Çalakvanên jîngehê: Bi bombeyan xwezaya Kurdistanê şewitandin

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Kurdistana Federe bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ye. Çalakvanên jîngehê diyar kirin ku bombebaran bandoreke neyînî li jiyana xwezayî dike û destnîşan kirin ku parastina xwezayê erka her kesî ye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, xwezaya Kurdistana Federal di bin xeteriyeke mezin de ye. Ji ber zêdebûna kargehan, hebûna jeneratorên kehrebê li taxan û haya welatiyan ji hişyariya jîngehê ev qirêjî zêde dibe. Rayedar, ji bo parastina jîngehê û çêkirina qadeke hêşîn a paqij tedbîrên pêwîst nagirin. Hewldanên hin rêxistinan ji bo parastina jîngehê jî têrê nakin.

'Armanc zêdekirina qadên kesk û belavkirina hişmendiya jîngehê ye'

Serokê Komeleya Kurdistana Kesk Şadan Ebû Bekir û di heman demê de endezyarê çandiniyê ye, di sala 1991’an de bi komek rewşenbîr û parêzvanên jîngehê re ev komele damezirand. Şadan Ebû Bekir da zanîn ku bi avakirina komeleyê re wan konferans li dar xistin û gelek bernameyên cuda pêş xistin û got: "Navenda komeleyê li Raperîn û Xaneqînê û li hemû parêzgehên Herêma Başûrê Kurdistanê hene. Li Silêmanî endamên jin û mêr bi hev re dixebitin, em rojane karê xwe dikin û armanca me ya sereke keskbûna bajêr û avakirina hişyariyê ye."

‘Bi bombebaranan xwezaya Kurdisyanê tê wêrankirin’

Şadan Ebû Bekir diyar kir ku ew bi semîner û komxebatan hewl didin hişyariyê di nava welatiyan de belav bikin û diyar kir ku ew li hemberî kesên ku di warê jîngehê de xizmetê dikin an jî dostê jîngehê ne, rêz digirin. Şadan Ebû Bekir got, “Şewat bi gelemperî ji ber mirovan çêdibin. Li gel birîna daran, bi êrîş û bombebaranan jîngeha Kurdistanê wêran kirin û xwezaya wê şewitandin. Ji aliyê din ve jî nebaşbûna jîngehparêziya gel dibe sedema şewata daristanan. Li daristanên me şewat bi dûçika cixareyê ya ku di nav xwezayê de tê avêtin dest pê dike."

Ceza têrê nake

Şadan Ebû Bekir diyar kir ku yasaya li hember kesên binpêkirina jîngehê pêk nayên û wiha berdewam kir: “Kesên jîngehê binpê dikin bi pereyek hindik tên cezakirin, lê ev jî nayê pêk anîn. Projeyên ku jîngehê xera dikin li herêmên çiyayî tên meşandin. Em dizanin ku bi zêdebûna nifûsê re, bê guman, bêtir xanî hewce ne, lê ne li ser bingeha wêrankirina jîngehê. Erdê ku ji bo înşaatê tê bikaranîn bila ne erdê çandiniyê be. Em bi hemû sazî û komeleyên din ên têkildarî parastina jîngehê re di nava têkilî û hevkariyê de ne. Gelek çavkaniyên qirêjiya hawirdorê hene û girîng e ku em hewl bidin. Mînak elektrîka taxan bi enerjiya rojê û jeneratoran tê dayîn. Berî her tiştî divê projeyên xaniyan li cihên guncaw bên avakirin û welatî bi têra xwe haydar bin."

'Parastina jîngehê erkeke pîroz e'

Seroka Komeleya Kurdistana Kesk Şana Ebdullah jî got: “7 sal in ez dilxwazê ​​komeleyê me. Armanca me ya sereke xizmetkirina jîngehê û belavkirina hişmendiya jîngehê ye. Parastina jîngehê erkek pîroz e. Ev erkek li ser milê me hemûyan e û girîng e ferdên civakê jî wek me hewl bidin qada kesk zêde bikin. Rola me li dibistanan û di nav komên cûr be cûr de belavkirina hişyariyê ye."