Bedela pêyva 'Heval' 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ye

Ji bo Meryem Soylu ya 81 salî ku di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER’ê de dihat darizandin, rojên borî ji ber sûcê ‘endama rêxistina terorê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê malbatên xizmên xwe winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan a Amedê (MEBYA-DER)’ê hat vekirin de, ji bo Meryem Soylu ya 81 salî bi îdiaya ‘endama rêxistina terorê ye’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Li gel ragihandina biryara bi hincet a cezaya hatiye dayîn, beşdarbûna meşa 25’ê Mijarê ya Roja Têkojîna Li Dijî Tûndiyê ya Meryem Soylu, pirtûkên di komaleyê de hatiye dîtin, gotarên ku ew daye ajansan û azayên ku ew beşdar bûye weke ‘sûc’ hatin hesibandin.  

3 meh girtî ma

Danişîna dawî ya doza Meryem Soylu ya ku di Adara 2021’an de hat girtin û pişti 3 meh şûnde hat berdan, meha borî hat dîtin. Di danişîna ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, ji Meryem Soylu re bi nîşandana delîlên şênber ya 2 îfadeyên şahidên veşartî û pirtûkên di komeleyê de hat dîtin re 6 meh û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Gotina wê ya 'Heval' hinceta endamtiyê hat kirin!

Biryara bi hincet a cezayê hat dayîn jî rojen borî hat amadekirin. Di biryara ku îfadeyên şahidên veşarî cih digre de, îfadeyên Meryem Soylu yên di dema pêvajoya MEBYA-DER'ê de ji ajansan re dabû û daxuyaniyên ku beşdar bûbû jî cih girt. Di biryarê de ji bilî beşdarbûna wê ya merasîma cenazeyan û sersaxiyên kesên jiyana xwe ji dest dane, di axaftinên wê yên bi endamên komeleyê re bi telefonê peyva ‘Heval’ bikar anîbû jî, ji “endamtiya rêxistinê” re wek delîl hat nîşandan.