Li Kurdistana krîza avê bi tunekirina daristanan û bendavan kûrtir dibe

Ekolojîst Derya Akyol diyar kir ku pirsgirêka tunebûna avê ya li Tirkiyeyê, bi tunekirina daristan û bendavên li Kurdistanê tên çêkirin re kûrtir dibe, hişyarî kir ku ev rewş dibe ku bibe sedema koçberiyê ji herêmê.

ARJÎN DÎLEK ONCEL 

Amed- Krîza “kêmbûna avê” ya ku ji ber guherîna avhewayê û germahiya kûrewî çêdibe, her diçe bandora wê li cîhanê zêdetir dibe û krîz mezintir dibe. Pirsgirêka krîza avhewayê û avê, di rapora ku di çarçoveya Hefteya Avê ya Cîhanê ya 2025’an de bi sernavê “Di salên 2000-2024’an de Ava Vexwarinê ya Malbatê û Pêşketina di Sanîtasyonê de: Ji bo Newekheviyê Xaleke Taybet” de jî cih girt.

Li cîhanê pirsgirêka avê

Rapora ku ji aliyê UNICEF’ê ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku ji sala 2015’an ve heta niha tevî pêşketinan jî, li tevahiya cîhanê ji çar kesan yek, ji ava vexwarinê bêpar dimîne. Dîsa li gorî raporê, mirovên li welatên ku pêşketina wan pir kêm e dijîn, li gorî mirovên li welatên din, îhtîmala bêparbûna ji ava vexwarinê û xizmetên sanîtasyonê duqat zêdetir e, îhtîmala bêparbûna ji derfetên hîjyenîk jî ji sê qatî zêdetir e.

Belavbûna avê ya bêedalet ‘herêmên kêmderfet’ ava dike

Tevî ku ji sê paran yekê cîhanê tije av e jî; tenê ji sedî 2,5’ê vê avê çavkaniyên ava şirîn in. Ji ber ku zêdetirî çavkaniyên ava şirîn li qeşeman in, tenê beşa ji sedî yek ji bo bikaranîna mirovan guncaw e. Ji ber ku van çavkaniyên ava kêm, li rûyê cîhanê bi awayê bêhevseng belav bûne, hinek herêm kêmderfet in. Ji aliyekî ve jî ji ber ku her diçe nifûsa cîhanê zêde dibe û guherîna avhewayê ev rewş pirsgirêkan zêdetir dike. Rêxistina Tendirustiyê a Cîhanê, 2,2 milyar mirov ji ava paqij bêpar in. Bi zêdebûna nivûsa cîhanê re, heta sala 2030’yan di navbera pêdivaya avê û çavkaniyên heyî de ji sedî 40 cudahî heye.

Li gorî raporan, herêma ku li cîhanê herî zêde ava wê kêm e Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur e. Li tevahiya cîhanê ên ji ber tunebûn avê stresê dijîn 17 welat in û 12 ji wan li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur in. Heta sala 2030’yan li vê herêmê salane ji bo her mirovê miqdara avê 500 metrekup e û tê texmînkirin ku dê ev bikeve asta xeyalê.

Xetera welatê ‘xizaniya avê’

Van daneyan hemû nîşan didin ku welatên Rojhilata Navîn di bi xeterek çawa re rûbirû ne. Di rapora avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de, hat diyarkirin ku dê Tirkiye ji rewşa welatê ku “stresa avê dijî” di sala 2030'yan de bi xetera ketina kategoriya welatê “xizaniya avê” re rûbirû bimîne.

Li gorî Odeya Endezyarên Hawirdorê, di rewşa heyî de li Tirkiyeyê serê her mirovê, salane miqdara avê, hema bibêje 1330 metrekup e lê li gorî Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî, fikar heye ku li Ege, Derya Spî û herêmên Kurdistanê, ev rêje li gorî tevahiya Tirkiyeyê pir kêm e.

Di vê pêvajoya ku li her herêma Tirkiyeyê pirsgirêka avê heye, ji ber “polîtîkayên ewlekariyê” li herêma Kurdistanê polîtîkayeke cuda tê meşandin. Ji ber ku qeyûman du serdema li Kurdistanê bajaran pêşî li betonkirinê vekirin, bi hinceta “ewlekariyê” polîtîkayên tunekirina daristanan, xebatên bendav û madenê li herêmê pirsgirêka avê kûrtir û girantir kirin.

Ekolojîst Derya Akyol der barê pirsgirêka avê ya li herêmê de ji ajansa me re nirxandin kir.

Derya Akyol diyar kir ku Tirkiye xwedî erdnîgariya ku li cîhanê ji guherîna avhewayê zêde bi bandor bûye ye û got: “Ji pirsgirêka avê re dibêjin ‘krîza avê’ lê em wiha nabêjin. Çima av bi serê xwe bibe krîzek? Ger em hişkesaliyê bi temamî bi guherîna avhewayê ve girê bidin; kêmbûna barîna berfê, bi awayê bê dem û bêserûber barîna baranê, hemû encamên krîzeke pergalî ne. Ev yek jî me bi pirsgirêka hişkesaliyê re rûbirû dihêle.”

‘Li Tirkiyeyê tu polîtîkaya ji bo avê tune ye’

Derya Akyol bi gotinên; “Li Tirkiyeyê polîtîkayeke ji bo avê tune ye” diyar kir ku av weke meta tê dîtin,  û weke tiştek ku dikare were kirîn û firotin, di navbera şirket û dewletan de bûye “mulkê taybet.”

Derya Akyol diyar kir ku av ne weke çavkaniya jiyanî, bûye mulk û got ku ve nêzikahiyê pirsgirêkê kûrtir kiriye.

Derya Akyol wiha got: “Bi polîtîkayên şaş em dibînin ku pirsgirêka avê zêdetir dibe. Mînak; di avdaniya çandinî de, pergala berdana avê ango rêbazên avdaniyê yên em dibêjin ‘avdaniya hovane’ ji ber ku zêdetir bûne, ji sedî 50 av li tewşê diçe. Di şebekeyên nava bajar de jî kêmasiya binesaziya teknîk, kevinbûn, arizayên teknîk, dibin sedem ku ji sedî 25, ji sedî 30 av li tewşê biçe.”

Jiyana zindiyan di xeterê de ye

Derya Akyol got ku li Kurdistanê gelek factor dibin sedema kûrbûna pirsgirêka avê û wiha domand: “Bi mezinbûna bajarbûnî zêdebûna betonan re, ava baranê nagihîje axe. Êdî baran têra rûbar û ava bin erdê nake. Yek ji pirsgirêkên herî mezin jî tunekirina daristanan e. Agirê ku her dem bi daristanan dikevin, ji bo vekirina qadên cuda jêkirina daran û tunekirina daristanan jî yek ji sedemên hişkesaliyê ye. Ji xebitandina şexsî wêdetir, di serî de populasyona zindî di xeterê de ye. Jiyana hemû zindiyên ku bi avê xwedî dibin, dikeve xeterê. Eko-sîstem di nava xwe de xwedî hevsengiyek e. Xwarinên me yên bingehîn genim, cihe û xurekên weke wan, pir pêdivî bi avê dibînin. Bi vê rewşêr e dê berhemdariya wan jî kêm bibe. Ev yek jî dê pêşî di warê xurekê de me bê temînat bihêle.”

Derya Akyol bi gotinen; “Bi hişkesaliyêr e dê ji ber tunebûna avê li herêmê koçberî çêbibe” hişyarî kir diyar kir ku bi taybetî li herêmên bejahî ger hilberîn tunebe dê bi xwe re koçberiya ji neçariyê bîne. Derya Akyol got ku ji ber nîvê Kurdistanê herêma zuha ye, encamên wê dê girantir bin û wiha got: “Çavkaniyên debarê yên Kurdistanê çandinî û ajalkarî ye. Em behsa erdnîgariya ku hêza xweser a herêmî û îstîhdamê lê pir kêm e dikin. Ger pirsgirêk wiha bidome dê encamên weke salên 1990’an ku bi polîtîkayên koçberkirinê çêbûn bi xwe re bûne. Li Kurdistanê polîtîkaya tunekirina daristanan pir zêde ye. Bi polîtîkayên li ser herêmê re, polîtîkaya tunekirina daristanan jî heye, daristan tên şewitandin, çend salên dawî jî dar bi temamî ji kokê ve tên jêkirin û barkirin. Ev rewş hişkesaliyê kûrtir dike. Em behsa cihekî ku şev û roja wê cudahî di navbera pileyên germahiyê de pir kêm e dikin. Daristan tune ne, bajarên ku bi temamî bûne beton hene. Bi hilweşandina ku di sala 2015’an de bi qedexekirina derketina derve re dest pê kirin, bajarên bi beton hatin çêkirin. Her ku bajar bi betonan hatin girtin, cudahiya pileya germahiya bi roj û şev kêm dibe. Rûbar jixwe di bin tehekumê de ne. Rûbarên weke Dîcle û Firat ên ku herêmê xwedî dikin, bi bendavan pêşî li wan hatiye girtin û bi xwezayî naherikin. Ev yek jî çi bi xwe re tîne, pir bandorê li ser ekosîstema herêmê dike.”

‘Aştiya bi xwezayê re pêkan e’

Derya Akyol diyar kir ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” xweza û aştî ji sernavên girîng in û wiha got: “Em aştiyê bi tevahî digrin dest. Em behsa xweza û aştiyê dikin. Em behsa aştiyeke ku hem bi xwezayê re hem jî di warê maf û azadiyê de ye dikin. Di pêvajoyeke ku aştî çêbibe de, destpêkê divê van mafên jidestçûyî werin girtin. Ger xebatên çandinî ji nû ve dest pê bikin dê bandoreke baş li ser terzê jiyana civakî çêbibe. Aştî di heman demê de dê têkiliya civakê ya bi hev re, têkiliyên cîraniyê çêbike. Di salên 1990’an de bi hinceta ewlekariyê gundiyên ku ji cihên xwe derketin ger careke din vegerin warên xwe dê jiyana komunal ji nû ve zindî bibe.”

Derya Akyol, herî dawî got: “Xeyala me ew e ku em bi xwezayê re di nava ahengê de bin. Em xeyal dikin ku ji van polîtîkayên rantê dûr, jiyana ku xweza û civak bi hev re bê ji nû ve çêbibe, em ji bo vê yekê têdikoşin.”