‘Riya zanistî ya fêmkirina pirsgirêkên ax û avê çandiniyê bi pêş dixe’

Hevseroka Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nûbûn û Xweseriyê û di heman demê de pispora beşa biyolojî Bêrîvan Mihemed destnîşan kir ku ew bi riyên zanistî pirsgirêkên ax û avê dibînin û ji bo pêşxistina çandiniyê pirsgirêkan çareser dikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Ji ber zêdebûn an jî kêmbûn û bikaranîna gubreyên kîmyewî, di ax, av û hewayê de bûye sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber ku ax, av û şînahî pêkhate û çavkaniyên sereke yên pergalên çandiniyê ne, ezmûnan nîşan daye ku riya zanistî û pratîkî ji bo têgihîştina pirsgirêkên wan çavkaniyan, lêkolîna berfireh û vekolînek bi hûrgilî ye bi armanca rastkirina wan pirsgirêkan. Li ser vê bingehê, Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nûbûn û Xweseriyê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lêkolînxaneya analîza ax û avê vekir.

Hevseroka Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nûbûn û Xweseriyê û di heman demê de pispora beşa biyolojî ya kantona Cizîrê Bêrîvan Mihemed li ser mijarê ji me re axivî.

‘Alîkariya cotkaran û parastina axê’

Bêrîvan Mihemed destnîşan kir ku ew ji bo alîkariya cotkaran û parastina erdên çandiniyê dixebitin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Lêkolînxaneya me di destpêka vê mehê de dest bi xebata xwe kir. Armanca me ku em alîkariya cotkaran bikin ji ber ku gubreya kîmyewî biha ye, di heman demê de em dixwazin sûdê bidin axa çandiniyê li gorî pêwîstiya wê. Analîzên axê yên ku em di laboratûarê de dikin analîzên hêmanên sereke, madeya organîk, tevna axê, magnezium û kalsiyûm in. Ji bo avê jî analîzên klor û bîkarbonat hene.”

Gavên ku divê bên sepandin

Bêrîvan Mihemed got ku gelek cotkar nizanin nimûneya av û axê çawa bigrin, ji ber vê yekê ew niha li ser lidarxistina atolyeyên perwerdeyê li ser rêwerzên çandiniyê dixebitin ji bo cotkaran da ku diyar bikin ka mirov çawa nimûneyê bi rêkûpêk digre.

Bêrîvan Mihemed mercên bingehîn ên serkeftina nimûneyên ax û avê wiha rêz kirin: “Ji vir jî em dixwazin dengê xwe bigihîjînin cotkaran ku divê ev gavên bingehîn ji bo serketîbûna nimûneyê pêk werin. Bi texmîna ku ji bo 50 donim erd divê 12 cure bên avêtin. Demsal diguhere, ji ber vê yekê kûrahiya nimûneyê ji bo demsala zivistanê divê 30 cm be lê demsala havînê divê bi qasî 90 cm be. Paşê ev hemû cure tevlihev dibin û du kg ji wê axê gere were lêkolînxaneyê ji bo analîzê. Ji bo analîzkirina avê divê hûn bi kêmanî nîv saet, avê baş biherikînin û dûre nimûneyek bigrin.”

‘Girîngiya lêkolînxaneyê ji bo pêşxistina bazara çandiniyê’

Bêrîvan Mihemed da zanîn ku awayên zanistî û pratîkî  yên ku bi kar tînin ji bo têgihîştina pirsgirêkên van çavkaniyan vekolînek berfereh û vekolînek bi baldarî bi armanca rastkirina van pirsgirêkan e û wiha bi dawî kir: “Piştî teşxîsa rast, rêbazên çareseriyê ango dermankirinê yên serkeftî tên pêşniyarkirin. Cureyên axê hene ku hewcedariya wan bi gubreyek mezin nîn e yan jî enerjiya wan tune ye ku bi gubreya kîmyewî mijûl bibe. Di vê pêvajoyê de zêde pere nayê xerckirin ji bo ku pirsgirêkên zeviyên çandiniyê fam bibin û bi lêçûnên herî kêm wan çareser dike.”