Jinên Qilêbanê ji ber bendavê bi hêrs in

Li Qilêbanê 7 bendavên ku hatine çêkirin mehên zivistan û biharê hem di aliyê madî de hem jî di milê manewî de zirarê dide gelê herêmê. Jinên ku her dem bi tirs dijîn dibejin ku edî hizûra wan nemaye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex – Li Şirnexê hevsengiya xwezayê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Li bajarê ku yek ji navendên ku herî zêde wêrankirina ekolojîk lê tê hîskirin e, bi birîna daran, kanên qaçax û kanên qûmê, şewata daristanan hilweşîneke mezin a ekolojîk heye. Aliyek polîtîkaya şerê taybet a desthilatdariya AKP-MHP'ê ev talana cewherî ye. Yek ji van polîtîkayên talanê ku armanca wê koçberkirina gel e, bendavên ku di sala 2009'an de li navçeya Qilêban (Qilabana) ya Şirnexê ji aliyê Karên Hidrolîk ên Dewletê (DSÎ) ve hatin çêkirin, hejmara wan derket 7'an.

Bendav dibin sedema lehiyan

Di navbera navenda bajêr û bnavçeya Qilêbanê de bendavên ku li ser rûbarên dirêjahiya wan 60 kîlometre ye hatine çêkirin, bihar û zivistanê dibe kabûsa gelê herêmê. Gundiyan diyar kirin ku piştî bendavên ku her di navbera van de 10 kîlometre heye, hatin çêkirin bûn sedema lehî û zirzilê. Bendavên ku li nêzî gundê Nêrweh, Bilîh û Kiror hatiye çekirin bûye sedem ku lehî rabe û hem di warê madî û hem manevî de zirarê bide gel.

Hem mal hem jî lawirên wan telef dibin

Jinên ku li gundê Nêwehê dijîn dibejin ku bendav di nava gelî de ye li jorê gund hatiye çêkirin. Dema ku baran zêde dibare bendav tijî dibe û nikarin ji tirsê razên. Her wiha jinan dan zanîn ku dema biharê bendav di ser de diqelibe û axur û lawirên van telef dibin, bang kirin ku ji vê rewşa heyî re çareseriyek vere peydakirin.

‘Ne biharê ne jî zivistanê hizûra me nemaye’

Sabriya Alturk a ku yek ji welatiyên li gund e got ku bendavên hatine çêkirin tu cihek jiyanê ji wan re nehiştiye û ruxmê ku nedixwestin ev bendav werin çêkirin, bi zorê li ser çeman hatine çêkirine û diyar kirin ku hizûra gelê herêmê ji wan hatiye girtin û nerazîbûnên xwe wiha anîn ziman: “Ji ber sedema lehî û zirzireyan em ê neçar bimînin ji cihê xwe koçber bibin. Piştî gundê me di sala 1990’an de hat şewitandin em hatin vir. 13 sal em li cihên cuda mani piştre em hatin ser axa xwe. Ava bendavê dema bihar û zivistanê di ser de diqelibe û av dikeve nava malên me lawir û axurên me di nava avê de dimînin. Çend caran lawirên me ji ber bendavan telef bûn. Kes nayê halê me napirse. Êdî bendavên ku çêkirine nikarin xerab jî bikin lê bila me jî bifikirin. Ruxmê bendav heye heqê kehrebê pir zêde tê. Dema zivistan be bendav dicemide lê dema bihar tê ava bendavê di ser ve diçe em nikarin ji tirsa razên. Av kêmekî din ser ve biçe wê gund di bimîne de bimîne li bajarên rojava jî bendav diteqin mirov bi avê re diçin ji ber vê yekê em pir ditirsin.”

‘Dema lehî radibe em nikarin li malên xwe bimînin’

Bedriye Ozel a ku li kêleka gelî dijî dibêje ku gundê wan di bin xeterê de ye û wiha axîvî: “Em pir ditirsin em lawirên xwe ji kêleka rûbaran dûr dixin, dema lehî radibe em nikarin li malên xwe bisekinin. Hem em hem gundê me û hem jî zarokên me di nava xeteriyek mezin de ne. Em ji gundên din koçber bûn hatin vir lê dîsa jî me hizûr nedît. Niha cihek ku em biçin jî nîn e. Berê gundê me dihat şewitandin, niha di bin avê de dihêlin. Dema lehî radibe cihek ku em birevin jî tune ye. Em edî çi bikin. Tiştek ku em bikin tune ye.”