Li Pîranê ji ber lêgerîna madenê dar êdî şîn nabin!
Jinên li gundê Pîranê dijîn xwestin xebatên madenê yên li Pîrana Amedê tên kirin werin rawestandin, diyar kirin ku ji ber lêgerîna medenê êdî dar şîn nabin, dan zanîn ku bi şaxên darên ku li navçeyê diçînin hewl didin xwezayê biparêzin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li gundên Pîrejman û Herîdan ên Pîrana Amedê, ji aliyê Şirketa Lîmîted Bazirganî, Senayî û Nakliyatê ya Madenkariya Dogu ve ji ber xebatên madenê texrîbatên mezin çêdibin. Şirketa ku xwediyê wê Îsmet Olmez di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de li Colemêrgê namzedê şaredariyê yê AKP’ê bû, ji ber xebatên lêgerîna madenê rastî bertekên gel tê.
Şêniyên navçe û gundên derdorê bertek nîşanî xebatên ji bo madenê didin û hewl didin bi çandina şaxên daran xwezaya ku ji ber madenê zirarê dîtiye biparêzin.
Qada lêgerîna madenê berfireh kirin
Li herêmê xebatên ji bo lêgerîna madenê di 3’yê Tebaxa 2011’an de ji aliyê Şirketa Lîmîted Bazirganî û Senayî Maden Înşaet a Bir Yildiz ve hatibûn destpêkirin. Xebatên ku bi gotina “Hewceyî ÇED’ê nîn e” hatin destpêkirin, di sala 2019'an de dewrî Şirketa Madenkariya Dogu Olmez hat kirin. Madenkariya Olmez di sala 2022’an de ji bo berfirehkirina qada lêgerîna madenê serî li Wezareta Guherîna Avhewayî û Bajarvaniya Dorhêlê da. Wezaretê bersiva erênî da şirketê û bi vê yekê re li qada 24,94 hektarî, xebatên lêgerînê hatin berfirehkirin gihîşt qada 532,77 hektarî. Ji herêmê gule û çînko tên derxistin.
Rez û bexçeyên şêniyan zirarê dibînin
Olmez Nakliyat û Şirketa Madenkariya Dogu, ji bo xebatên lêgerîna madenê dikevin nava rez û bexçeyên şêniyên herêmê û zirarên ku telafî nabin didin axê.
Gundê Pîrejman ê di sala 1990’an de ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin, dûre hatibû şewitandin. Piştî çend salan şêniyên gund vegeriyabûn gundê xwe û ji nû ve warê xwe şên kiribûn.
Berhemdariya axê kêm dibe
Li her du gundan jî ji ber metalên giran, xwelî û xubara ku radibe û teqandina dînamîtan, xweza û zindiyên di nav de di xeterê de ne. Wekî din jî ji ber texrîbatên li ser axê, berhemdarî kêm bûye. Gundiyên ku bi xwedîkirina ajalan, rez û bexçeyan debara xwe dikin, ji ber ku her diçe berhemdariya axê kêm dibe neçarî koçberiyê dimînin.
Li dijî zirara li ser ax û zindiyan, şêniyên gund serî li Komîsyona Ekolojiyê û Komîsyona Bajar û Dorhêlê ya OHD’ê dan. Li ser serlêdana şêniyan, Baroya Amedê û Komîsyona Bajar û Dorhêlê ketin tevgerê. Baro hewl dide doza betalkirinê der barê rapora ÇED’ê ya girêdayî berfirehkirina qada lêgerînê de veke.
Şêniyên taxê: Dar êdî şîn nabin
Ji şêniyên taxê Hatun Kaya, diyar kir ku piştî xebatên lêgerîn û derxistina madenê, darên fêkiyan hişk bûne û hinek darên ku fêkiyên wan hene jî dirizin. Hatun Kaya wiha got: “Mêwên me yên tirî hemû hişk bûn û êdî şîn nebûn. Em nikarin ji bexçeyên xwe tiştek bixwin, bêhna xirab ji her tiştî tê. Ji ber xweliya ku radibe em nikarin xwarinê jî bixwin, bêhnê bigrin. Darên me fêkiyan nagirin. Em li vê derê madenê naxwazin divê qada madenê demildest were girtin.”
‘Çiyayekî mezin tune kirin!’
Yek ji şêniyên taxê Gulhan Kaya, bal kişand ku ji ber lêgerîna madenê gazên bi jehrî yên li derdorê belav dibin, mirov nexweş dikevin. Gulhan Kaya wiha domand: “Ji bo madenê çiyayekî mezin tune kirin. Berê li vê derê çiyayekî bi dar û ber hebû, niha bûye erdeke rast. Ji roja ku dest pê kirine ve heta niha, gund di bin xwelî û xubarê de maye. Li van deran berê darên fêkiyan û bostan hebûn, bi salan me bax û bexçeyan datanî û berhemên baş ji wan digirt lê piştî madenê tu berhem nemaye.”
Mirovan ji gund dest bi koçberiyê kirin
Gulhan Kaya diyar kir ku maden hem zirarê didin mirovan hem jî xwezayê û got: “Berê kesên li bajar dijiyan, ji bo hewaya baqij dihatin vê derê lê niha ji ber qirêjiya madenê şêniyên gundê koçî bajar dikin.”
‘Ji bo em bikaribin bêhnê bigrin divê maden werin girtin’
Gulhan Kaya xwest maden werin girtin û wiha axivî: “Divê ev maden were girtin, hem xweza hem jî mirov bêhnê bigrin. Mirov neçar dimînin ji vê derê koçber bibin lewre tu erdek ji bo çandiniyê nehiştin. Îro sibê difikirin ku bikevin nava gund jî. Dema werin bikevin nava gund ew ê her tişt zortir bibe. Bila maden werin girtin û êdî em bikarin bêhnek paqij bigrin.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Endama Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîte ya ku bi şeniyên gund re têdikoşe bang kir ku li dijî madenên xwezayê talan dikin û zirarê didin mirov û zindiyan divê tedbîr werin girtin û wiha got: “Em ê li dijî vê talana li ser xwezayê li ba xwdiyên vê axê bin. Em îro dibînin ku polîtîkaya madenê li her derê belav bûye. Van madenên ku ji derveyî daxwazên şêniyên li wan herêman tên kirin, ji derveyî zirarê tiştek nade wan. Li dijî vê talanê em ê bi gel re bin û li dijî talankariyê têbikoşin.”