"Maf tên standin nayên dayîn"

Femînîstên Tûnisî destnîşan kirin ku tevî arsenal qanûnan jî pêkanînên îstîsmar û şîdeta aborî ya giran hê jî bi awayekî berfireh tên meşandin û bal kişandin ser girîngiya xebatên hevpar ên ji bo pêşxistina rewşa jinan.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Di 23'ê Îlonê de kampanyaya parêzvaniyê ya ji bo pêkanîna Qanûna Hejmar 37 a sala 2021'ê ku ji aliyê Komeleya Tûnisî ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Komeleyê rapora xwe pêşkêş kir û tê de bal kişand ser girîngiya berdewamkirina xebatên ji bo pêkanîna qanûnê û ji bo bidestxistina mafên karkerên jin ên madî û manewî.

"Komele dê xebatên xwe ji bo piştgirîdayîna karkerên jin bidomîne"

Koordînatora projeyê Semiya El-Liyarî wiha got: "Ev proje di destpêka Çileya borî de ket meriyetê lê nebû û girêdayî tundiya aborî ya nerm a li dijî karkerên jin e. Kampanya bi dawî bû lê komele dê xebatên xwe bidomîne ji bo piştgirîkirina karkerên jin û bidestxistina mafên wan ên aborî û civakî. Têkoşîna li dijî tundiya aborî ya nerm a ku jinan dike hedef girîng e û armanca komeleyê ye, nemaze ji ber ku hemû sektorên jin tê de dixebitin bi vî awayî rastî şîdeta aborî ya nerm tên, bi riya xebata bê girêbest, an jî girêbesta civakî, ji bilî ferzkirina saeten xebatê yên zêde û bi belaş."

"Ger zagonên li Tûnisê bên aktîfkirin dê rewşa jinan ber bi başiyê ve biçe"

Semiya El-Liyarî bang li hikûmetê kir ku bi civaka sivîl re hevkariyê bike ji bo têkoşîna li dijî tundiya aborî ya nerm bi riya aktîfkirina zagonan û wiha axivî: "Li Tûnisê gelek zagon hene û ger bên aktîfkirin dê rewşa jinan ber bi başiyê ve biguhere û edalet di mûçe û kar de pêk were."

"Divê jin û keç mafên xwe yên aborî bizanibin"

Sekretera Giştî ya Komeleya Tûnisê Neîma Behir diyar kir ku pêkanîna qanûna hejmar 37'an a li qadan wê bibe alîkar ku rewşa karkerên jin baştir bibe û wiha pê de çû: "Qanûna jimare 37 ji bo rêzgirtina li rûmeta mirovî, li dijî karên ne qanûnî ye. Şîdeta aborî ya nerm bi jinan dest pê dike ku ji ya di qanûnên kar û derveyî çarçoveyên qanûnî de tê de hene zêdetir saetan dixebitin. Divê jin û keç mafên xwe yên aborî bizanibin. Divê rewşa aborî ya jinan bê çarçovekirin ku di zagona jimare 37’an de der barê karkerên jin de cih digire."

"Divê li dijî polîtîkaya îstîsmarê têkoşîn bê xurtkirin"

Neîma Behir jî eşkere kir ku şîdeta aborî ya li ser jinên ciwan ên ku mezûn bûne girîng e û divê herî zêde girîngî ji bo çareserkirina wê bi perwerdekirina keçan bê dayîn û ji wan were xwestin ku mafên xwe biparêzin û wiha pê de çû: "Tevî arsenal qanûnan jî pêkanînên îstîsmar û şîdeta aborî ya giran hê jî bi awayekî berfireh tên meşandin. Divê xebatên hevpar ên ji bo pêşxistina rewşa jinan bên kirin. Divê li dijî polîtîkaya îstîsmarê têkoşîn bê xurtkirin. Maf tên standin nayên dayîn û piraniya karkerên jin dibin mexdûrên şîdeta aborî."

"Qanûna bi hejmar 57'an li ser mijara şîdeta aborî ya li hemberî jinan e"

Parêzer û aktîvîsta femînîst Muneya Bin Qîrat destnîşan kir ku qanûna bi hejmar 57'an a li dijî şîdetê ya di sala 2017'an de hatiye derxistin li ser mijara şîdeta aborî ya li hemberî jinan e, bi vî rengî sûcdarên vê şîdetê tên cezakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev awayê şîdetê li dijî hemû jinan tê kirin. Girîngiya perwerdekirina jinan bi zagonên bi vî rengî yên ku wan diparêze heye û, erka komeleyên jinan e. Zagona jimare 57 weke pêvekeke cuda ya qanûnên ku jinên Tûnisî bi dehan sal berê, di encama têkoşîna xwe ya bêwestan de bi dest xistine."