Li Tahran û Elburz krîza avê: Bendava Kerac ji sedî 90 vala ye
Serokê Federasyona Endustriya Avê ya Îranê ragihand ku di bendava Keracê de tenê têra du hefteyan av maye û bîrên bin erd ên li Tahranê bi lez kêm dibe.
Navenda Nûçeyan – Serokê Federasyona Endustriya Avê ya Îranê Riza Hacî Kerîm, di daxuyaniya dayî ajansên nûçeyên ên xwecihî yên Îranê de, got: “Ava rezerv a li Tahranê ji sedî 94 xilas bûye û êdî Tahran ne xwedî av e.”
Hacî Kerîm ji ber bê baldariya şertên avhewayê, bajarên Îranê berbi hişkesaliyê ve biriye û wiha got: “Hilberandina giştî ya ava li Tahranê ji sedî 6’ê diçe avdaniya qadên şîn.” Îfade kir ku di heman demê de ava Tahranê ji sedî 38 ji bedavan û ji sedî 62 jî ji çavkaniyên avê yên bin erd tê derxistin.
Av kêm bûye
Serokê federasyonê, diyar kir ku di bendava Kerac de têra du hefteyan av maye û asta bîrên li Tahranê bi lez kêm bûye û hişyariya, “Divê 20 rojên pêşiya me ji rewşa bendavê bawer nekin” da.
Midurê giştî yê şîrketa avê ya herêma Elburz Dawud Necefiyan got: “Bendava Kerac ji sedî 90 zêdetir valeye. Germahiya li ser normalê, kêmkirina çavkaniyên avê zêdetir kiriye.”
Dawud Necefiyan diyar kir ku kêmbûna ava ser erd, zexta li ser çavkaniyên binerd zêde kiriye û niha çar herêmên li eyaleta Elburz di rewşa krîtîk de ne.
Ji rayedaran banga kêm xerckirina avê
Rayedaran banga kêmxerckirina avê li gel kir, pisprên hawirdor sedemê bingehîn yên krîzê wek pergala xirab a bi dehan salan nirxand. Li gorî pisporan, polîtîkayên ragihandina korta avê, gelek bîrên zagonî ku bi zexta sanayiyên mezin hatin vekirin, înşaatên bê pilan ên bendavê û kêmaniya pilanên çandiniyê yên mayînde, çavkaniyên ava Îranê anîne halê hilweşandinê.
Rexnegiran, anîn ziman ku hikumetên cûda yên Îranê ne tenê di sererastkirina modela hilberandina avê de ne serkeftîbûne, di heman demê de bi biryarên ku ne di bingehê zanistî û demkî de ev krîz kûrtir kiriye.
Ji ber vê yekê eyaletên wek Elburz û Tahran ku li navendên ku zêdebûna nifus û sanayî lê heye, îro hem ava vexwarinê hem jî di kalîteya ava binerd de rû birûyî daketinên cidî ne.