Jinên di lîsteya bombeyên zindî ya DAIŞ'ê de cih digirtin hatin tehliye kirin

6 jinên DAIŞ’î ku di nav wan de hevjîna Îlhamî Balî yê ku tê gotin yek ji berpirsên DAIŞ’ê yê li Tirkiyê ye H.B jî heye, bêyî ceza bigrin tehliye bûn. Hevjina Mustafa Dokumaciyê Ulkar M. ya ku di lîsteya bombeya zindî ya Polîsan de cih digirt jî hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Di dozên li dijî hevserên rêveberên rêxistinê yên ku di nava avahîya dewleta Tirk a DAIŞ'ê de cih digirin û bi salan li Sûriyeyê man, biryara "cihê cezakirinê tune" hat girtin. Di derbarê 6 jinên ku di nav wan de hevjîna Îlhamî Balî yê ku tê gotin "Mîrê Tirkiyeyê" yê DAIŞ’ê ye H.B jî heye, biryar hat dayîn ku di dozêde ceza ney dayîn. Jin hatin tehliye kirin.
Hevjîna Mustafa Dokumaciyê Ulkar M. ku di lîsteya bombeya zindî ya çeteyên DAIŞ'ê de cih girtibû, piştî teslîm bû, ji darizandindana 1 meh û 20 roj hat kirin de nehat cezakirin û tehliye bû. Dîsa E.G.ya bi navê kod "Umeyme" ya hevjina Ahmet Guneş ê ku ji doza "Komkujiya Garê" firar ê ku demekê li Sûriyeyê mîritî dikir ji ber bi hinceta "bi dilxwazî teslîm bû" ceza negirt.
Li Sûriyeyê perwerde dîtin
Hat diyarkirin ku jinên di nava refên DAIŞ’ê de li Sûriyeyê perwerdeya olî û rêxistinî dîtine. Piştî ku DAIŞ’ê bandora xwe winda kir û belav bû, jinên DAIŞ’î yek bi yek vedigeran Tirkiyeyê. Jinên ku li ser sînorê Sûriyeyê yan jî li herêma Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) girtî ne, bi heman rengî îfadeyên "bi zext û gefên hevserên xwe ji tirsa ku zarokên xwe bibe neçar mane biçin Sûriyeyê" dan.
Ji ceza xilas bûn
Hevjina Îlhamî Balî H.B, hevjîna Mustafa Dokumaciyê Ulkar M., hevjina Ahmet Guneş E.G, hevjina Kasim Dere S.D, hevjina Denîz Buyukçelebî Ş.B., hevjina Mehmet Taşar D.T, hevjina Ersel Ocak a nikaha îmam bi hevjîna Ayşenur Î. hevjîna Mahmut Gazî Dundar M. Ku bi heman îfadeyan vegeriyan Tirkiyeyê teslîm bûn. Jinên ku ji "hikmen poşmanbûna bi bandor" sûd wergirtin, piştî demekê hatin berdan. Ji 9 jinên ku hat tespîtkirin ku vegeriyane 6 jê bi vî awayî ji ceza xilas bûn.