Sala 2025: Di bihêzkirin û biryargirtina jinan de bû xala werçerxê
Meclîsa Jinên Sûriyeyê a di sala 2025’an de bi sedan konferans û semîneran li dar xist, beşdariya jinan di pêvajoyên biryardanê de xurt kir, xebata xwe li ser reşnivîsa peymana civakî berdewam kir.
ESMA MUHEMMED
Qamişlo – Li bajarên cuda yên Sûriyeyê, bi zêdebûna xebatên jinan, lidarxistina bi sedan seminer û panelan, hêzeke mezin hat avakirin. Bi temamkirina hevpeymana civakî re ji bo jinên Sûriyeyî ku weke makezagonê ye, derfet çêbû di mekanîzmayên biryargirtinê de bi hêz bibin û di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de roleke mezin bilîzin. Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, di sala 2025’an de xebatên girîng meşand.
Sala 2025’an, li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di warê têkoşîna jinan de bû xaleke werçerxê. Meclîsa Jinên Sûriyeyê, li herêmên ku bandora rejîma berê heye, tevî zext û şopandinan jî bandora xwe ya neteweyî û navneteweyî mezin kir û li wan bajaran yekîtiya jinan ava kir.
8’ê Kanûna 2024’an piştî ketina rejîma, tevî nêzikahiyên rêveberiya demkî jî tevgerên jinan, di pêvajoya hesas a dîroka Sûriyeyê de, hewl dan ji xwe re cih çêbikin. Li ser wê esasê di pêşengiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê de dest bi xebatên hişyariyê kirin, forûmên neteweyî û semîneran li dar xistin, hevpeymana civakî amade kirin û ji bo jin di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin plansaziyan kirin. Bi wî awayê meclîs, bû mînakek zindî ji bo teşedayîna vîzyona pêşerojê ya jinên Sûriyeyê.
Eniya Jinan a Hevgirtî
Ji rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyeyê Mona Yusuf, diyar kir ku sala 2025’an piştî hilweşîna rejîma ku jinan ji derveyî mekanîzmayên biryargirtinê hiştibû, di têkoşîna jinên Sûriyeyî de xaleke krîtîk a werçerxê ye.
Mona Yusuf, bal kişand ku vê pêvajoyê nîşan daye ku pêdivî bi mekanîzmayên baş ên ku jinan tevlî pêvajoyên siyasî û civakî bikin, heye û wiha domand: “Piştî ku reveberiya demkî hat ser desthilatdariyê, ji bo jinên Sûriyeyî hêviyek nû çêbû lê polîtîkayên ku hatin şopandin, nîşan dan ku ji nû ve armanc ew e jin di nava sînorên teng û qaliban de werin girtin. Gotinên olî bi awayê hilbijartî di sererastkirinên zagonî de hatin bikaranîn, ji rêgezên edalet û wekheviyê dûr man. Di encama vê de di saziyên fermî de nûnertiya jinan ji ji sedî 4 derbas nekir vê yekê jî bandora jinan a li ser polîtîkayên giştî û hêza parastina mafên xwe qels kir. Meclîsa Jinên Sûriyeyê, piştî kongreya xwe ya sala 2017’an heta niha, bi saya pergala xwe ya rêxistinbûyî ya bi hêz, bi ketina rejîmê re ket tevgerê û ji bo ku hewldanên hemû jinên Sûriyeyî bike yek, xebitî. Armanc ew bû ku em maf û destkeftiyên jinan biparêzin, eniyeke hevgirtî ya jinan ku bikaribe tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe ava bikin.”
Mona Yusif diyar kir ku meclîsê di mehên pêşîn de bi beşdariya jinên ji beşên cuda yên civakî û siyasî, bi dehan forumên neteweyî li dar xistiye, da zanîn ku van civînan tenê bi paytextê re sînordar nemane, bajar û gundan jî girtiye nava xwe, pêşengiya jinan a ji bo di pêvajoyên polîtîka û zagonan de ava kiriye.
Xebatên meclîsê
Xebatên Meclîsa Jinên Sûriyeyê tenê bi xebatên navxweyî bi sînor neman; di asta herêmî û navneteweyî de jî pêşketinên girîng çêkir. Endamên meclîsê beşdarî civînên li Ewropayê hatin lidarxistin bûn, bi parlamenter û aktorên siyasî û mafan re hatin ba hevi behsa zoriyên ku dikşînin kirin, bal kişandin ser girîngiya desteka civaka navneteweyî.
Her wiha hedef kir ku destkeftiyên jinan ên rexistinî, siyasî û civakî yên ku jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, li tevahiya welat çêbibin. Vê tecrubeyê, weke modelek şênber ji bo cihgirtina jinan di jiyana gitşî û pêvajoyên biryargirtinê de hat pêşkêşkirin.
Di warê civakî de jî meclîsê bi sedan semîner û panel li dar xistin. Di wan çalakiyan de, têkoşîna bi gotinên nefretê re, edaleta di pêvajoya derbasbûnê de, rola jinan a di avakirina makezagonê de, tendirustiya zayînê, hemû awayên şîdeta li dijî jianan (şîdeta dîjîtal jî di nav de) mijarên mafên jinan hatin destgirtin.
Meclîsê di heman demê de, li dijî pêkanînên li dijî mafên jinan helwesteke siyasî girt, li dijî giştînameyên rêveberiya demkî yên ku hewl dida wesayetê li ser jinan çêbike derket, diyar kir ku ev êrîşeke li dijî maf û azadiyan e.
Hevgirtina mirovî û civa
Mona Yusuf, diyar kir ku bandorên ji ber şer û komkujiyê li ser jinan çêbûne jî hatine dîtin, ji bo jinên ji şer zirarê dîtine, kampanyayên madî û manewî yên ji bo hevgirtinê hatine destpêkirin û wiha got: “Bihêzkirina jinan, bi girtina parastina rûmet û girtina bin temînatê ya mafên jinan pêkan e. Di sala 2024’an de bi biryarên ku di konferansa li Helebê hat lidarxistin hatin girtin de, hat plankirin ku li hemû bajarên Sûriyeyê, konferansên aştiyê û konferanseke diyalogê ya jinan li tevahiya welat were lidarxistin. Ji ber mercên ewlehî û siyasî, vê konferansê hê nehatiye lidarxistin lê amadekariyên wê didomin. Her wiha xebatên ji bo aktîfkirina komîteya jinên ciwan, didomin, li nava welat û li derveyî welat bi taybetî li Elmanya û Kanadayê nûnertî hatin vekirin, berfirehkirina hevkariyê hat hedefkirin. Hevpeymana civakî hat temamkirin, hat hedefkirin ku ji bo jinên Sûriyeyî veguhere çarçoveyek makezagonî.”
Berfirehkirina qada xebatê
Meclîsa Jinên Sûriyeyê, di tevahiya sala 2025’an de ji 300’î zêdetir semîneran li dar xist, gihîşt bi hezaran jinan. Bi ketina rejîmê re xwe gihîştand herêmên Efrîn, Cerablûs, Idlib û herêmên din ên ku berê riyên wan girtî bûn.
Mona Yusuf, diyar kir ku van pêşketinan, daxwazên jinan ên hevpar li bajarên cuda derxistiye hole û jin di warê mafên xwe yên bingehîn de bûne yek. Mona Yusif herî dawî got: “Li gorî salên berê, em dibînin ku têkoşîna jinan bihêztir û berfirehtir bûye. Armanca me ya bingehîn ew e ku em hevpeymana civakî temam bikin, konferansa diyalogê ya neteweyî ya jinan li dar bixin. Bi vê yekê armanca me ew e em di pêşeroja Sûriyeyê de têkoşîn û rûmeta jinan bigrin bin temînatê.”