.”
Qemer Şalgîn bi matmayî diyar dike ku tevî belge û delîlên berbiçav ên ku piştrast dikin ku ev sûc qewimîne, hin kes hîn jî wan înkar dikin û wiha got: “Tiştê ku li Suweydayê qewimî nikare bi sûcên kesî an bûyerên îzolekirî bê sînordarkirin. Berovajî wê, şêweyek berdewam a sûc û binpêkirinan temsîl dike. Di nav wan de jî gelek binpêkirinên ku di nav kêmtirî 72 saetan de di dema kampanyaya tunekirinê de hatine tomarkirin, hene.”
Qemer Şalgîn diyar kir ku gava din pêwîstî bi nîqaşên berdewam bi Konseya Mafên Mirovan re heye û ev tişt got: “Belgekirin û îspatkirina binpêkirinan a bi hejmar û pîvanên berbiçav, ger di asta navneteweyî de cidî bê girtin, dikare bibe sedema şandina dozên Konseya Ewlekariyê an dadgehên navneteweyî. Bi vî rengî rê li ber edaleta ji bo binpêkirinên herî giran ên ku bandor bûne, vedike.”
‘Çalakiya jinan a berdewam pir girîng e’
Qemer Şalgîn piştrast dike ku rêxistina ku beşdarî civînê bûye ji destpêka wê ve mijarê dişopîne, ji rêxistinên navneteweyî re name dinivîse û binpêkirinên cûrbecûr belge dike. Qemer da zanîn ku ev hewldan wek gava yekem e ku rê li ber hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NY’ê re vekiriye û wiha got: “NY ji hewldanên rêxistinan û civaka sivîl serbixwe kar nake. Parêzvanî û çalakvaniya jinan a berdewam, ji bo bidestxistina encamên berbiçav girîng in. Mafên jinan ne tenê bi hindikahiyek an herêmek taybet ve sînordar in. Ew bandorê li jinên di hemû civakan de dikin. Bi taybet ji ber ku jin di nav komên ku di dema pevçûnan de herî zêde rastî tundiyê tên de cih digrin.”
Şahidiyên kesên rizgarbûyî û parastina daneyan
Derbarê şahidiyên belgekirî yên jinên ku di dema kampanyaya qirkirinê de rastî tecawizê hatine de, Qemer Şalgîn dibêje ku wê ezmûna her bandorbûyekê belge kiriye û pêvajoya yasayî û prosedurên têkildar bi hûrgilî rave kiriye. Qemer li ser vê mijarê ev agahî dan: “Bandorbûyî bi parastinê têne peydakirin. Di nav de veşartina daneyan hene. Ji bo ku pêşî li her xetereyek li ser agahdariya kesên ku belgeyan çêdikin an bandoriyan bi xwe bigirin û parastina nepeniya daneyan bên parastin.”
Derbarê valahiyên yasayî de, Qemer Şalgîn da zanîn ku yasaya Sûriyeyê paşve çûye. Qemer got ku daxwaza heyî bi giranî li ser bicîhanîna yasayên heyî yên ku dikarin jinan biparêzin disekine û wiha dom kir: “Hîn jî di qanûna Sûriyê de ti bendek yasayî ya eşkere tune ye ku tacîzê sûcdar bike. Ji ber zêdebûna bûyerên bi vî rengî yên dawî, divê cezayên ji bo sûcên li dijî jinan bên zêdekirin û ji bo pêşîgirtina sûcên pêşerojê divê cezayên zêdetir bên sepandin.”
‘Başbûna jinan, başbûna temamî ya civakê temsîl dike’
Qemer Şalgîn di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman û wiha got: “Hêvîdar im em bighîjin qonaxek ku mafên jinan bibe pêşekî, tundiya li dijî jinan bê derbaskirin û bernameyek başbûnê ya rast ku tevahiya civakê digire nav xwe û bi taybetî li ser jinan disekine, amade bibe. Başbûna jinan, başbûna temamî ya civakê temsîl dike.”