Gelê Kanîreşê bi biryar e: Em ê erdên xwe radest nekin
Qerxabazar û gundên derdorê ji ber projeya santrala jeotermal di bin gefê de ne. Gelê herêmî, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin projeyê û gotin: "Armanca wan ew e ku me bifetisînin. Em ê erdên xwe radest nekin."
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Çewlig – Bertekên li ser "Qanûna Avhewayê" ya li Tirkiyeyê ku di sala 2025’an de hat derxistin û di Tîrmehê de ket meriyetê, berdewam dikin.
Raya giştî û parêzvanên jîngehê, bi gotina ku qanûn "sermayeyê diparêze, ne xwezayê", li dijî projeya Santrala Elektrîkê ya Jeotermal (GPP) a ku ji hêla IGNIS H2 Inc. ya Amerîkî ve li gundê Qerxabazar û gundên derdora wê yên navçeya Kanîreşa Çewligê û gundê Xwarik ê navçeya Gimgim (Varto) ya Mûşê tê plankirin, derdikevin.
Li dijî projeyê li Gimgim û Kanîreşê mîtîng hatin lidarxistin. Xelkê herêmê dibêjin ku heta proje neyên rawestandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Elîf Şahîn diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin û destûrê nedin santralên enerjiya jeotermal (JES) û got ku vekirina herêmên Kurd û Elewî lê dijîn ji bo talankirinê "berdewamiya polîtîkaya koçberiyê ya dewletê" ye.
'Beşek ji siyaseta koçberiyê ya dewletê'

Elîf Şahîn koçberiya berfireh a ku di salên 1990’î de li Kanîreş û derdora wê ji ber zilm û zordariya dewletê qewimî bi bîr xist û got: “Bi tiştê ku îro tê kirin, armanc ew e ku mirovan bidin koçberkirin. Bi zorê hiştina gundên xwe, koçberkirina wan ji welatê xwe û talankirina gundên wan beşek ji siyaseta ku bi salan e tê meşandin e. Mîtîngên îro tenê destpêk in; berxwedana me, heta ku proje neyê betalkirin dê berdewam bike. Em ê dev jê bernedin.”
‘Dixwazin qadên me yên jiyanê wêran bikin’
Nîlufer Aslan jî diyar kir ku tiştê diqewime kiryarek desteserkirinê ye û bi gotinên: “Ew dixwazin erdên gelê herêmê bi sedsalan e lê xwedî derketine û parastine desteser bikin” destnîşan kir ku enerjiya jeotermal jehrê belav dike.
Nîlufer Aslan got ku gelê herêmê bi xwezayê re di nava ahengê de dijî û diyar kir ku ew dixwazin têkiliya mirovan bi xwezayê re qut bikin û got: "Ew dixwazin cih û warên jiyanê wêran bikin."
'Çandinî û ajalvanî dê ji holê rabin'

Nîlufer Aslan, bal kişand ku xelkê herêmê debara xwe bi çandinî û ajalan dike û diyar kir ku ger projeya santrala jeotermal a plankirî were bicîhanîn dê berdewamiya çandinî û ajalan ne mumkin be. Nîlufer Aslan pirsî, "Tenê dîtina zirara ku ew dide mirovan têrê nake; perperok, çûk, beq û kêvroşk çawa ne? Ma ev der jî jîngehên wan nînin?"
Nîlûfer Aslan wiha domand: "Ma ji bo domdariya ekosîstemê ne hewceyî heywanan in? Her kes dizane ku masiyek jî çiqas beşdarî xwezayê dike. Di rewşeke wisa de, ne tenê jîngeha me, em ê jî bimrin. Em ê nikaribin nefes bigrin. Em bi tevahî li dijî vê yekê ne. Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin, em ê li ber xwe bidin.”
'Em ê mafên ajalan jî biparêzin'

Nîlufer Aslan, diyar kir ku gel dê erdên ku ji dapîr û bapîrên xwe mîras girtine biparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şîrketek nikare were û erdên ku me bi destên xwe çandine û mîna roniya çavên xwe lê xwedî derketine, wêran bike. Me ev erd weke emanet girt û em ê wê weke emanet ji zarokên xwe re bihêlin. Ew ê nikaribin vî gelî bêdeng bikin. Em ê mafên berx, pez, gur û roviyan biparêzin."

Endama Komeleya Jîngehê ya Geliyê Perî, Turkan Acar jî diyar kir ku dagirkirina axa wan ji aliyê şîrketek Emerîkî ve nayê qebûlkirin û got: "Armanc ew e me bifetisînin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê nû dest pê dike û vê têkoşîna ku me dest pê kiriye em ê berfireh bikin. Em ê nehêlin xwezaya me were tunekirin. Bi vê projeyê, ew armanc dikin me bê nefes bihêlin."
Şehrîban Yilmaz ku bi xwedîkirina ajalan debara xwe dike, diyar kir ku santralên jeotermal dê yekane çavkaniya debara wan ji wan bistînin û got: "Em ê nehêlin xwezaya me wêran bikin. Ev der jixwe herêmeke erdhejê ye û projeyeke wisa dê zirarên mezintir bide. Em ê herêma xwe, gundê xwe ji wan re nehêlin."