Li Yemenê nerazîbûn û çalakiyên ji bo qetilkirina Osmanê biçuk zêde dibin

Parêzvanên mafê mirovan ên Yemenê nerazîbûn nîşanî bûyera li parêzgeha El-Dhale ya li gundê Lakma Laşûb dan ku mêrek kujer ê ji hevjîna xwe acizbûyî zaroka xwe ya biçûk qetilkir dan gotin: “Pêdivî bi nûkirina zagona parêzvaniya zarokan û li gorî wê jî şiyariya welatiyan heye.”

 
NOOR SURIB
Yemen- Bi berdewamiya şer û pevçûnên çekdarî û nebûna aramiya civakî li bajarên Yemenê, tundûtîjî li ser kategoriyên lawaz zêdetir dibe. Gelek cureyên tawanan hene ku zarokan dikin armanc, ji ber ku ew di nav komên herî qels ên civaka Yemenê de ne, di rewşên bi alozî û nakokiyan de yên dibin hedef zarok in. Li gorî lêkolîna Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan (UNICEF) a bi sernavê "Li ber çavan nayê dîtin", hejmareke mezin ji zarokan rastî şîdeta fizîkî tên û li seranserê cîhanê ji her 10 zarokan, 6 zarok di navbera temenê 2 û 14 salî de rastî cezayên bedenî tên.
Zarokê bi navê Osman ku hê sê salê xwe temam nekiriye, di destpêka jiyana wî de qederê biryar da ku jiyana wî li vir rawestîne, bi sûcekî ku her kesê wêneyê wê dîtiye û bixwîne jî şermezar dike. Li parêzgeha El-Dhale, li gundê Lakma Laşûb, bavekî kurê xwe yê biçûk di sibeha 3’ê Sibatê de li geliyek nêzî herêmê serjê kir. Li gorî lêkolînên destpêkê, sedema tawanê, ew bû ku bav biryar da tolê ji hevjîna xwe ya ku piştî nakokiya malbatê ji malê derket, hilîne û ji ber redkirina vegerê wê ceza bike. Ne tenê zarokê mexdûr bû hedef, birayê wî yê 7 salî û xwişka wî ya 5 salî jî bûn hedef. Gava ku bav dest bi sûc kir, destpêkê zarokê biçûk hilbijart, ji ber vê her du zarok ketin panîkê û ji tirsê baz dan gelî. Bavê wan ê kujer nikaribû wan bişopîne û piştî lêgerînan, hat dîtin ku zarok reviyane û ji bavê xwe yê kujer ji xwe re li ewlehiyê digerin. Têkildarî çarenûsa bav, piştî vedîtina sûcê ku wî kiriye, jêderekî ewlehiyê ji ajansa me re wiha got: "Piştî gihandina raporê, polîsên parêzgeha El-Dhale bav girtin û ji bo tedbîrên qanûnî der heqê wî de bên girtin, wî şandin girtîgeha navendî. 
“Di van rewşan de pêdivî bi tehlîlkirina bûyerê heye”
Der barê berdewamiya tundiya li ser zarokan ji aliyê malbatê ve, Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk ji bo Jin û Zarokan Dr. Angela El-Mamarî got: "Tiştê ku li El-Dhale qewimî dê li parêzgehên din jî dubare bibe, ji ber ku di civakên ji pevçûn û şeran êşê dikşînin de, em bi gelemperî rêjeya tundûtûjiyê ya ku bandorê li malbatê dike, dibînin. Gelek faktor hene ku di vê yekê de alîkarî dikin, di nav wan de faktorên aborî, civakî, siyasî, derûnî û zagonî jî hene. Bûyera kuştina zarok ji aliyê bavê wî ve dê ne ya dawî be, ji ber ku ew yek ji tawanên mezin e û asta zêdekirina tundûtûjiyê û pêkanîna wê li ser komên lawaz nîşan dide, ji ber zarok nikarin xwe biparêzin, wan ji mafê jiyanê bêpar dihêlin. Di hemû rewşan de, pêdivî heye ku em bêtir ronî bibin ser rola dezgehên şareza di pêşkêşkirina xizmetên piştgiriya derûnî de ji bo komên cihêreng ên civakê û aktîfkirina rola medyaya erênî di pêşkêşkirina dozan û danûstandina bi wan re ji hêla pisporan ve. Ne tenê belavkirina gotegotan û bilindbûna rêjeya tawanan. Her wiha aktîfkirina rola dezgehên zagonî û ewlekarî ji bo pêkanîna rola xwe ya rast di danîna kontrolên cezakirinê de ji bo her kesê ku xeletî, binpêkirin an tawanek bike da ku bibe rêgir ji dubarenebûna bûyerên wiha re.”
“Divê hişiyariyên weke şideta li ser zarokan suce bê dayin”
Li aliyê din parêzvana mafên mirovan Safaa Murad bal kişand ku helwesta qanûnî li hember tundûtûjiyê pir neyînî ye, ji ber ku destûr daye dê û bavan ku bi hinceta disîplînê li zarokên xwe bidin û zexta derûnî li wan bikin. Tiştê ku di xala 146 a qanûna zarokan de di xala C de diyar kiriye di navbera parastin û zirarê de bi nakok e. Divê were fêmkirin ku şîdeta li ser zarokan sûc e û mafê dîsîplînê rewa nake û wê di civakê de jî xwe nîşan bide, ev zarok dema ku jiyana xwe bi xwe ava bikin jî dê mezin bibin û şîdetê riya jiyanê bibînin.
“Pêdivî bi qanûnek a darezandina sucdaran heye”
Ji aliyê din ve, parêzer û seroka Dezgeha Berevaniyê ya Mafên Mirovan Huda El-Serarî got: "Cihê mixabiniyê ye ku binpêkerên mafên zarokan dizanin qanûneke wan heye ku sûcê wan rewa dike û argûmanan pêşkêş dike û ev yek jî bûye sedema mirina bi dehan zarokan  li Yemenê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heya ku qanûnek vê kuştinê sûcdar bike neyê dayîn, ev mijar ranaweste û naguhere. Tu hincet ji kuştina van giyanan re nîn e û ji ber ku kujer bav e, xemgînî hê kûrtir û mezintir e.
Ji ber kuştina zarok çalakî hat lidarxistin
Di 6ê Sibatê de, bi dehan niştecihên parêzgeha El-Dhale xwepêşandanek organîze kirin ji bo daxwaza tolhildana bilez ji bavê zarok were girtin û teqezî li ser piştgiriya xwe ji dayika zarokê kuştî re kirin. Her wiha tawana giran ku zarokê sê salî rastê wê hatiye jî şermezar kirin.
Rêvebera Desteya Jin û Zarokan a Meclisa Veguhêz a Başûr li navçeya El-Ezraq a parêzgeha El-Dhale, Dr Aşwaq Elî EL-Teyrî wiha got: "Rastiya zarokan li bajarê me xirab e, piraniya qurbaniyên şer zarok in. Gelek zarokên ku malbatên wan ji rewşa aborî ya zehmet êşê dikşînin, dibistan terk kirin da ku berpisyarî û karên giran hilgirin ser milên xwe. Her tiştê ku hatiye bibîrxistin wek êşa zarokên ku bi tundiya malbatê re rû bi rû ne tê hesibandin. Malbat xala destpêkê û stargeha ewle ye, dema dê û bav bibin qatil, hevsengiya jiyanê ya zarokan bi tevahî têk diçe.”
Dr Aşwaq Elî EL-Teyrî di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Tişta ku li El-Dhale qewimî sûcek mezin, bi êş û xemgîn e û heta ku ji destên me bê em ê li kêleka dayika zarok bisekinin. Ya rast ev zarok bi hewceyê piştgiriya psîkolojîk in. Ez daxwaz dikim ku bavê wî ji ber kiryara xwe were cezakirin, ji ber ku ew mezin û aqilmend e. Tevî ku kesek ne şêt e jî ji ber nakokiyên malbatî zarokê xwe kuşt û du zarok jî ji aliyê derûnî ve rewşa wan xirab bû.”