Ji rojnameger Nurcan Yalçin re 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin

Der barê rojnameger Nurcan Yalçin de bi îdiaya sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "kirina propagandayê" 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Danişîna din di 22’ê Mijdarê de were dîtin.

Amed–  Danişîna doza rojnameger Nurcan Yalçin a di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû detpêkirin bi îdaya "endamtiya rêxistinê" û “propagandaya rêxistinê kiriye” hat vekirin, di 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hat dîtin. Nurcan Yalçina ku tevli daneşînê nebû û parêzerê wê Resul Temur li daneşînê de amade bûn. Li ser daxwaza dadgehê, agahiyên ji polîsan ên der barê malpera Jinnews de ku tê îdiakirin Nurcan Yalçin dixebite, gihîştin dadgehê. Di gotara Midûriyeta Polîsan a Amedê de hat îdiakirin ku Jinnews nûçeyên ku penase û piştgiriyê dide PKK'ê û KCK'ê çêdike.
Tevli çalakiyên rêxistinî bûye!
Li gorî îdiayê, dozgeriyê destnîşan kir ku di delîlên di hemû dosyeyan de hatine bidestxistin û di şahidên veşartî de delîlên têr û pêbawer hatine berhevkirin û destnîşan dike ku ew di çarçoveya çalakiyên Komeleya Jinên Rosa de tevli çalakiyên rêxistinî bûye û vîna xwe radestî vîna rêxistinê kiriye û di nava hiyerarşiya rêxistinê de tevgeriya ye. Dozgeriyê îdia kir ku eşkere ye Nurcan Yalçin "bi rengekî daîmî propagandaya rêxistinê kiriye" bi awayekî ku bi wêneyek wê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye meşrû û mebestên rêxistinê meşrû bike û eşkere kir ku wê di çarçoveya tevahiya dosyayê de sûcê "endamtiya rêxistina terorê" kiriye û daxwaza ji 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîge jê re kir.
Danişîn taloqî 22'ê Mijdarê hat kirin 
Parêzer Resul Temur, diyar kir ku nameya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê şandiye nûçe û rojnamegeriyê ku Ajansa Jinnewsê dike li gorî xwe pênase dike, şîrove dike û pênaseyan jî rastiyê nîşan nade. Resul Temur diyar kir ku ajans saziyek e ku bi awayekî qanûnî xebatên rojnamegeriyê dimeşîne, lewheya bacê ya ku Jinnews bi qanûnî dixebitîne radestî dadgehê kir. Resul Temur bi bîr xist ku muwekîla wî Nurcan Yalçin ne nûçegihana Jinnewsê ye, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ye û diyar kir ku wan belge û daxuyaniyên der barê vê mijarê de berê dane dadgehê û ji bo parastina xwe bike dem xwest.
Dadgehê daxwaza demê qebûl kir û daneşîn taloqî 22'ê Mijdarê kir.