Gimgimî: Encama JES’ê wê wek encama şer be
Dixwazin bi zagona ‘qanûna avhewayê’ bajarên Kurdistanê ji talana şirketan re vekin. Gelê ku li dijî projeya JES’ê ku tê plankirina di nava sînorê gundê Xwarik a Gimgimê de bê çêkirin daket qadan, dibêje “Dewlet jehrê tîne xaka me."
MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN
Mûş – Di 2’yê Tîrmeha 2025’an de tevî hemû bertekan ‘qanûna avhewayê’ li meclîsê hat erêkirin û bû zagon. Ev yasa, di Rojnameya Fermî de hate weşandin û ket meriyetê.
Hate diyarkirin ku qanûn ‘têkoşîna li hember guherîna avhewayê û esasên têkildarî ahengiyê’ dihewîne. Partiyên muxalîf û rêxistina hawirdor û ekolojiyê, sazûmaniya nû wek ‘zagona dagirkeriyê’ dinirxînin û rexne dikin. Hate diyarkirin ku piştî ‘Qanûna avhewayê’ ya li meclîsê hate erêkirin, 140 ruxsatên lêgerîna madenan daye herî kêm 40 bajaran.
Serlêdanên şirketan ên ji bo lêgerîna petrolê hatin erêkirin
15 ji vana ruxsata lêgerîna zêr, yên mayî jî ya hesin, bafun û qadên mermerê, ji sermayê re hatine pêşkêşkirin û qadên xwezayê û jiyanê ji talanê re hat vekirin. Di meha Tebaxa heman salê de, derbarê ruxsata lêgerîna petrolê jî biryarek hate girtin. Li gorî biryarê, serlêdanên şirketan ên derbarê dirêjkirina dema lêgerîna petrolê de, hate qebûlkirin.
Li gorî serlêdanê bi biryara avê MAPEG a Muteallik a Mafê Petrolê û hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Şirnex û Amedê ruxsata lêgerîna petrolê ji 3’yê Tîrmeha 2025’an heta 3’yê Tîrmeha 2027’an dirêj kiriye.
Xwezaya Kurdistanê ji talanê re tê vekirin
Bi vî awayî xwezaya Kurdistanê û qadên jiyanê bi awayek sîstematîk ji talanê re tê vekirin. Di vê çarçoveyê de, di nava projeyên ku xwezayê texrîb bike de, li navçeya Kanîreş a Çewlikê û navçeya Gimgim a Mûşê, ji aliyê Şirketa Anonîm a Hilberîna Enerjiyê ya IGNIS H2 ya navenda wê DYE ye ve dihat îlankirin ku du projeyên cûda yên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bû rojev.
Li dijî projeya JES’ê ku di nava sînorên gundê Xwarik a girêdayî Gimgimê de ye, hem gelê xwecihî, hem jî ekolojîstan, dest bi çalakiyan kirin. Derdorparêzan diyar kirin ku dê destûr nedin vê projeyê û wê xwezaya xwe biparêzin. Li Gimgimê li dijî talana ekolojîk, di 24’ê Nîsanê de bi diruşmeya ‘Em xwedî li xweza, av û xaka xwe derdikevin’ mîting hate lidarxistin. Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, peyama ‘Li dijî talana xwezayê, têkoşîna hevpar’ derket pêş.
Gel diyar kir ku di serî de Kurdistan, li dijî hemû texrîbatên ekolojîk in û wê destûrê nedin.
‘Encamên projeyê, wek encamên şer in’

Ji Gimgimê Yildiz Ak, diyar kir ku projeya JES’ê xak wan dagir dike û wiha domand: “Ev xak, a me ye. Proje zirarê dide jiyana hemû zindiyan. Gel debara xwe bi sewalvaniyê dikin.”
Yildiz Ak da zanîn ku tevî ku zarok û kes û karên wê li bajarên cûda dijîn, li Gimgimê ji bo li dijî talana xwezayê dengê xwe derxin, vegeriyane ser xaka xwe û wiha got: “30 gayên me hene. Em debara xwe bi wan pêk tînin. Ev JES, zirarê dide mirovan, sewalan, çandinî û hemû zindiyan. Ji bo ku me ji vê derê sirgûn bikin, van projeyan çêdikin. Ev komkujî ye. Encama vê projeyê, dê mîna encama şer be. Em li dijî vê projeyê ne.”
‘Dewlet jehrê tîne xaka me’

Safîre Tepe jî xwedî li axa xwe derdikeve û bi vê armancê beşdarî çalakiya protestoyî bûye. Safîre bi bîr xist ku li gund havînê 10, zivîstanê jî 30 mal hene, da zanîn ku projeya JES’ê ‘jehrê belav dike’ û wiha pê de çû: “Ger ev jeotermal bikeve nava av û hewaya me, emê hemû bi jehrê bikevin. Dewlet li cihê ku tiştên baş bike, jehrê tîne xaka me.”
‘Metirsiya erdhejê ditirsîne’
Projeyên Jeotermal, bi taybetî di nava kar û barên sondaj û enjeksyona diherike de, di xetên fayê de nehevsengiyê ava dike û dibe ku bibe sedemê erdhejan. Safîre Tepe anî ziman ku metirsiya erdhejê di nava gel de tirsê ava kiriye û wiha got: “Tirsa me ya erdhejê hê zêdetir bûye. Jixwe ev gundek biçûk e, ger vê ji bikin li gund ne jiyan dimîne, ne jî gund.”
‘Ez hatime ku xwedî li warê xwe derkevim’

Sîsa Olgunsoy ku li Edene dijî lê belê li dijî talana xwezayê ya li Gimgimê bêdeng nemaye, bang kir û got: “Bila hemû kes xwedî li war, av, hewa û xaka xwe derkevin.”
Fadîme Încesu jî bang li dewletê kir û got: “Destê xwe ji xwezaya me bikşînin. Dawî li projeyê bînin. Ev xak ji mezinên me mîras maye. Emê xwedî li xak, av, xweza û mirovên xwe derkevin. Em destûr nadin JES’an.”