Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir

Di doza Denîz Poyraz de piştî redkirina heyeta dadgehê, danişîn taloqî 18’ê Tirmehê hat kirin.

Îzmîr – Danişîna 3’yemîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer ku di 17’ê Hezîrana 2021’an li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kiribû hat dîtin. Meqama îdiayê ya li hemberî daxwazên redkirina heyeta dadgehê ya parêzeran mutalaa pêşkeş kir, daxwaz kir ku derbarê daxwaza redkirina heyeta dadgehê de xebatên pêwist were kirin û rewşa girtîmayîna kujerê were berdewamkirin.

Serokê dadgehê derbarê beşdariya SEGBÎS’ê de ji kujer Onur Gencer kir. Parêzer û yên li eywanê amade bûn bertek nîşanî serokê dadgehê dan.  Kujer Gencer heqaret li HDP’ê kirin û got: “Ez dixwazim derbarê min de daxistina tahrîkê bê kirin.”

Parêzeran berê xwe da heyeta dadgehê û gotin: “Vê wêrekî û hêzê we daye bersûc.” Kujer ji endam û rêveberên HDP’ê yên li ewyanê amade bûn re got, “terorîst” û li ser vê yekê endam û rêveberên HDP’ê bertek nîşan dan.

“Ev kujer ji daraza Tirk bihêztir in”

Parêzer Gurbet Uçar jî mafê axiftinê girt û got: “Hêj beriya ev danişîn dest pê bike ji birayê Denîz Poyraz re xebera got. We jî bihîst. We mudaxale nekir. bila memura înfazê pişta wî miz bide. Hûn jî bêjin ‘em rastiya madî diparêzin’. Hûnê jî bi awayekê wijdana rehet karê xwe berdewam bikin”.

Hevseroka Giştî ya IHD Eren keskîn jî got: “Ev kujer ji aliyê hevkarê desthilatê ve hatiye parastin. Li ser we jî gef xwar û we jî tiştek nekir. Ev kujer ji daraza Tirk bihêztir in. Îro ev yek derket holê”.

Daneşîn taloqî 18’ê Tirmehê hat kirin

Heyeta dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwaza ku heyet ji dozê vekişe red kir û biryar da ku daxwaza reda dadgerî ji Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 7’emîn re bê şandin. Dadger biryar da ku bersûc Onur Gencer girtî bê darizandin û biryara di danişînek din de li eywanê beşdarî danişînê bibe da. 

Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin.