Şaristaniya Karima

Şaristaniya Kerma li herêma başurê Nuwabayê ya Sudanê despêkiriye û bi demê re bandora wê ber bi Misrê ve jî dom kiriye.

 
Navenda Nûçeyan - Şaristaniya Karima (Kerma) an şaristaniya Karima a kevnar a ji salên 2500 heya 1500 ‘an li herêma başûrê Nuwbayê ango Nuwbaya Jor a dikeve herêmên bakurê Sûdanê hatiye jiyîn. Paşê bandora xwe ji bakur ber bi Nuwbaya jêrîn û sînorên Misrê ve berfireh kiriye. Di serdema Keyaniya Navîn a Misrê de yek ji herêmên li ber peravên Nîlê bû. Qonaxa dawî ya Padîşahiya Karima nêzî 1700 heya 1500 B.Z dom kiriye. Li dora salên 1500 B.Z yê bi êrîşa ser padîşahiya wê re ji aliyê Misrê ve hat dagirkirin û bi padîşahiya Misrê ya nû ve hat girêdan. Nerazîbûn û serhildanên welatiyên herêmê li hemberî dagirkeriya Misrê nêzî du sedsalan domiya. 
Di sedsala 11'emîn B.Z de, padîşahiya kush (Kûş) a ku herî zêde li ser Karimayê bi bandor bû derket û careke din ji bin destên Misrê derxist û serxwebûna Karimayê îlan kir.
Şaristaniya Karimayê di serî de rêxistinbûneke gundewarên herêmê bû, hejmara şiniyên wê tenê 2000 kes bû. Herêma Nuwba di wê demê de ji çandiniyê re destdayî û bi bereket bû. Ji bo wê jî debara welatiyên herêmê li ser çandinî, nêçîrvanî, xwedîkirna sewalan bû. Di kargehên berhemên seramîk û çêkirina metalan de jî dixebitîn. Tiştên kevnar ên ku bi şaristaniya Karima re têkildar in dibe ku difûfe bin. Difûf putên ku ji heriyê ne, wekî perestgeh an dêrên cenaze tên bikaranîn. 
Ev rêxistinbûna civakî ya li Nûwabayê gelek caran ji aliyê hêza leşkerî ya Misrê ve weke metirsî û gef dihat dîtin. Ji bo parastina Misra Jorîn li ser çemê Nîlê peresteghên ji bo parastinê hatin çêkirin. Di heman demê de di navbera Nûwaba û Misrê de bazirganî jî dihat kirin. Tiştên ku li Karima hebûn weke zêr, lawir, berhemên ku bi şîr çêdibin, Epanos, bixûr û Alac pir li Misrê dihatin mezaxtin.
Kontrola Misirê di serdema sêyemîn de qels bû, ev yek li Karimayê bû serdema pêşketina herî mezin û gihîştibû asta herî bilind. Goristanên mezin ên qral li goristanên bajêr hatin çêkirin. Li gel qralan hejmarek ji miriyên din wekî gorên duyem jî hebûn. Careke din hinek pevçûnên di navbera Misir û Nuwbaya Jêr de çêbûn. Dawiyê Misrê êrîşî ser wan kirin û bi giştî Karima hilweşandin. Ev yek bû sedem ku di sala 1504'an de Nuwba  (Karima / Kush) bi Misrê ve were girêdan û sînorên nû werin çêkirin. 
Piştî ku Karima ji aliyê Misrê ve hat dorpêçkirin jî serhildana welatiyên herêmê 220 salan berdewam kir (heya 1300 B.Z). Di dema Qraliyeta Nû de Karima- Kush di heman demê de bû parêzgehek girîng a Împaratoriya Misrê. Ji hêla aborî, siyasî û civakî ve xwedî bandorek mezin bû. Padîşahiya Misrê ya nû Nuwba Jêrîn û Navîn domand hemû xist bin destên xwe.