Bê mafiya danîngehê dibe sedem ku dayik gelek zoriyan bikşînin

Dayikên Xezayê di navbera qanûnên dualî yê temenê danîngehê yê di navbera jinebîtî û teleqdayî de êşê dikşînin. Ya yekê mafê danîngeha zarokan heya temenê 18 salî û ya din jî di du temenên cuda de danîngeh ji dayikê tê girtin û ev yek dibe sedem ku dayik ji zarokan mehrûm bimîne.

 
REFÎF ÎSLIM
Xeza- Li dadgehên şeriî yên Xezayê gelek çîrokên dayikên ku danîngeha zarokên wan bi zorê ji destên wan hatine girtin hene. Tevî ku ew bi kesekî din re nezwicîne û hemû wextê xwe dane xwedîkirina zarokên xwe jî rastî vê encamê hatine. Malbatên hevjînên wan, valahiyên qanûnê binpê kirine û dayik ji zarokên wan mehrûm kirine. Tenê dayik dikarin di nava 14 rojan de çend seatan zarokên xwe bibînin. Di vî aliyê de dayik gelek êşê dikşînin û ev jin ji bo edaletê band dikin ku zarokên wan di bin rehma dapîr û jinbavan de nemînin.
Ajansa me hewl da li ser vê pirsgirêka danîngehê û zoriyên wê raweste û bendên qanûna Filistînê diyar bike, ji ber vê me bi parêzera navenda Filistînê ya mafên mirovan Samah Ashourre hevpeyvîn pêk anî.
“Qanûna der barê rewşa kesan de li Filistînê tune ye”
Samah Ashour da diyarkirin ku qanûnên Xezayê weke dema Osmaniyan bi rêve diçin û wiha got: “Xeza ji berê ve wekî pêkanîna qanûnên serdema Osmanî tê birêvebirin û sererastkirina wan qanûnan zehmet e û hê jî êşa wê dikşînin. Qanûnên ku niha li ser kar tên kirin heman qanûn in. Qanûna li ser rewşa kesan hê jî weke mezhebê Ebû Henîfa El-Nûman û qanûnan mafên malbatê ku di dema rêveberiya Misrê de di sala 1954’an de hatiye dayîn tê birêvebirin û temenê danîngehê ji xortan re ji 7 sal heta 9 salî ye û ji keçan re jî 9 sal heta 11 salî ye. Jixwe qanûna rewşa kesan li Filistînê tune ye, ji ber ku tiştê li Xeza tê pêkanîn du qanûn in ku me di paragrafa berê de behs kiriye. Li Filistînê Qanûn sabit dimînin û xizmetê ji berjewendiya dayik û zarokan re nakin. Ji ber vê dezgehên huqûqî heta niha daxwaza dirêjkirina temenê danîngehê ji bo dayikê dikin, bi taybetî di dema ji hevcudabûna hevjînan de mafê danîngehê ji dayikê tê sitandin lê divê zarok li kêleka dayika xwe be û li gel dayika xwe mezin bibe.”
“Qanûna danîngehê nagihe heta 18 salî”
Samah Ashour di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qanûnên danigehê û wiha domand: “Jinek teleqdayî ku destûr dide ew danîngeha zarokan bigie heya ku temenê qanûnî derbas dike diyar dike ku ev yek jî li gorî xala 118’an ji qanûna mafên malbatê ye. Wekî tê zanîn qanûna danîngehê divê negihîje 18 salî. Di 17’ê Hezîrana sala 2009’an de, daxuyaniya jimare (19/2009) ya der barê temenê danîngehê û forma wî de hat weşandin. Li ser bingeha guherandina xala (391) ji zagona rewşa kesane û madeya (118) ya qanûna Mafên Malbatê, danîngeha dayika ku hevserê wê wefat kiriye berdewam dike.”
“Em hewl didin qanûna danîngehê were sererastkirin”
Der barê îhtîmala guherandina van qanûnan de ku temenê danîngehê digihîje heta 18 salî wekî li gelek welatan Samah Ashour ew yek ji ber dabeşbûna Filistînê di navbera Bankerîa Rojava û Xezayê de û nebûna encûmena zagonsaz înkar kir û wiha got: “Ji ber ku qanûn teqez, bi madeyeke qanûnî tê sererastkirin. Em hewl didin navend û saziyên jinan bi berdewamî li ser guhertina zagonan û derxistina qanûna rewşa kesane ya yekgirtî derbixin û her wiha em zextê li ser biryargeran dikin ku bendên qanûnî yên têkildarî temenê danîngehê û mijarên din ên girêdayî jinan sererast bikin.”