“Ez rastî binçavkirin û kuştinê hatim lê vê yekê îradeya min neşikand”(1)

Nermîn El-Şerîf destnîşan kir ku cara yekem e li Lîbyayê jinek cihê xwe di sendîkaye giştî de digre û wiha got; "Ez wekî alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Deryavanan li Lîbyayê hatim hilbijartin û heya 2010’an min wê pewirê domand. Em beşdarî forumên navneteweyî bûn.”

IPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Sê caran bi kuştinê re rû bi rû ma û hat binçavkirin, dest danîn ser pasaport û hemû alavên wê, rêwîtiyê ji bo wê qedexe kirin. Ji bo karê xwe neke û daxwaza mafên karkeran neke bi gelek astengiyan re rûbirû ma lê wê rêwîtiya xwe domand.  
Seroka Yekitiya Giştî ya Sendîkayên Lîbyayê, Nermîn Nacî El-Şerîf, dibêje ku bavê wê ji zaroktiya wê de ew fêrî hezkirina karê sendîkayê kiriye, dema diçû wê bi xwe re dibir. Nermîn ji biçûkatiya xwe ve karê sendîkayê kir, ji ber ku bavê wê serokê Sendîkaya Bankayan bû li Bîngaziyê û serokê Yekitiya Hilberîneran bû. Apê wê serokê Yekitiya Deryavanan bû li Lîbyayê. 
Narmîn der barê destpêka kariyera xwe ya sendîkayê de wiha dibêje; "Piştî ku min fakulteya aborî qedand, min li pargîdaniya El-Cezîre ya Bicihkirina Gumrikê û karên wê yên tevhevker kar kir lê vê pargîdaniyê xwedî sendîkaya taybet nebû, ji ber ku 400 karker di bin banê Sendîkaya Deryavanan a Bîngaziyê de bûn. 1,500 xebatkarên wê hebûn û ji ber vê yekê dema ku em daxwaza mafên xwe dikin dengê me qels dimîne.” 
“Malbata min gelekî piştgirî da min”
Ew li ser sazkirina sendîkaya taybet a pargîdaniyê ku tê de kar dikir wiha dibêje; "Di sala 2002’yan de pirsgirêkek qewimî û tê de 120 karkerên ku di bin tavê de kar dikirin ji kar hatin dûrxistin. Ji ber vê diviyabû ku sendîkayeke taybet bi karkerên were sazkirin ku parastina wan û mafên wan bike.” 
Der barê pirsa me ya çawa karibûye ramana avakirina sendîkayeke nû pêşkêş bike, bi taybetî dema ku her tişt di dema rejîma berê de nikaribû ji sînroên çêkirî derkeve de wê got; "Ji ber ku malbata min hemû di warê sendîkayê de kar dikirin û bavê min benda qanûna 23’yan a girêdayî sendîkayan tam dizanibû. Di heman demê de, apê min wê demê serokê karûbarên yekitiyê bû li Lîbyayê. Vê yekê mijarê ji bo min hêsan kir. Wan ji min xwestin ku ez karê sendîkayê zelal bikim û daxwaznameyek ji hêla xebatkarên pargîdaniyê ve ji bo pejirandinê îmze bikim. Bi rastî, ew hat pejirandin ku sendîkayeke taybet a girêdayî Pargîdaniya El-Cezîre ya Bicihkirina Gumrikê were damezrandin û di bin banê Sendîkaya Deryavanan a li Lîbyayê de be. Ez jî wekî cîgira sendîkayê û endama sendîkaya şaredariyê hatim hilbijartin.”
Cara yekem li Lîbyayê jinek cihê xwe di sendîkaya giştî de digre
Nermîn El-Şerîf destnîşan kir ku cara yekem e li Lîbyayê jinek cihê xwe di sendîkaye giştî de digre û wiha got; "Ez wekî alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekitiya deryavanan li Lîbyayê hatim hilbijartin û heya 2010’an di vî wezîfeyî de xebitîm. Em beşdarî forumên navneteweyî bûn. Wê demê, em nikaribûn di wan foruman de biaxivin. Roja ku ez axivîm, yektiyê peywira min cemidand. Ji ber ku min qala yekitî û peymanên ji hêla dewleta Lîbyayî ve hatine pejirandin kiribû ku çawa dewleta Lîbyayê mecbûr e tiştên di wan de hatine gotin bi cih bîne. Beriya şoreşê bi hinekî sendîkayan re hatim veguherandin lê wan bi temamî ez dûr xistim. Bi riya civînê ez ji bo serokatiya sendîkayê hatim hilbijartin. Ew cara yekem bû ku jinek ne tenê di asta Lîbyayê de her wiha di asta cîhanê de di sendîkaya deryavanan de cih digirt. Me Yekitiyeke Ereb ji sendîkayan ava kir û em beşdarî federasyona veguhestinê ya navneteweyî bûn. Ji ber ku em difikirin deryavan bi veguhestina deryayî ve girêdayî ne.” 
Vekişîna ji Yekitiya Karkeran
Di 15’ê Sibata 2011’an de, piştî girtina parêzerê qurbaniyên zindana Ebû Selîm, xwepêşandanên berfereh dest pê kirin û daxwazên xwepêşandêran ji berdana parêzer veguherîn ser rejîma Muamer Qedafî. Xwepêşandanan li gelek bajaran dest pê kir.
Nermîn El-Şerîf li ser karê xwe yê piştî şoreşê dibêje; "Navê Sendîkaya Hilberîner hat guhertin û bû Sendîkaya Kedkaran. Nûnerên vê sendîkayê hatin hilbijartin. Bêyî agahiya min jê hebe ez wek nûnera jinan hatim hilbijaritn û beriya wê ez ji bo navenda Yekitiya Kedkaran, li bajarê  Trablusê hatim wezîfdarkirin, heya ku civînek bi endamên din re pêk were. Hemû sendîkayên li Lîbyayê hatin vexwendin û di civînê de her kes li ser mijarên rêxistinî diaxivî.” 
Nermîn El-Şerîf dibêje; "Xebata yekitiyê baş dimeşiya heya ku têkoşîna hêzê, şer û dabeşbûna siyasî li Lîbyayê dest pê kir. Di sala 2014’an de, navenda Yekitiya li Trablûsê hat desteserkirin û ji partiyên din re hat dayîn û her tiştê ku pê re têkildar bû hat desteserkirin.  Buroya Kontrolê nîşan da ku berpirsyarên yekitiyê milyonek dînar birine û me ji wan xwest dev ji kar berdin lê wan ev yek red kir, ji ber vê yekê me dît ku wekî Sendîkaya Deryavanan divê ku em ji yekitiyê vekişin.” 
"Ji bo ku nikaribim beşdarî hilbijartinan bibim min girtin"
Der barê pirsa; çima hilbijartin li Tûnis çêdibin de wiha dibêje; "Wê demê şer berdewam dikir û zehmet bû ku kes ji rojava were rojhilat. Her wiha diviyabû federasyonên Ereb û navneteweyî amade bin da ku yekitî xwedî rewabûnê be û were naskirin. Mixabin, beriya ku ez biçim Tûnisê, wan ji min erêkirinek ewlehiyê xwestin ku diviyabû ji hêla saziya leşkerî ya ku li herêma Benina ye ve were îmzekirin. Dema ku ez çûm wir bi hinceta ez DAIŞ’î me hatim girtin. Armanc bi vê binçavkirinê ew bû ku ez neçim Tûnisê û neyêm hilbijartin. Ez ji navenda Ewlekariya Derve hatim veguheztin ji ber ku min pasaportek dîplomatîk ji Rêxistina Kedê ya Ereb girt. Ez li wir di Komîteya Jinan a di asta cîhana Ereb de hatim hilbijartin. Pasaport, alav, wesayîd û her tişt ji min hat girtin û min nikaribû beşdarî hilbijartinan bibim lê bi saya kesên ku amade bûn tevî nebûna min jî dîsa ji bo yekitiya giştî ya sendîkayên kedkaran, li Lîbyayê hatim hilbijartin û ez niha jî didomînim.”
“Ji ber sedemên eşîrtiyê hatim binçavkirin”
Li ser tiştên ku bûn sedema binçavkirina wê wiha dibêje; "Sedemên eşîretî bûn sedema binçavkirina min lewre wan hebûna min di yekitiyê de red dikirin. Di navbera salên 2014, 2015, 2016’an de, sê caran hatim binçavkirin lê ez bi ser ketim û ji bo serokatiya yekitiya giştî ya sendîkayên kedkaran a li Lîbyayê hatim hilbijatin. Vê yekê jî dengvedanek mezin li cîhanê çêkir ji ber ku yekemîn car bû jin ji bo vê xebatê dihat wezîfedarkirin.
Pasaporta min û hemû tiştên min ji min hatin girtin” "
Dema ku pasaport û alavên min ji min hatin girtin, min hew dît kedkarên veguhestinê li Hindistanê sefareta Lîbyayê dagir kirine û wêneyên min hildane, banga azadiyê ji bo min dikin. Wekî şoreşek bû ev yek ji aliyê hejmarek mezin a kedkaran ve hatibû lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî ez heta niha di vê xebatê de me û dê di Cotmeha li pêş me de civînek ji bo yekitiya navneteweyî ji sendîkayan re di asta cîhanî de hebe û ez ê dosyeya yekitiya giştî ya sendîkayên Karkerên Lîbyayê ji bo bi awayekî navneteweyî were pejirandin derxim pêş û bixim bin sîwana Federasyona Sendîkayên Cîhanî.” 
 Li ser nûçeya ku dibêje; Nermîn El-Şerîf ji Lîbyayê derketiye û penaberî welatekî Ereb bûye, ew dibêje; "Ev nûçe ne rast e, ez dev ji Lîbyayê bernadim, ji bo kar ez diçim û vedigerim. Ez tenê ji bo dermanê biryayê xwe salek zêde li derve mam. Di wê salê de ez ji dewletekê çûm dewleteke din û digel wê jî min soz da ku ez ê bixebitim û piştî salekê ez vegeriyam Lîbyayê.”