Li Kobanê pengava çandina daran
Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê ji bo hawirdoreke baş dest bi çandina daran kir. Li herêmên cuda yên ku dar li wan tune ye dar tên çandin.

ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê di 4’ê Adarê de dest bi çandina daran kir û dê heta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.
Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî diyar kir ku yek ji xebatên beşa ekolojî çandina daran e û wiha berdewam kir: "Yek ji xebatên beşa ekolojî ya herî girîng çandina daran e, ji bo vê jî Desteya Ekolojî her sal dest bi çandina daran dike. Ji meha 9’an heta meha 1’ê em tov kom dikin û ji meha 1’ê şûnve em daran diçînin heta 4’ê Nîsanê. Îsal em amadekariyan dikin ku li malbat, sazî û welatiyan daran belav bikin ji bo bajarê me şîn bibe û hejmarê daran zêdetir bibe."
Almaz Romî, der barê çandina daran de wiha got: "Dema ku rejîma Baasê li vir bû tu girîngî nedida daran û çandiniya daran, tenê çend cureyên daran li vir hebûn kêm cure dihatin dîtin. Niha Desteya Ekolojî gelek cureyên daran çandin, gelek darên fêkiyan me çandine. Darên ku li ser vê axê şîn dibin me çandin ji ber ku me ceribandin çi cureyên daran li vir dibin û me yên ku dibin çandin û cureyên wan pir kirin. Heta 4’î Nîsanê em ê bidomînin jixwe piştî meha Nîsanê hewa germ dibe êdî dar nayên çandin."
3 hezar û 600 dar hatin çandin
Almaz Romî diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd dar pir girîng in ji bo vê her sal di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daran diçînin wiha berdewam kir: "Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîngî daye beşa ekolojiyê ji ber ku sê tiştan bingeh digre yek jê ekolojî ye. Dibêje jin xwe bi çandina daran û ekolojîyê azad dibînin ji bo vê jî her sal di rojbûna Rêber Apo de em hemû cureyên daran diçînin û girîngiyê didin vê rojê. Çalakiya ku me dest pê kir ji bo roja 8’ê Adarê bû li gundê Minazê yê girêdayî bajarê Kobanê me 100 dar çandin. Li Girê Miştenûr me çandina 10 hezar daran plan kiribû lê li wir nêzî 3 hezar û 600 dar hatin çandin ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê em nikarin baş karê xwe bikin loma me hejmar kêm kirin."
Zarok di mijara ekolojîk de tên perwerdekirin
Almaz Romî diyar kir ku ji bo bêhtir girîngiyê bidin daran, hemleya xwe li dibistanan jî dest pê kirine ji bo hişyariya zarokan dane meşandin û wiha bi dawî kir: "Bêhtir ji bo girîngiya daran û xemilandina kolanan weke Desteya Ekolojî me dest bi hemleya li dibistanan perwerdekirina zarokan kir. Ji bo zarok girîngiyê bidin daran û çandiniya wan ji bo vê jî divê em zêdetir xwedî li çandina daran derkevin û hişyariyê di nava zarokan de belav bikin. Ji bo vê jî perwerdeya me ya zarokan berdewam dike û di aliyê çandiniyê de jî xezabên me berdewam dike."