‘Çandina dar û gulan hêviyê dide’

Zeyneb Ebas a ji zarokatiya xwe de bi çandina gul û daran ve mijûl dibe dibêje: "Ji bo min çandina dar û gulan pir bi wate ye û bi çandina gulan hêviyê dide welatekî ku bi salan êşa şer kişandiye."

ZEYNEB ÎSA

Dêrik – Çandina dar û kulîlkan kalîteya hewayê baştir dike û asta qirêjiya hewayî kêm dike. Zeyneb Ebas a 26 salî ku ji bajarê Dêrikê ya herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji zarokatiya xwe ve bi çandina gul û daran re mijûl dibe. Zeyneb Ebas der barê çandiniya dar û gulan de axivî û anÎ ziman ku çandina dar û gulan hêviyê dide wê.

‘Bi çandina dar û gulan welatê me xweş dibe’

Zeyneb Ebas got: "Ez çandina dar û gulan weke karekî ji xwe re dibînim, ji çandiniyê pir hez dikim, pê rehet dibim. Piranî caran ez dar an jî gulan li hinek cihan dibînim, tî ne av didim, cihên rehet ji wan re çêdikim heta ku ew dar an gul bi ser xwe ve tên û şîn dibin. Ji ber bi çandina dar an jî gulan bajar û welatê me xweş dibe û hewaya me paqij dibe. Bi taybetî di demsala havînî de hewa pir germ e. Bi çandiniya dar û gulan hewaya hênik û paqijî tê."

‘Di nava erd de darên fêkî û sebzeyan de dixebitim’

Zeyneb Ebas behsa destpêka çandina dar û gulan û çi zehmetiyan re rûbirû maye kir û wiha berdewam kir: "Ji zarokatiya xwe ve, ez dar û gulan diçînim. Di erdê me yê çandiniyê de, darên fêkî û sebeyan hene û li malê jî gul û kulîlkan diçînim ji ber ku xwezaya welat pir di dilê min de şêrîn e. Di destpêkê de hinek zehmetî hatin kişandin di aliyê madî de ji ber ku ez şitlên dar û kulîkan dikirim û piraniya caran jî ax û gulên ku me dixwest bi dest min nediket. Min ji derve qewêtî dikir heta ku digihîştin min. Me piraniya xwe digot gulên Tolîp li vir şîn nabin lê me ji derve qewîtî kir û anî dema me çand ewqas xweşik şîn hat û çêbû, ez dixwazim her kes li mal an jî li kolanan dar û kulîlkan biçînin ji bo bajarê me pê xweş bibin."

‘Ji bo derûniya mirovan çandiniya dar û gulan pir baş e’

Zeyneb Ebas bal kişand ser cureyên gulên ku diçîne û piştgiriya malbat û hevalên wê ji bo berdewamiya karê wê û wiha pê de çû: "Bi piştgiriya malbat û hevalên xwe yên kar ez di çandiniyê de bêhtir bi pêş ketim. Cureyên gulên ku ez diçînim weke sicad, demed eltufilî, tolîp û gelek cureyên gulan ên din jî hene. Niha jî ji bo ku ez dest bi çandiniya darên avokadoyê dikim tevli komîteya erdan bûm.”

‘Em bi axa sor a bajar çandiniyê dikin’

 Zeyneb Ebas bal kişand ku di pêşerojê de wê şitilgehek veke û wiha bi dawî kir: "Axa çandiniyê zû bi zû li vir peyde nabe ji derve em qewêtî dikin lê niha di halê hazir de, em bi axa sor a bajar çandiniya xwe dikin. Ez dixwazim di pêşerojê de şitilgehek ava bikim, bi giştî cureyên gulan tê de hebin. Herî dawî ez dixwazim saziyên me û şaredariyên me li ser aliyê xwezaya bajar bisekinin û hay ji xwezayê hebin nehêlin kes daran qut bike, dar û gulan biçîne."