Tevgera femînîst li Tûnisê bi bêhnfirehî şer bi paşverûtiyê re dike

Tevgera femînîst a li Tûnisê ne di encama şoreşa ku welat di sala 2011'an de jiyabû, derket holê. Ew piştî ku Tûnisê di sala 1956’an de serxwebûna xwe ya tevahî bi dest xist, derket holê. Ew berhema têkoşîneke dijwar a femînîst a di civakeke bi giranî baviksalarî de bû. Ji ber vê yekê komîteyên jinan ji gelek komele û rêxistinên sendîkayan hatin avakirin ku di warê parastina mafên jinan de pispor bûn û di şert û mercên dijwar de berpirsyariya siyasî û civakî hildan ser xwe.

ZUHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis - Tevgera femînîst a li Tûnisê dikaribû di sê şerên ku jiyaye de were vegotin, ji qonaxa rizgariyê ya ku femînîst di demeke aloz de têkoşiyaye, heta qonaxa serxwebûnê. Tevgerê piştgiriyeke mezin ji Habîb Boriqîba wergirt û hewl dan bi derxistina Qanûna Rewşa Kesane bi dawî bûn û gihîşt qonaxa dadperweriya destûrî ya sala 2014'an ku destûr girîngiya dilxwaziya dewletê ji bo misogerkirina wekheviyê di navbera hemwelatiyên jin û mêr de destnîşan dike. 
Femînîstên li Tûnisê tim dihesibînin ku têkoşîna piştî 14’ê Çileya 2011'an dijwartir bû û hat dorpêçkirin. Nemaze bi berfirehbûna hêzên paşverû û ketina wan û kontrolkirina wan li ser hevbendên dewletê ku destkeftiyên femînîst di bin tehdîdê de bûn êdî armanca parastina van destkeftiyan jî daxwaza mafên berfirehtir ku xizmeta rastiya jinan dike. Di warê bihêzkirina aborî û civakî de û parastina girîngiya gihandina wan ji bo postên rêberî û biryardanê de zêdetir bû.
Her çend demokrasiya ku di encama şoreşê de derketiye holê, rê daye xewna tevgera femînîst ku hîn zêdetir xuya bike û çalaktir bibe jî bê zext û tirs helwestên xwe diyar bike û bi azadî û bi dengekî bilind doza xwe biparêze lê dîsa jî gelek alî dixebitin ku rê li ber wê û hewldanên wê bigrin. Femînîstên li Tûnisê sala 2021'ê ji bo jinan sala herî xirab bi nav kirin. Ji ber ku di wê demê de rêjeya tundûtûjiyê heft qat zêdetir bûye û tundûtûjiya li dijî jinan bûye diyardeyek gelek nîgerandar. Ji ber amarên fermî diyar dikin ku rojane ji sê jinan yek, rastî destdirêjiyê tê. Femînîst vê yekê bi têkçûn û îhmalkirina bi qestî ya desthilatdariya biryarder di pêkanîna zagonî ya ku wan diparêze û dîtina riyên pêkanîna qanûna bi hejmara 58 a têkoşîna li dijî şîdetê ya di sala 2017'an de derxistiye holê ve girê didin.
Di sala 2021'3e de destkeftiyên herî girîng ên tevgera femînîst çi ne?
Ew kampanyayek e ku ji hêla "CREDIF" ve hatiye destpêkirin ku ji hêla jinên Tûnisê ve bi berfirehî hatiye pêşwazîkirin. Ji ber ku ew yekem car bû pirsgirêka tundiya dîjîtal û tacîzkirina serhêl çareser kir. Wê hewl da ku bi têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal a li dijî jin û keçan beşdarî avakirina cîhekî bi ewle bibe.
Rêvebera Giştî ya "CREDIF" Necla El-Alanî di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re behsa rêjeyên bilind ên destdirêjiya li ser medya mecazî kir û bal kişand ser xebatên ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya ku jinan hedef digre. Wê bi bîr xist ku weqfê di sala 2016'an de li ser şîdeta li dijî jinan a li qada giştî lêkolînek kir û hejmarên tirsnak nîşan dan. Ji ber ku ji sedî 53,5’ê beşdarên jin ragihandine ku li qada giştî rastî tundiyê hatine her wiha lêkolînek jî hat kirin ku xwe dispêre malpera Facebookê wekî model, ji ber ku li Tûnisê ji hêla hemû komên civakî û ji her temenî ve malpera herî zêde tê bikaranîn e. Wê da zanîn ku ji nav pênc jinan, çar ji wan bi riya vê qada dîjîtal rastî tundiyê hatine.
Armanca vê kampanyayê şikandina astengiya tirsê û perwerdekirina jinan bû li ser bandorên tundiya dijîtal û encamên qanûnî yên ku dikarin van tawanan pêk bînin. CREDIF’ê destnîşan kir ku ya herî girîng derxistina zagona sûcdarkirin a tundiya elektronîk û destdirêjiya li ser jin û keçan e, bi taybetî bi zêdebûna tundiya dijîtal re.
"Tundî wekî nexweşiyê jinan dikuje"
Di heman demê de Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê di Gulana borî de kampanyayek bi navê "Tundî, wekî nexweşî, jinan dikuje" da destpêkirin, piştî ku Rifqa EL-Şaranî ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hat kuştin. Tevgera femînîst, dewletê bi piştgirîkirina modela civakî ya xirab, bi sistbûn û paşguhkirina budçeyên pêwîst ji bo peydakirina mekanîzmayên parastina jinên rastî tundiyê tên, sûcdar kir.
Bi nêrînên femînîst tevlibûna avakirina tifaqa jinan a herêmî ya li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 
Tûnis jî beşdarî duyemîn konferansa jinan a li paytexta Lubnan Beyrûdê bû ku bi dirûşma "Bi yekitiya jinan, şoreş û demokrasî pêk tê" hat lidarxistin. Di konferansê de li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê îtîfaqa jinan a herêmî hat ragihandin ku vîzyona jinan a stratejîk a berfireh di serî de li ser referansa gerdûnî ya mafên mirovan disekine krîstalîze dike. Armanc xweavakirina civakek li ser bingeha azadî, demokrasî, wekheviya bi bandor, edaleta civakî û rûmeta mirovahiyê ye.
Konferansê bal kişand ser girîngiya xebatên hevbeş ji bo çareserkirina hemû cureyên dagirkerî û qirkirina jinan û encamên wê yên bazirganiya mirovan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografîk, hejarî û belavkirina nexwendinê.
Tûnis ezmûna xwe ya giranbuha di warê zagona ku derxistiye de, weke zagona hejmara 58’an a ku di sala 2017'an de derxistiye, ji bo têkoşîna li dijî tundiyê nirxand û her wiha behsa ezmûna siyasî, aborî û civakî kir ku ji aliyê qanûnî ve nayê veqetandin.
Şandeya Tûnisê ya Wezareta Malbat, Jin û Zarokan behsa girîngiya derxistina zagonên ji bo parastina jinan ji metirsiyên curbecur, bi taybetî tundûtûjiyê kir û bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera pêkhateyên curbecur ên ku bi mafên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bawer in ji bo bidestxistina armancên tê xwestin. Her wiha destnîşan kir ku hêzên zextê li jinan dikin yek in û naveroka hesabên wan diyar e. 
"Veguhestina bi ewleh mafê jinan e"
"Veguhestina bi ewleh mafeke ji bo jinan e" kampanyayek e ku bi hevkariya CREDIF’ê mehek domiya û Kompanyaya Veguhastinê ya Tûnisê ye ku xema daliqandina afîşan li eniyên otobusan, li parêzgehên Tûnisê yên mezin girtibû. Kampanya li ser bingeha lêkolîneke niştimanî ya ku di sala 2016'an de bi dawî bû, hat kirin û encamên wê eşkere kir ku ji her çar jinan yek di otobusên veguhestinê de rastî tundiya devkî, derûnî, bedenî û zayendî hatiye.
Kampanyaya davneteweyî ya li dijî tundiyê
Tûnis beşdarî kampanya navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jinan bû, ew jî bi riya kampanyayên meydanî û medyayî yên ku balê dikşînin ser hişyarkirina giraniya nexweşiya tundiyê ya li ser hevgirtina civakê. Komeleyên jinan bi organîzekirina semînerên virtual tevlî wê kampanyayê bûn.
Femînîstan banga pêşxistina mekanîzmayên realîst ji bo pêkanîna zagona li dijî tundiyê kirin û gotin ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê beriya her tiştî pêwîstî bi hişmendiya kolektîf a xetereya wê ya li ser hevgirtina civakê heye. Her wiha pêwîstî bi îradeya siyasî heye ku dawî li hemû astengiyên li pêşiya cîbicîkirina zagonê ne bîne.
Li dijî kuştina jinan meşeke bêdeng
Tûnisê bi meşa bêdeng a femînîst a ji aliyê dînamîkên femînîst ve hat organîzekirin, kampanya navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dawî kir. Di wir de daxwaza rawestandina tundiya li ser jinan û mafê parastina civakî û aborî hat kirin û hat xwestin ku polîtîkaya bêcezakirinê  sûc werin dîtin.
Di meşê de hişyarî ji cezayên efûkirinê yên li dijî destdirêjkeran û derengxistina dadweriyê di dayîna cezayan re piştî 5 salan û zêdetir ji êşkenceya qurbaniyên tundiyê di navbera korîdorên dadgehê de û prosedurên cuda yên tevlihev de hat kirin.
"Tevî texrîbatê, em hê jî didomînin"
Profesora hiqûqê ya Tûnisî û seroka berê ya Komeleya Jinên Demokrat Mounia Ben Jemia ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tevî kampanyayên tehrîfkirin, çewisandin û tehrîkkirinê yên ku ji aliyê civaka baviksalarî ve bandor li tevgerê kiriye jî; lê belê nîşaneya wê bi serkeftinên ku bi riya gelek kampanyayên ji bo çareserkirina nexweşiya tundûtûjiyê li gelek caran bi dest xist, zelal ma. Ya herî diyar ji wan piştî kuştina Rifqa EL-Şaranî bû ku tê de kampanyaya "Ez qurbaniya din im" hat destpêkirin, ji bo hişyarkirina asta metirsiya vê diyardeyê li ser hevgirtina civakê û bi awayekî hovane kuştina wê, şermezar kirin.
Mounia Ben Jemia rewşa dijwar a ku jin li Tûnisê pê re rû bi rû ne, bi krîzên aborî, ewlekarî, siyasî û civakî ve girêdide ku welat ji sala 2011’an vir ve nas dike û bûyerên bi êş ên ku bi wê serdemê re derbas bûne, di serî de bandorê li jinan kiriye. 
"Tevgera femînîst li ser riya reformê dixebite"
Ji aliyê din ve rojnamevana ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e, Xedîce Souisi, di wê baweriyê de ye ku tevgera femînîst bi salan e di çarçoveyek girîng a reformê de dixebite ku mohra xwe li civaka Tûnisê daye, bi taybetî bi hewldanên mezin ji bo tekoşîna li dijî nexweşiya tundûtûjiyê ya ku ku salan e her diçe berfireh dibe. Ew hewl dide fezayên berxwedanê yên mezintir biafirîne, ji ber ku bi riya pêkanîna kampanyayên hişyariyê ji bo alîkariya mexdûran tevgerê xwe derbasî fezaya dîjîtal kir û ji bo gihîştina edaletê wan motîve kir. Ji bilî tevlîkirina vê cureyê tundiyê di nav stargehan de û çarçovekirina jinên mexdûr ên tûndiyê da ku ji bo mexdûran hevkariyeke zagonî û derûnî hebe.
Der barê rewşa giştî ya jinên Tûnisî de, Xedîce Souisi difikire ku ev yek ne dilteng e, bi taybetî di nebûna ewlehiyê de di nav sehneyek siyasî ya tevlihev û ne aram de ku vê yekê jî zirarek gihîştand tenduristiya derûnî ya jinên Tûnisî, ji ber encamên ku ji ber qeyrana tenduristiyê ya ku welat pê re rû bi rû maye derketiye holê. Wê hişyarî ji zêdebûna rêjeyên tundûtûjiyê di encama qeyranên siyasî, aborî û civakî yên li pêy hev da ku hişt destdirêjkar zemînek hêsan bi cîbicîkirina zagonî ya lawaz bibîne.
"Hêviya min ew e ku têkoşîna tevgera femînîst bidome"
Xedîce Souisi hêviya xwe anî ziman ku tevgera femînîst ji bo misogerkirina asta herî kêm a ewlehiyê ji bo jinan, mafên wan û tevlibûna wan di jiyana giştî û siyasî de tevî rewşa bê îstiqrar a heyî jî bi xurtî têkoşîna xwe bidomîne da ku jin bibin xwedî hêzek zelal û bi bandor. 
Der barê kampanyayên herî tund de, Xedîce Souisi dibêje: "Kampanyaya ku bi dirûşma "Tundî wek nexweşiyek e" hat organîzekirin, bala min kişand, bi taybetî di warê ragihandinê de û çawa komeleyê di navbera nexweşiya ku mirovahî wê dijî "Covid-19" û nexweşiyek din a ku em bi sedsalan bi hev re dijîn û xetera wê nizanin ve girê da. Jixwe dirûşmê asta berfirehbûna diyardeyê û asta ku tundî dikare bigihîje nîşan dide û ew qîrînek, tirsek xurt e ku ji Tûnisiyan re dibêje, "Wê kêm nebînin." 
Wê her wiha behsa kampanyaya "Bi ewleh bimîne" ya ku ji hêla Navenda Lêkolînên li ser Jinan CREDIF’ê ve tê meşandin kir ku du tiştan li hev dicivîne. Ya yekem bi teşhîskirina tundiya dîjîtal bi riya dozên berbiçav û çareseriyên ji bo pêşîgirtina li diyardeyê bi riya dîjîtal dest pê dike. Wê bal kişand ser şêwazek tundûtûjiyê û cihek cuda yê Înternet’ê.
"Armanca me parastina mafên jinan e"
Li aliyê din çalakvana femînîst û nûnera "Çavdêriya Jinan" Munira Balghouthi got ku çavdêriyê ji destpêka damezrandina xwe ve beriya çar salan ji bo pêşxistina mafên jinan kar kiriye û wiha domand; "Sala 2021'ê ji bo rûbirûbûna kêşeyên girêdayî bi sepandina qanûnên heyî û rakirina qanûnên cihêkariyê û xistina vê projeyê di navenda şerê civakî de ji bo pêşxistina mafên mirovan û edaletê ji bo jinan, bi xebateke berdewam derbas bûye.”
Munira Balghouthi bal kişand ser rapora ku ji hêla "Çavdêriya jinan" ve hatiye weşandin ve ku ew jî xwendinek analîtîk e li ser dadweriya zayendî û qalibên dadwerî yên li Tûnisê di Adara 2021'ê de. Di mehên Adar û Nîsana 2021'ê de li herêmên cuda yên Tûnisê kampanyayek mezin bi ragihandin û belavkirinê hat destpêkirin. Van hewldanên dijwar konferanseke çapemeniyê ya neteweyî, belavkirina girseyî li neh parêzgehên komarê û şeş konferansên herêmî girt nav xwe.
Li aliyê din seroka komeleya "Dengê Hewa" Cenet El-Kadashî, bal kişand ser xebatên berdewam ên komeleyê ji bo pêşxistina rewşa jinan li parêzgehên navenda Tûnisê û wiha got: "Komeleyê bi koordînatorên xwecihî re li ser çawaniya danûstandina bi jinên mexdûrên tundiyê re di çarçoveya projeyekê de bi armanca rênîşandana jinên mexdûrên tundiyê û alîkariya wan a ji bo gihîştina edaletê, kurs li dar xist. Wê bal kişand ser peydakirina kursên rahênanê ji bo personelên ewlehiyê ji bo têgihîştina qanûna bi hejmara 58’an a ji bo têkoşîna li dijî tundiyê.
Her wiha bal kişand ku komeleyê li ser qanûnê fîşekek hişyariyê amade kiriye di çarçoveya projeya "Tenduristiya Te Bi Malê Dunyayê" ye ku ji aliyê bernameya "Tenduristiya min" a ku Yekitiya Ewropayê piştgirî dide tê fînansekirin, ji bilî projeya "Sînema Turîna" yê di çarçoveya projeya ji bo hişyarkirina ciwanan hatiye pêkanîn.