Li Gabesê li hember biryara ‘zirar tune’ bertek: Bedenên me wiha nabêjin

Li Gabesa Tunisê jin bo îspatkirina qirêjiyê pêdivî bi raporan nîne; li rûyê zarokan an jî encamên testan xuya dibe. Çalakvan Lîna Dhaherî got ku “Dadgeh dibêjin zirar tuneye, lê bedenên me tiştek din dibêjin.”

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tunis – Di dawiya Sibatê de, dadweriya Tunisê yek ji dozên jîngehê yên herî nakok li Gabesê bi dawî kir. Dadgeha Dereceya Yekem biryar da ku dozê ji ber "nebûna delîlên zirarê" di dosyaya derbarê girtina yekîneyên qirêjker ên girêdayî kompleksa kîmyewî de betal bike.

Biryara dadgehê rastî bertekan hat

Ev biryar di nav niştecih û çalakvanên jîngehê de nerazîbûnek berfireh derxist holê. Her çend biryar nebûna delîlan îdia dike jî, xelkê Gabesê israr dikin ku ji nexweşiyên kronîk ên nefesê bigre heya rêjeyên zêde yên penceşêrê, nezayînê û kêmasiyên jidayîkbûnê, zirar di her aliyê jiyana wan de eşkere ye.

Dadgeh ji ber klîmayê ne sar bû, ji ber ku heft danişîn, cildên raporên teknîkî û rondikên dayîkên ku li derve li bendê bûn, hemû di çar peyvên ku dadwer di dawiya Sibatê de got de, bi dawî bûn: “Doz ji ber nebûna delîlên zirarê hate betalkirin.” Ev bes bû ku hewa di pişikên Gabes de girantir bibe. Gabesa ku niştecihên wê bi salan e bi qirêjiya ji kompleksa kîmyewî re şer dikin.

Dagirkeriya di bin ala ‘pêşketin û kar’ de

Li derveyî dadgehê, ‘zirar’ bi gelek awayan tê dîtin: zarokek ku hewl dide bêhna xwe vede, jinek ku encamên testê yên ku teşhîsa nû ya penceşêrê nîşan didin digre, jinek din ku bi nelirêtiyê re şer dike û bavek ku navên cîranên ku wî di wê zivistanê de veşartine dike lîste.

Li Gabesê, zirar ne di dosyayên dadgehê de tê pîvandin, di hejmara goristanên ku berfireh bûne, hejmara kabûsên ku bûne teşhîsên bijîşkî û hejmara malzarokên ku nelirêtiyê ragihandine de tê pîvandin. Zêdetirî 70 salan e, kompleksa kîmyewî bajar di bin ala “pêşketin û kar” de dagir kiriye.

Slogana li her derê ‘Mirina hêdî’

Îro slogana ku li beşên zayînê, li rêzên kemoterapiyê û li dibistanên ku hestiyên zarokan bi ketina herî biçûk dişkên, deng vedide “mirina hêdî” ye.

Ev ne tenê raporek li ser biryareke dadgehê ye; ew şahidiya bajarekî ye ku ji hêla dadweriyê ve wek ‘bi ewle’ tê hesibandin, di heman demê de bedenên jinên wê roja ne ku berovajî vê yekê diqîrin. Ew çîroka ‘zirar tune’ ye ku bi mûrekê hatiye nivîsandin û ‘zirar’ e ku bi penceşêr, bêzarî, qelsî û bêhnvedanê hatiye nivîsandin.

’Zirar laşên me dixwe’

Aktîvîstek ji kampanyaya Stop Pollution, Lîna Dhaherî dipirse: “Çawa zirar nayê îspatkirin dema ku em her hefte miriyên xwe ji ber penceşêrê vedişêrin? Dadgeh dibêjin ku zirar tuneye, lê laşên me tiştekî din dibêjin.”

Ji bo fêmkirina vê paradoksê, mirov tenê hewce ye ku ji dadgehê derkeve û bikeve malên Gabesê. Li wir, ‘zirar’ ne di belgeyên qanûnî de, di hûrguliyên jiyana rojane de tê dîtin. Lîna Dhaherî dibêje “Westan, serêş û bêhna teng bûne nîşanên asayî. Heta mêvanên me yên ji derveyî bajêr jî pir westiyayî şiyar dibin.”

Laşên jinan tomarên rastîn ên karesatê ne

Her çend dadwerî di raporan de li ‘delîlên zirarê’ digere jî, çalakvan laşên xwe wek delîlên zindî nîşan didin. Lîna Dhaherî dibêje: “Nexweşiyên herî giran bandorê li tenduristiya hilberandina jinan dikin. Em behsa bêzarbûnê, anormaliyên genetîkî yên di pitikên nûbûyî de, penceşêra di hema hema her malê de dikin. Diya min mamoste ye û ew ji min re dibêje ku hema hema mehek derbas nabe bêyî ku yek ji xwendekarên wê agahiya şikestina hestiyek bistîne. Ev êdî ne normal e.”

Hewcedarî bi binesaziyek lênihêrîna tenduristî heye

Lîna Dharerî zêde dike: “Îstatîstîk li gel me tune ne, lê li ba dewletê heye. Nexweşên me di nexweşxaneyên dewletê de ne û ew dizanin kî ji ber penceşêrê miriye û kî bi deformasyonan ji dayîk bûye. Nebûna binesaziyek lênihêrîna tenduristiyê ku dikare bi mezinahiya karesatê re mijûl bibe, wek nexweşxaneyek zanîngehê ya pispor, pirsgirêkê kûrtir dike.”

Her wiha pêla xwepêşandanên ku di Tîrmeh û Kanûnê de dest pê kirin û bi greva 11’ê Kanûnê gihîştin lûtkeyê, ku nêzî 160 hezar kes beşdar bûn hene. Li dijî tiştê ku çalakvan wekî ‘nêzîkatiya ewlehiyê’ bi nav dikin, ku bikaranîna gaza rondikrêj, girtin û tohmetên xiyanetê dihewîne protesto kirin, tîne bîra mirov.

Piştî zirar tune çi tê?

Îro, piştî biryara dadgehê çalakvanên li Gabesê banga xwe nû kirin: “Doza me ne herêmî ye, doza hemû Tunisiyan e.” Çalakvanan Gabes bi herêmên din ên ku ji qirêjiyê dikişînin ve girêdan, wek hewza madenê, Sfax û Raoued û dihesibînin ku “her serkeftinek li vir ji bo her kesî çavkaniya hêviyê ye.”

 Aktîvîstan tekez kir ku daxwaz ji destpêkirina kampanyaya "Rawestandina Qirêjiyê" di sala 2012’an de neguheriye û wiha bilêv kirin: “Hewayek paqij, deryayek bê qirêjî û ava vexwarinê.”

Wan daxuyaniya Serok Kais Saied a di sala 2014’an de bi bîr xist, ku tê de wî Gabes wek ‘bajarek bi karesatê ketî’ bi nav kir û di encamê de îdia kir ku “karesat heta îro jî berdewam dike û biryara ‘zirar nehatiye îspatkirin’ zirara ku em her roj dikşînin... di laşên xwe û di laşên zarokên xwe de red nake.”