Saediya Qasim: Divê li Cezayîrê navandên şopandina kuştinên jinan bên avakirin

Çalakvana femînîst Sadiya Qasim diyar kir ku divê navendên şopandina kuştinên jinan li Cezayîrê bên avakirin da ku ji bo mafên xwe têbikoşin.

NECWA RAHIM

Cezayîr - Gelek çalakvanan ji bo birêxistinkirina komele û rêxistinên mafên mirovan ên nû li Cezayîrê kar kirine, ji bo parastina mafên jinan û bidestxistina wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî her cure tundî, cudakarî û kuştinên ku li dijî wan tên kirin, têdikoşin.

Dû sal piştî ku jinên Cezayîrê beşdarî mîtîngên girseyî yên gel bûn, bi rêya kampanya û nîqaşan cihê xwe yê li kolanan car din bidestxistin, mijarên derbarê jinan de car din ji ber çavan derbas kirin û deriyê îfade û guftugoya azad a li cîhana derve vekirin.

Piştî derbasbûna du salan a ji derketina jinên Cezayîrî li xwepêşandanên gerseyî û be beşdarî tevgera gel bûn, bi kampanya û panelên nîqaşê ve karîbûn cihê xwe yê li kolanan ji nû ve bi dest bixin, pirsgirêkên jinan ji nû ve binirxînin û li qada derve derî ji diyalog û îfadeya azad re vekin, ku nifşên berê û îro anîne cem hev.

“Ji bo lêkolînkirina rewşa mafên jinan ên li Cezayîrê civîn hatin lidarxistin”

Çalakvana femînîst û lêkolînera civaknasiyê û endama Tora Wassila Ya Parastina Jin û Zarokan Sadiya Qasim anî ziman ku tevgera femînîst a li Cezayîrê di navbera 2019-2022 de bi rêya nêrînek çêtir a têgeha femînîzmê gelek armancên xwe pêk anîn ku ev hemû jî bi saya xebatên komele û rêxistinên jinan û kampanyayên ji aliyê çalakvanan ve li qada femînîst hatine organîzekirin. Sadiya Qasim li ser xebat û kampanyayên ku pêşxistine wiha got: "Me behsa mafê xwe yê wekheviyê, neheqiya zagona malbatê ya Cezayîrê, têkoşîna li dijî her cure tundî û cudakariyê û avakirina stargehan ji bo jinên mexdûrên şîdetê kir".

Sadiya Qasim bal kişand ser wê yekê ku wan karîbû hejmareke mezin ji ciwanan bikişîne gel tevgera femînîst ku ji bo mafên jinan têdikoşe û wiha dom kir: "Têkilî û girêdanên xurt di navbera tevgera femînîst a ku di sala 1989’an de hate damezrandin û zêdetirî 18 komeleyên femînîst hatin avakirin. Ji bo çêkirina pêwendiyek ragihandinê, lêkolînkirina rewşa mafên jinan ên li Cezayîrê û ji bo nûkirina daxwazên rawa, wekheviya maf û dadmendiya civakî civînên ku bi beşdarbûna ji 50 zêdetir çalakvanan hatine lidarxistin.”

“Malpera Femînîst Cezayîr tekane malper e ku bûyerên êrişên li ser jinan kom dike”

Derbarê  daxwaz û mafên ku çalakvan dixwazin vegerînin û biparêzin Sadiya Qasim wiha got: "Em di qanûn, maf û azadiyan de wekheviya zayendî dixwazin. Hemû xalên qanûna malbatê azadî, rûmet û dadperweriyê ji jinan distîne û cihekî mezin dide mêran di dema lêdan û tundiyê de".

Sadiya Qasim li ser kuştinên jin û keçên ciwan ên di van 2 salên dawî hat jiyîn de wiha got: "Tu amarên fermî yên îsbat dikin ku kuştinên jinan zêde bûne yan na, tune ye. Zêdebarî parvenekirin û weşandina hejmarên rastîn ên hejmara qurbaniyên kuştinê, ji ber ku amarên dawîn  di sala 2012'an de hat ragihandin û niha jî malpera Feminist Cezayîr tekane malper e ku hejmara jinên hatine kuştin dişopîne, bûyerên êrîşan kom dike, diweşîne û nasnameya wan dide nasandin".

“Ji bo çareseriyê divê hejmar û daneyên me hebin”

Sadiya Qasim Di dawiya axaftina xwe de got: "Divê ji aliyê hikûmetê ve di saziyên wê yên curbecur de îradeyeke siyasî hebe, çi Asayîşa Neteweyî, çi Wezareta Dadê û Wezareta Navxweyî, ji bo avakirina navendên amaran û şopandinê da ku rewşê binirxîne. Girîng e ku derbarê sûcên kuştina jinan a li Cezayîrê hejmar û daneyên me hebin ku çareserî û pêşniyarî werin dîtin".