Li Çemçemalê xweza bi keda jinan tê parastin

Endama Rêxistina Parastina Jîngehê ya Çemçemalê Sabiha Reşîd diyar kir ku li Çemçemalê xebatên hişyarkirina jîngehê hatine kirin û nerazîbûn nîşanî nebûna plansaziya hikûmetan a ji bo hişyarkirina jîngehê da.

NÎHAYET EHMED

Çemçemal – Bajarokê Çemçemal yek ji kevintirîn bajarokên Kurdistana Federal û Iraqê ye. Çemçemal ku bi qasî 10 km dûrî Gundê Çermo ye ku jê re yekem navenda mirovahiyê jî tê gotin, bi bedewiya xwe ya bêhempa tê naskirin.

Endama Rêxistina Parastina Jîngehê ya Çemçemal Sabîha Reşîd xebatên ekolojîk ên li herêmê ji ajansa me re nirxand. Sabîha Reşîd diyar kir ku bi saya kampanyayên hişyarkirinê û şêniyên herêmê bajar hate parastin, qada kesk hate berfirehkirin û deverên din kesk bûn. Sabîha Reşîd amaje bi wê yekê kir ku ti kargehek ku bandorê li qirêjiya navçeyê bike nîne lê li derdora bajêr kargehên din hene û got ku ji bo projeya veguhestina berhemên avêtinê erd hatiye veqetandin.

'Jiyan bi hebûna jinan xweş e'

Sabîha Reşîd bal kişand ser girêdana jinê ya bi xwezayê re û wiha got: “Jiyan bi hebûna jinê xweş e. Jin li her derê û li her qadê xwedî rolên xwe ne. Bi taybetî jî dayik divê zarokên xwe li ser paqijkirina jîngehê perwerde bikin. Em wek mamoste û jîngehparêz dema ders didin xwendekarên xwe behsa jîngehê dikin. Ji ber ku weke jin em vê erka pîroz hîs dikin. Lê belê, ev pirsgirêk pir caran li derveyî hêza me jinan e. Hikûmet di vê mijarê de ne xwedî planek in, pir caran bala xwe didin bajarekî û yê din tê paşguh kirin. Bajarokê Çemçemal her wek xwe maye ji ber ku bi awayekî hatiye biçûkxistin.”

'Jîngeh di heman demê de tê wateya jiyana tendurist ya kesane'

Sabîha Reşîd diyar kir ku bi rêya semîneran li zanîngeh û dibistanên Çemçemal çalakiyên hişyarkirinê tên lidarxistin û got, “Em rêxistineke jîngehparêziyê ne ku bi berdewamî li dibistanan xebatên xwe dimeşînin, hişyariya jîngehê didin xwendekaran û bi awayên cuda xebatên jîngehê dimeşînin. Em di betlaneya havînê de li saziyên hikûmetê xebatên xwe yên jîngehê didomînin.”

Sabîha Reşîd got, "Eger em ji axa xwe hez nekin, ev tê wê wateyê ku em ji jiyana xwe hez nakin. Ji bo jiyanek tendurist pir girîng e. Ger çavkaniya ava vexwarinê mîkrobial be û ji bo vexwarinê ne guncav be, dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyan. Bi taybetî di mehên havînê de pirsgirêka avê heye. Em dixwazin çavkaniyên avê neyên firotin û Kurdistan ji dagirkeran bê parastin.”