Demnivîsa binpêkirinên polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê

Çemê Feratê, ji dîrokê ve wek demarê jiyanê yê herêmê tê nasîn, îro ji ber polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê bûye amûrek zextê ku gefê li welatên nêzî çem dixwe.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Ferat, ku demarê jiyanê yê dîrokî heta Mezopotamyayê, ne çemek ku ji hêla xwezayê ve tê rêvebirin e; vaneyên wê bi pergala herikînê ku ji hêla polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê ve tê kontrolkirin. Bedêla vêya jî, Sûriye û Iraq didin. Dema baran kêm dibe an jî pêdiviyên aborî yên welatên çavkaniyê zêde dibin, herikîna avê tê qutkirin û çem li welatên nêzî çem dibin ziwa dibe. Berovajî vê, dema bendavên li Tirkiyeyê tijî dibin û Enqere ji ewlehiya tesîsên xwe bi fikar e, av bêyî hişyariyek pêşwext tê berdan, herikînê vediguherîne lehiyê ku erdên çandiniyê û niştecihên li kêleka çem di bin avê de dihêle. Bûyerên li Dêrazorê û Reqayê yên li Sûriyeyê di meha Gulanê de qewimîn, mînakên herî dawî yên vê yekê ne.

Ji dîrokê ve, çarenûsa Mezopotamyayê bi herikîna çemên Dîcle û Feratê ve girêdayî bûye. Di demên berê de xwezayê asta avê û guherînên demsalî diyar dikir, îro Ferat di bin kontrola siyasî û erdnîgarî de ye. Asta navneteweyî yê çem ew veguherandiye qadeke şer a bêdeng û dijwar di navbera welatên çavkanî û welatên nêzî çem de. Krîza niha ya li ser Feratê ne tenê wekî encamek guherîna avhewayê, di heman demê de wekî berhema hevpeymanên netemam û polîtîkayên avê yên yekalî jî tê dîtin.

Çemê Feratê ji ku derê derdikeve?

Çemê Feratê ji Çiyayên Torosan yên li rojhilatê Tirkiyeyê derdikeve. Du şaxên çavkaniya sereke ya çem pêk tînin:

Çemê Muradê ji herêma di navbera Gola Wanê û Çiyayê Agiriyê de derdikeve holê.

Çemê Karasu li nêzî Erziromê dest pê dike.

Ev her du şax li nêzîkî Kebanê dibin yek û rêça sereke ya Firatê pêk tînin. Çem dû re ber bi başûr ve diçe, di rêya Cerablusê re dikeve Sûriyeyê, dû re jî bi rêya El-Qaîmê dikeve Iraqê û li başûrê Iraqê bi Dîcleyê ve dibe yek û Şett el-Ereb pêk tîne. Piştre, diherike Kendava Basrayê.

Dirêjahiya giştî ya Çemê Firatê bi qasî 2 hezar û 800 kîlometreyan tê payîn. Ev dirêjahî wiha ye:

Nêzî hezar û 176 kîlometre ji sedî 42 li Tirkiyeyê ye, nêzî 610 kîlometreyan ji sedî 22 li Sûriyeyê, nêzî hezar û 160 kîlometre ji sedî 36 li Iraqê cih digre.

Para ku welat ji çemê Firatê digrin

Di sala 1987’an de, Tirkiyeyê soz da ku di saniyeyê de herî kêm 500 metrekup av li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê berde. Ev mîqdar salane bi qasî 15.75 milyar metrekup av e. Di sala 1989’an de, Sûriye û Iraqê li ser parvekirina ava ji Tirkiyeyê tê, li hev kirin:

Iraq: Ji sedî 58 (nêzîkî 9.13 milyar metrekup)

Sûrîye: Ji sedî 42 (nêzîkî 6.62 milyar metrekup)

Bingeha nakokiyên di navbera welatên çavkanî û nêzî çem de

Tirkiye bi fermî têgehên ‘kotaya avê’ an ‘parvekirina avê’ qebûl nake û îdia dike ku mafê wê heye ku çavkaniyên avê ji bo xwedîkirina projeyên xwe yên wekî Bendava Ataturk bikar bîne. Ev rewş dibe sedema nakokiyên domdar di navbera her sê welatan de, bi taybetî di demên hişkesaliyê de.

Hiqûqa navneteweyî ji bo welatên ku çemên sînor derbas dikin hin prensîbên bingehîn destnîşan dike:

Mafê her welatekî heye ku avê bi awayekî dadperwer û maqûl bikar bîne da ku pêdiviyên xwe yên bingehîn bicîh bîne.

Welatek nikare projeyên ku bandorek neyînî li ser mafên avê yên welatên din bikin, pêk bîne.

Beriya bendav û avahiyên avê yên werin çêkirin, divê welatên din werin agahdarkirin û nêrînên wan bên girtin.

Demnivîsa pratîkên nakok di polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê de

Nîşanên yekem ên krîzê dema ku Tirkiyeyê dest bi dagirtina Bendava Kebanê kir, derketin holê. Di heman demê de, Sûriye jî Bendava Tabka (Ferat) dagirtî bû. Ev yek bû sedema kêmbûna girîng a mîqdara ava ku dighîje Iraqê û di navbera Iraq û Sûriyeyê de aloziyek çêkir ku heta gefa şer jî dixwar. Pirsgirêk bi navbeynkariya Yekîtiya Sovyetê û Erebistana Siûdî hate çareserkirin.

Di dawiya salên 1970’yî de, Tirkiyeyê Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da destpêkirin, ku 22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê li ser çemên Dîcle û Feratê digre nava xwe.

Di nûçeyê de îdia dike ku Tirkiyeyê van projeyan bêyî destûra pêşwext a Sûriye û Iraqê û bêyî nirxandina bandora wan li ser welatên nêzî çem pêk aniye.

1990: Rawestandina Herikîna Feratê

Di navbera 13’ê Çile û 12’ê Sibata 1990’an de, Tirkiyeyê herikîna Feratê ji bo mehekê sekinand da ku depoya Bendava Ataturk tijî bike.

Di raporê de tê gotin ku ev gav bûye sedema zuwabûna deverên çandiniyê yên mezin li Sûriye û Iraqê û ji hêla her du welatan ve wekî binpêkirina Peymana 1987’an hatiye hesibandin.

Ziwabûna Çemê Xabûrê

Tê gotin ku di salên 1990’î de, Tirkiyeyê li ser çavkaniyên ku ava Çemê Xabûr dixwin gelek avahiyên avê çêkirine. Rapor îdîa dike ku di encamê de, Çemê Xabûrê di sala 2001’an de cara yekem di dîroka nûjen de axa Sûriyeyê bi tevahî hişk bûye û bi qasî 20 hezar kîlometreçargoşe ji hewza çandiniyê zirar dîtiye.

Nîqaşên Hiqûqa Navneteweyî

Rapor diyar dikin ku Sûriye û Iraq kiryarên Tirkiyeyê li gorî rêziknameyên navneteweyî yên jêrîn neqanûnî dibînin:

Rêziknameyên Helsînkî yên 1966’an

Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1997’an a li ser bikaranîna çavkaniyên avê yên Navneteweyî yên Ne-Navîgavtî

Her çend Tirkiye yek ji wan welatan be ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1997’an îmze nekiriye û li dijî wê deng daye jî, li gorî nêrîna ku di nûçeyê de hatiye diyarkirin, nêrînên wekî ‘nehiştina zirara girîng’ û ‘agahdariya pêşwext’ wekî beşek ji qanûna adetî ya navneteweyî têne hesibandin.

Her wiha tê gotin ku Danezana Jîngehê ya Nairobiyê ya 1982’an destnîşan dike ku divê ji pratîkên ku dê bibin sedema xirabûna jîngehê li welatên cîran dûr bisekinin.

Pêla hişkesaliyê li Sûriye û Iraqê

Di navbera salên 2021-2022’an de, Feratê yek ji astên herî nizm ên herikîna xwe li Sûriyeyê jiya. Li gorî vê:

Asta ava ku ji Tirkiyeyê tê, wekî ku di peymanan de hatibû destnîşankirin, di sanyeyê de ji 500 metrekup, daket nêzîkî 200 metrekup.

Asta avê li bendavên Tebqa û Tişrînê bi qasî 5 metreyan daketiye.

Hin tesîs nêzîkî astên ‘qebareya mirî’ dibin ku ev yek ji bo hilberîna kehrebeyê û operasyonên pompkirinê xetereyê çêdike.

Di raporê de tê gotin ku yek ji sedemên sereke yên vê rewşê ragirtina avê di bendavên di çarçoveya projeya GAPê de ye.

Ji ziwabûnê heta lehiyê

Li gorî nirxandina di dosyayê de cih girtî, pergal ji ber depokirina avê ya dijwar di salên berê de lawaz bûye. Di zivistan û bihara 2026’an de, rezervuarên bendavan li Tirkiyeyê gihîştin rêjeyên dagirtinê yên bilind. Dema ku barana giran û helîna berfê li Çiyayên Torosê çêbû, depokirina ava zêde zor bû.

‘Tirkiyeyê bendavên xwe parast, welatên nêzî çem bedêl dan’

Hate diyarkirin ku Tirkiye bi vekirina deriyên rijandinê ji bo mîsogerkirina ewlehiya bendavan di saniyeyê de zêdetirî 1,000 metrekup av berdaye û ev yek li Sûriye û Iraqê bûye sedema lehiyê. Nivîskar îdîa dike ku ger di salên berê de nêzîkatiyek rêveberiya avê ya hevsengtir bihata sepandin, xetera lehiyê dikaribû kêm bibûya.

Encamên lehiyên dawî

Lehiyan bi taybetî bandor li Sûriyeyê kir:

Li herêmên Reqa, Dêrezor bi bandor bû. Erdên çandiniyê yên mezin ên li kêleka çem di bin avê de man, hin pirên demkî zirar dîtin û veguhestina herêmî asteng bû.

Li gorî daneyên destpêkê yên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 31’ê Gulanê de hatine weşandin:

Li deverên gundewar ên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, 3,769 malbat bandor bûn.

Bi hezaran hektar erdên çandiniyê zirar dîtin.

1.075 avahî bi temamî an jî qismî zirar dîtin.

Li gorî raporê, bûyeran careke din nîşan da ku rêveberiya avê li ser Çemê Feratê ne tenê encamên jîngehî, di heman demê de encamên mirovî, aborî û siyasî jî hene.