Ji bo kiryar Kazim Altinmakas cezayê muebbetê hat birîn
Di doza ku bersûcê qetilkirina Fatma Altinmakas a li Mûşê Kazim Altinmakas dihat darizandin de, dadgehê ji ber sûcê “Bi qestî û bi plankirî kuştinê” cezayê muebbetê yê giran û bê kêmkirin da.
Agirî – Rûniştina dawî ya doza Kazim Altinmakas ê ku Fatma Altinmakas ê di 14'ê Tîrmeha 2020'an de li navçeya Melazgirt a Mûşê bi wê re zewicî qetil kir, duh li Dadgeha Cezayê Giran a Patnosê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên Tevgera Jinen Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Desteya Rêveber a Baroya Wanê û Komîsyona Mafên Jinan, Baroya Sêrtê, Baroya Êlihê, Baroya Agiriyê, Komele, Komeleya Jinan a STAR, Parêzerên Baroya Colemêrgê yên Navenda Mafê Jinan, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Patnos Teşî, xizm û parêzerê Fatma Altinmakas Mîr Bedirxan Ayaz, parêzerê kiryar jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Kazim Altinmakas ji girtîgeha ku lê girtî bû bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbar (SEGBÎS) tevlî bû.
Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de heyeta dadgehê bi hinceta “rasterast bandorê li sûcê nakin” daxwaza tevlêbûnê ya Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê û Baroya Agiriyê red kir. Piştre 4 mah berê ji ber temenê biçûk yê zaroka Fatma Altinmakas biryar da ku qeyûm tayîn bikin. Di danişîna ku bi salan e didome de, ji bo danişîna biryara qeyûmê bi SEGBÎS'ê hat amadekirin. Li ser navê zarokê qeymeqam axivî û got ku Mamê sûcdar Kazim Altinmakas bû. Ewliyê ku nêzî sûcdar bû, diyar kir ku 15 roj berê bi telefonê bi zarokê re axivîye û diyar kir ku zarok bi xwe xwestiye beşdarî danişînê bibe. Her wiha qeyûma ku li ser navê zarok mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku zarok xwestiye bi wî re beşdarî danişînê bibe û li ser navê zarok got ku ew ji kiryar ne gilîkar e.
Serdozgeriyê daxwaza lêpirsînê red kir
Parêzera Baroya Mûşê û dosyayê Ruken Guven daxwaz kir ku ji ber qeydên HTS û delîl û tespîtên din ên Fatma Altinmakas û kesên ku navê wan di lêpirsînê de derbas dibe de lêpirsîn bê vekirin. Dadgehê li dijî vê daxwaza lêpirsînê ji dozgeriyê re kir, lê dozgeriyê bi hinceta "nebûna delîlan" daxwazên Baroya Mûşê red kir.
Ji parêzerê kiryar daxwaza guhdarkirina zarok
Li aliyê din parêzerê kiryar îdia kir ku îfadeyên zarokê ku berê bi pedagog beşdarî dosyayê bûye û ji ber giriyê xwe nikare îfade bike, wê rastiyê derxîne holê. Parêzerê sûcdar xwest ku ji bo zarok careke din qeyûm neyê tayînkirin û wiha bê guhdarkirin.
‘Ji bo giliyê min Fatma bir’
Bersûc Kazim Altinmakas û birayê wî Sînan Altinmakas ên di danişînê de axivîn, der barê sûcê tewcawizê de gotin; “Min ji bo giliyê Fatmayê bir. Xwezî min nebira.”
Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da danişînê.
Sînan Altinmakas wekî gumanbar nehat darizandin
Piştî navberê jî heyeta dadgehê daxwaza ku zarok careke din bê guhdarkirin red kir. Dadgehê bi hinceta biryara neşopandinê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mazgirtê ve ji ber sûcê tecawizê der barê Sînan Altinmakasê ku di kuştina Fatmayê de jî wek bersûc nehat darizandin hat redkirin. Dadgehê jî daxwazên parêzerên Fatma û daxwaza berfirehkirina lêpirsîna li ser sûcdarên din jî red kir.
'Fatma li dijî zîhniyeta qirêj serî hilda'
Parêzer Mîr Bedîrhan Ayaz ê ku di danişînê de mafê axaftinê girt, parastina xwe ya berê dubare kir û wiha got; “Gelek caran me diyar kir ku kiryar divê di çarçoveya "bi plankirin û toreyê” de bê cezakirin û divê ev îdianame jî di vê çarçoveyê de bê amadekirin. Fatma piştî ku Sînan serbest hat berdan û piştî îfadeya bersûc bi gotina "Ez li kuştina Fatmayê difikirîm" hat qetilkirin. Dewletê nikarî Fatma biparêze. Me dikarîbû bi derfetên xwe parastina wê bikira. Mirina Fatmayê cînayeteke civakî ye. Ev cînayet cînayetek bi biryara malbatê ye. Ev ne kuştineke asayî ye. Ev cînayeteke serhildanê ye. Bila her kes bibihîze, ne cihê her kesî ye ku li dijî vê zîhniyeta qirêj serî hilde.”
Li ser daxwaza dozgerê dosyaya berê ya ji bo sûcê "kuştina bi qestî" dozgerê nû xwest dema ku hemû dosya bê dîtin, ji ber sûcdar Kazim Altinmakas ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn bi plankirî ya hevjînê" bê cezakirin.
Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina hevjînê bi qestî bi plankirî" cezayê muebbetê yê giran û bê kêmkirin da.
'Bi saya hevgirtinê bû'
Parêzer Ruken Guven a ku piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da û got, “Me di îfade û parêznameyên xwe yên berê de gelek caran anî ziman. Me diyar kir ku bersûc bi dîzaynê sûc kiriye û dozgeriyê jî der barê esasê de nêrîna xwe ya di vî warî de da. Herî dawî di biryara ku hat dayîn de cezayê muebetê yê giran li bersûcan hat birîn. Daxistina tevgera baş nehat sepandin, biryarek erênî ye. Helbet kêmasiyek e ku teşwîqkerên din di pêşdebirina dosyayê de cih nagirin, lê dîsa jî qezencek heye. Ev hemû bi saya hevgirtinê çêbûn.”
Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakîn piştî Ruken Guven axivî û spasiya kesên ku hevgirtinê nîşan dan kir û wiha got; “Ez spasiya her kesê ku edalet pêk aniye dikim. Minasib bû ku erzaniya tevgera baş neyê sepandin. Edalet pêk hat."
Çavkanî: JINNEWS