Li 17 jinên tevlî meşê bûne doz hat vekirin

Di derbarê 17 jinên li Taksîma Stenbolê tevlî “Meşa Şevê ya Feminsitan” bûne doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – ji bo 17 jinên ji ber tevlî “Meşa Şeva Feministan” a 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana Taksîmê ya Stenbolê bûne, bi hinceta “bêmafî li serokomar kirine” û “tevlî civîn û xwepêşandanên ne li gorî qanunan bûne” îdianame hat amadekirin û ji 2 sal û 8 mehan heya 7 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin. Îdianame ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat erêkirin.
Di rojên pêş de dê jin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a îdianame pejirandiye derkevin pêş dadger.