Danişîna rojnamevan Rûken Demir taloqî 5’ê Cotmehê bû

Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr a ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtinên bi çavkaniyan re bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, taloqî 5’ê Cotmehê kir.

Îzmîr - Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin kiriye û nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" doz li Rûken Demîr vekiribû. Di danişînê de Rûken û parêzerê xwe Zafer Încîn amade bûn. Ji ber şandeya dadgehê ya li danişînê dinêre bi destûr bû, şandeya nobedar biryara lêkolîna rapora sîber a derbarê materyalên dîjîtal û harddîskên ku dest danîne ser de hatiye amadekirin da.
Şandeya dadgehê danişîn talokî 5’ê Cotmehê kir.