Îqbal El Eslan: Dema ku em jinên koçber dihewînin gelek zehmetiyan dikşînin

Îqbal Eslan der barê rewşa zehmet ku pê re rûbirû dimînin de dibêje ku xetera herî mezin ew e ku pir jin ji ber zextên derûnî xwe dikujin, ji ber vê wan dest bi tedawiya psîkolojîk kiriye da ku zirara li ser jinan çêbûye bibînin û çareser bikin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Gelek jin hene ku di jiyana xwe de neçar in tundî, koçberî û adetên eşîrtiyê bijîn. Ev jin, di civakeke ku qanûna tundiya malbatî paşguh dike neçarî jiyanê ne. Endama Rêxistina Jinan a girêdayî mala hewandina jinên koçber Îqbal El-Eslan têkildarî rewşa ku jin tê re derbas dibin, diyar kir ku ew bi xebatên xwe çalak û aktîf e, ji ber vê wê biryar daye ku malekê veke da kesên ji xeterê reviyane bihewîne.
Îqbal EL-Eslan a 49 salî der barê zehmetiyên ku di karê xwe yê mirovî û hiqûqî de lê rast tê wiha dibêje; “Astengî gelek in, ji wan hem aliyên qanûnî hem jî yên êlî hene. Astengiyên qanûnî girêdayî wesayeta bav an hevser li ser jinê ye lê yên êlî hewl dide ku jinan bixe bin kontrola xwe. Çi serhildan an niyeteke jinan hebe ku xwe ji vê êşê rizgar bike yan jî vê rewşê red bike xeterê li ser wê çêdike. Dibe ku ji aliyê malbat an hevserê xwe ve were îşkencekirin an kuştin.”
Tişta herî dijwar ku em pê re rû bi rû ne xwekujiya hin niştecihên jin e
Îqbal Eslan dibêje ku jinên li malê dimînin hin ji wan bi hewceyî parêzer in û hin jî bi hewceyî destwerdanên hukmî ne da ku azadiya xwe bistînin û tundiya ku li ser wan hatiye meşandin bidin îsbatkirin.
Der barê zehmetirîn rewşa ku mala hewandina jinan tê re derbas bûye de dibêje; “Xetera herî mezin ew e ku pir jin ji ber zextên derûnî xwe dikujin, ji ber vê me dest bi peywira tedawiya psîkolojîk kiriye da ku em zirara li ser jinan çêbûye bibînin û binirxînin.”
Dozên herî dijwar bi destdirêjiya cinsî ya malbatî ve têkildar in
Îqbal El Eslan dibêje; “Dema ku em behsa bûyerên herî dijwar û bi aloz ên li dijî jinan dikin, em destdirêjiyên cinsî ji bîr nakin. Bi taybetî yên ku ji aliyê endamên malbatê ve pêk tên. Gelek çîrokan li ser min bandor çêkirin hene lê ya herî zehmet ew bû ku keçek ji aliyê bav û birayê xwe ve hatibû tecawizkirin û bi riya hin hevalan xwe gihîştand me. Lê di civaka me ya Iraqê de, reva jineke ji vê rewşa trajîk bi şermê ve girêdayî ye û li gorî nêrîna civakê maf ji bav û bira re tê dayîn ku keçikê bikujin.”
Me jinên êzidî yên ku ji DAIŞ’ê xilas bûne pêşwazî kirin
Îqbal El Eslan dibêje ku di warê rehetkirina derûniyê de ew xwedan tecrube ne û bawer dike ku jinên êzidî ji jinên din cuda nabin ji bilî ku ew rastî kuştin û tecawizê hatine û wiha didomîne; “Xema me ya bingehîn rehetkirina derûniyê bû da ku ew tevli jiyanê bibin û bi awayekî normal bijîn. Piştî dewreyên perwerdeyê ku me pêşkêşî jinan dikir, pir kes karibûn tevli civakê bibin, di vir de bi tiştên ku me pêşkêş kirine, ji ber piştgirî û destekdayîna jinan em serkeftinê hîs dikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Endama Rêxistina Azadiya Jinan a girêdayî mala hewandina jinên koçber Îqbal El Eslan got ku ew hewl didin piştgiriya xwe ji jinên ku rastî tundiyê tên re berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Hêviya min ew e malekê bi destûra dewletê ava bikim da ku alîkariyê bi hezaran jinan re bikim, bi taybetî yên temenê wan biçûk ku hewceyî parastinê ne.”