Aslihan Bulut: Girtiyên nexweş ji bo mirinê li girtîgehan tên ragirtin

Parêzer Aslihan Bulut, têkildarî dest dayîna jiyana girtiyên nexweş ên di girtîgehê de axivî û mirinên ku tên jiyîn wekî cînayet nirxand. Aslihan Bulut anî ziman ku pêvajoya weke rêze mafan tê meşandin bi binpêkirina mafê jiyanê veguheriye sûcekî navneteweyî û got ku divê ev sûc bi dawî bibe.

MEDİNE MAMEDOGLU 
Amed – Dema ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan zêde dibin, tenê di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ku ji ber hincetên cuda nayên berdan û bi taybetî bi pêvajoya pandemî re gihandina mafê wan a tenduristiyê hîn zêdetir tê astengkirin, bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) bi mirinê re tên hiştin. Hate hînbûn ku Halîl Guneş û Abdulrezzak Şuyur ên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane, tevî ku cezayê wan ketiye di bin salekê de jî nekarîne ji mafê serbest berdanê bi kontrol sûd werbigirin, hate diyarkirin ku ragirtina 2 girtiyên nexweş bêyî dermanên wan bê dayin tenê di hucreyên yek kesî de bû sedema mirinê.
"Mirinên ku li girtîgehan tên jiyîn cînayet in" 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Aslihan Bulut bal kişand ser vê yekê ku pêvajo bi polîtîkaya bêcezakirinê ya ku bi îhmalkariyê tê meşandin, mirina girtiyên siyasî weke cînayetê şîrove kir. Aslihan Bulut a ku dibêje polîtîkayên li ser girtiyan tên meşandin mînaka herî berbiçav a vê yekê ye, diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan mafê jiyanê yê girtiyan jî destê wan  girtine.
“Tevî ku mafê wan hebû jî nehatin tehliye kirin” 
Aslihan Bulut balkişand ku Halîl Guneş û Abdulrezzak Şuyur ên 29 sal in di girtîgehê de ne, tevî ku cezayê wan ketiye kêmî salekê jî nehatine berdan, diyar kir ku ji ber ew girtiyên siyasî ne ji astengiyê re sedem hat nîşan dan. Aslihan Bulut bi gotina "Ger her du girtî jî hatiban tehliye kirin, dibe ku ev mirin pêk nehatiban" kar anî û bal kişand ser wê yekê ku ev mafê ji bo girtiyên edlî tên bikar anîn, ji girtiyên siyasî re nayê bi kar anîn. 
“Binpêkirina maf û îhmalkarî dibe sedema mirinan” 
Aslihan Bulut diyar kir ku girtiyên piştî ketin girtîgehê nexweş ketine, ji ber îhmalkariya di vê pêvajoyê de hatine kirin, nexweşina wan girantir bûye. Aslihan Bulut minaka vê îhmakariyê nexweşê penceşêrê Halîl Guneş nîşan da û wiha got: “Bi taybetî pirsgirêkên ku Halîl Guneş piştî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Ewlekariyê ya Hejmar 2 kirin hat jiyîn û dermanên wî nehatin dayîn pirsgirêkek mezin e. Li ser vê pirsgirêkê gelek caran bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin hat kirin. Di vê derbarê de daxwazname pêşkêşî Wezareta Dadê hatin kirin, lê tevî vê yekê jî gihandina dermanên wan her tim bi derengî ket. Ji ber vê yekê nexweşina wî girantir bû û encam jî weke her kesî dît pêkhat.”
“Dewlet hewl dide girtiyên nexweş bikuje”
Aslihan Bulut a ku got, "Mirina girtiyê ku li girtîgehê ji dermankirinê bêpar maye, cînayet e" diyar kir ku dewlet bi destên xwe ev cînayet afirandiye. Aslihan Bulut wiha axivî: “Em dikarin mînaka vê ya herî berbiçav Abdulrezzak Şuyur bidin. 6 meh berê di girtîgehê de, ji Abdulrezzak Şuyur ê teşhîse nexweşiya pençeşêrê hat danîn. Piştî ku ev teşhîs hat danîn, piştî 3 mehan randevûyeke din a nexweşxaneyê hatiye dayîn. Ji bo girtiyê ku teşhîsa nexweşiya pençeşêrê hatiye dayîn, 3 meh dibe sedem ku nexweşî zêdetir pêş bikeve.  Ev rewş îspat e ku dewlet hewl dide wî girtiyê bikuje.”
“Binpêkirina mafê jiyanê bi cînayetê encam dibe”
Aslihan Bulut a ku da zanîn di şexsê Halîl Guneş de hem pêşîgirtina dermankirinê hem jî ne dayîna derman nîşan dide ku dewlet girtiyên nexweş bi armanca kuştina wan di girtîgehê de dihêle, wiha axivî: Ev tiştên ku tên kirin beriya binpêkirina mafan sûcek e. Ev sûc hem di qanûnên neteweyî hem jî di qanûnên navneteweyî de dikeve sûcê îşkenceyê. Beriya her tiştî, sedema mirinê ku em bi sûcên îhmalkirina erkê û binpêkirina peywirê re behs dikin binpêkirina mafê jiyanê pêktinê. Ev binpêkirina mafê jiyanê bi cînayetê encam dibe.”
“Ji politîkayên bêcezakirinê hêz tê girtin”
Aslihan Bulut anî ziman ku divê rêveberiyên girtîgehan dawî li sûcên li dijî girtiyên nexweş pêktinin, bînin. Aslihan Bulut a ku diyar kir ku divê girtiyên nexweş bêyî ku ji mafê jiyanê hin zêdetir mehrûm bibin bên berdan, wiha got: “Di vê pêvajoyê de, dema ku girtî nexweş dibe, ev qonax bi berfirehî tên vegotin û bi encam serî li meqamên edlî didin. Lê belê di serlêdanan de rêveberiya girtîgehê wekî hemû tiştên ku dikeve ser milê wî kiriye nîşan dide û biryara neşopandinê dide. Bi vî awayî li ser birêvebir û rêveberiya girtîgehê polîtîkayek bêcezakirinê tê meşandin. Ev polîtîkaya bêcezakirinê jî hêz dide erka wan. Ger rêveberiya girtîgehê rojên hevdîtinê diyar bike, dema cezayê dîsîplînê hebe dikare girtiyê bavêje hucreyê, divê mafê wî/wê yê tenduristiyê jî misoger bike. Divê beriya ku ev binpekirina mafan pêş bikeve, şert û mercên girtiyan bên dayîn û girtiyên nexweş bên tehliye kirin.”