Peyman Ezedîn: Li herêma Kurdistanê dadgeh ji aliyê desthilatê ve tê rêvebirin

Parêzer Peyman Ezedîn têkildarî mijara girtina jinan a bê sedem li herêma Başûrê Kurdistanê ku her diçe zêde dibe û bê sedem jinan di girtîgehan de dihêlin got: “Ger kesek bi fermana dadgehê nehatibe girtin wê demê girtina wan ne yasayi ye û bê sedem di girtîgehê de dihêlin.”

                   
LAVE KURDE        
Silêmanî- Li Herêma Başûrê Kurdistanê gelek jin bê sedem tên girtin. Hinek ji wan ji 15 rojan heta şeş mehan di bin çavan de dihêlin bê ku sedema girtina wan nîşan bidin. Hinek ji wan jî ji ber sedemên weke parkirinên turên civakî tên girtin û ceza kirin. Parêzer peyman Ezedîn di derbarê girtinên bê yasayî ya jinan de ji ajansa me re axivî.
“Bê yasa welatî tên girtin”
Peyman Ezedîn da zanîn ku yasa hatiye diyarkirin ji bo dadgeh li ser her kesê tê girtin lêkolîn bike û piştî lêkolînê biryar dide bigre hata demê dadgehkirinê yan heta qonaxa lêkolînê temam dibe yan jî berdana bi kefalet. Peyman Ezedîn bilêv kir ku bêyî yekê ji van jî bikin hema yekser gelek kesên bê suc digrin û got: “Ger kesek bi fermana dadgehê nehatibe girtin wê demê girtina wan ne yasayi ye, dema ku madeya yasaya berdana bi kefalet bigre li gel wê jî dadger ger tu sucek nebe, li gel wê jî girtî bihêle ew tê wateyê ku xirab bikaranîna desthladariyê ye. Ez efuya giştî dipejirînim tu caran li dijî nebûme. Bi taybet niha li herêma Kurdistanê efuya giştî metirsî li ser yasayê heye ku desthilata dadwerê desthilatekî serbixwe be wê demê dikare pirsgirêkan çareserbike lê dibin dexta deshilatê de ne ji lewra ne gengaze çareseriyê bi xwe re bîne. Bi tu awayan mirov nikare bêje dageh serwere û em bêjin karê xwe yê dadgehê bi dadperwerî dikin. Li gel hemû metirsiyan jî ez li gel efuya giştî me, ji ber zilmek zêde li dadgehan heye, ya ku vê zilmê kêm bike jî efuya giştiye. Efuya giştî dema ku derdikeve nelazime ku hemû tewanan bigre nava xwe û mafê kesan binpê bike.”
Peyman Ezedîn wiha dom kir: “Daxwaza giştî ger rêxistinê civaka sivil, bi taybet rêxistinên ku giringî didin mafê mirovan bi erk û berpirsyartiya xwe radibin yan na.  Ger ewên rêgirî dikin piştre bi pejirînin ji derveyî yasayên lêborînxwestinê, yasayek din heye ew jî pajgo kirina girtiyane. Daxwazên giştî û damezrênerên dadwerî li herêma Kurdistanê desthilatek bi xwe girtiye. Welatek dabeşî dû partiyan bûye, ji bo wê nikarin bi erka xwe rabin.”