Roboskê: Li gundê ku 34 kes hatin qetilkirin, dengê lorîkan gihîşt asîman

34 can bi bombeyên ku ji ezman bariyan hatin qetilkirin… Şîna jinên ku parçeyên zarokên xwe yên di 28’ê Kanûnê de hatin qetilkirin xistin tûrikan û oxirê bêdawîtiyê kirin, qet xîlas nabe. Li gundê ku ev 10 sal in edalet pêk nayê, lorîk gihîştin asîman. Dayikek ji Roboskê her du destên xwe dirêjî wêneyê 34 kesên ku hatin qetilkirin dike, ji “edaleta” ku pêk nayê re serî radike. Jinên ku 10 sal in cilên reş li xwe dikin her roj bi heman êşê şiyar dibin.

34 can bi bombeyên ku ji ezman bariyan hatin qetilkirin… Şîna jinên ku parçeyên zarokên xwe yên di 28’ê Kanûnê de hatin qetilkirin xistin tûrikan û oxirê bêdawîtiyê kirin, qet xîlas nabe. Li gundê ku ev 10 sal in edalet pêk nayê, lorîk gihîştin asîman. Dayikek ji Roboskê her du destên xwe dirêjî wêneyê 34 kesên ku hatin qetilkirin dike, ji “edaleta” ku pêk nayê re serî radike.  Jinên ku 10 sal in cilên reş li xwe dikin her roj bi heman êşê şiyar dibin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex – Hûn li Tirkiyeyê herin ku derê, hûn ê rastî kesên ku “Edaletê” dixwazin werin. Yên ji ber îxrace ji kar hatin avêtin, siyasetmedarên ku bi salan bi neheqî di girtîgehan de tên ragirtin, zextên ku  li girtîgehan tên jiyîn, girtiyên nexweş, nedana cenazeyên şehîdan, malbatên ku bi salan e li xizmên xwe yên winda digerin, jin û zarokên ku hatine qetilkirin, tacîz, destavêtin, tundî û qetlîam... Ev lîste her diçe dirêj dibe... Ji Qada Galatasarayê heta Roboskê, tenê tişta ku mirov dixwazin "edalet" e.
Her roj bi êşê şiyar dibin
Dema ku rûpelên salnameyê 28'ê Kanûna 2011'an nîşan dan, li ser riya vegerê bi 2 tenekeyên mazotê, 20 kîlo çay û du kîsikên şekir, piraniya wan zarok 34 ciwanên Roboskê bi bombeyan hatin qetilkirin. Di ser qetlîamê re 10 sal derbas bûn, ji ber pêknehatina edaletê pêvajoya şînê ya kesên bi êş berdewam dike. Gundiyên ku gotin, "Em her roj bi heman êşê şiyar dibin, her roj 28'ê Kanûnê ye", diyar kirin ku dema derbas bûye bêwate ye û ji ber ku ew hê jî qîrîna xwe ya  “edalet, edalet edalet" berdewam dikin. Piştî qetilkirina 34 Kurd, 34 bira, bav û kur ku li gund bi navê 34’an dihatin naskirin, ne Roboskê bû Roboskiya berê û ne jî bombeyên li ser Kurdan tên avêtin rawestiyan.
Ma dewlet 34’an nas dike?
Ez dixwazim bi gotinên 12 meh têra vegotina êşên Kurdan û bîranîna miriyên wan nake dest bi axaftina xwe bikim. Meha Kanûnê çi di nava xwe de dihewîne, çi nahewîne. Lewre ez jî wekî hemû Kurdan bi komkujiyên di meha Kanûnê de çêbûne mezin bûm. Çend sal beriya qetlîamên ku li Sûr, Cizîr û Silopiyê hatin jiyîn, di qenalên televîzyonê de nûçeyek bi sernavê "Li Qilabanê 34 kolber hatin gulebarankirin" hat weşandin. Navê 34 Kurdên ku di bûyerê de hatin qetilkirin, ên ku li dû xwe hiştin û xeyalên wan ji bo kesên di hewaya bi mij a Enqereyê de digotin "Her kurtajek Qilabanek e" ne girîng bû. Dewletê ne Orhan Encuyê 13 salî, ne Osman Kaplanê ku ji bo xwedîderketina 3 zarokên xwe çû ser sînor û ne jî Bilal Encuyê ku xwest ji çavên bavê xwe yên nabîne re bibe derman nas nedikir. Ma dewleta ku beriya Roboskê zarokên Kurd ên bi navê Ceylan, Ugur û Nîhat nas nedikir, 34 Kurdên li Roboskê hatin qetilkirin dê çawa nas bike?
Her çiqas sal ji derbas bûn, tiştên hatin jiyîn neguherîn
Bi rastî, ne hewce ye ku em ji bo vê yekê ewqas dûr biçin. Wêneyê 34 gundiyên ku li ser pişta hêstiran hatibûn hilgirtin, di çaryeka sedsala 21'ê de li navenda bajarekî ji nû ve hatiye kişandin. Ji bo Garîbe Gezer a li girtîgehê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê wesayîda cenaze nehat dayîn. Tabûtê wê yê ku xistin pişt wesayîdek biçûk û lorikên dayika wê tevli yên dayikên Roboskê dibû. 
Dayikan xwe bi cilên reş pêçandin 
Werin em edaleta ku nayê pêkanîn deynin aliyekî û ber xwe bidin dayikên ku wê bi têkoşîna xwe edaleta rastî bînin. Ji dayikên ku 10 sal in şîna xwe digrin û cil û bergên xwe yên reş li xwe dikin… Roboskê ya ku me weke roja qetlîmanê bi çiyayên xwe yên bi berf pêşwazî dike. Her çendî sal jî derbas bûbin tiştek neguheriye. Wekî roja qetlîamê, deriyên dayikên ku bi gotina "Dibe kurê me zû were" deriyên xwe vekirî hiştin û xew neket çavên wan, wekî ku hê jî hêviyek hebe vekirî dihêlin. Dayikên ku me bi cil û bergên xwe yên reş û çavên xwe yên bê xew pêşwazî dikin, 10 sal in wekî ku heman rojê bijîn, şiyar dibin, jiyana xwe didomînin. Lê her kes dizane ku laçikên spî ji bo dayikên Kurd sembola aştiyê ye. Çarenûsa dayikên Kurd ên ku bi laçikên xwe yên spî biçin ku derê aştiyê dixwazin. Dayikên Roboskê laçikên spî yên sembola aştiyê ne, ji serê xwe avêtine û bi gotina "Heta edalet pêk were" soz didin ku ew ê laçikên xwe yên reş ji serê xwe navêjin.
Cihê ku gotin lê xilas dibe…
Çawa ku em kameraya xwe vedikin dayika Halîme Encu li ber wêneyên 34’an ên bi dîwar ve daliqandî bi qîrîna “Edalet, edalet, edalet” dilorîne. Halîme Encu ya ku diyar kir piraniya 34 kesên hatine qetilkirin xizmên wê ne, li wêneyê kurê xwe Serhat mêze dike û bi çavên xwe yên ku xew nakeve wan, dest bi vegotina jiyana 10 salan û edaleta ku pêk nayê dike. Dema ku ew vedibêje em guhdarî dikin û di dawiya axaftina wê de em hîn dibin ku kaniyên rondikên çavên Halîme Encû ya ku tevî êşa vegot jî hêsrek nerijandibû hişk bûne. Mala Serhat li hemberî çiyayê ku qetlîam lê hat jiyîn cih digirt. Ez ji bo dayika ku her roj berê xwe dide heman çiyayî dest bi rojê dike û dîsa şeva xwe derbas dike çi binivîsînim ji min re bêwate tê. Tiştên ku dayikê di axaftina xwe de gotin gotina “em li cihê ku gotin lê xilas bûye ne” tîne bîra me.
"Kîjan lorîk dê ji êşên me re bibe derman" 
Velî Encu kurê dayika Halîme ye bi gotinên; “Em çi bibêjin, kîjan lorîkan biqîrin ji derdê me ra nabe derman. Tiştên ku me jiyane ez nikarim bi gotinan bînim ziman” bi rastî jî di roja qetlîamê de êşa xwe diqîre û tiştên ku dayika wê nikare bîne ziman vedibêje. Velî Encu bi lorîkan dibêje “Pêşî îşkence kirin. Piştre em hatin koçberkirin, piştre sîstema cerdevaniyê li me ferz kirin. Me mehkûmê jiyana belengazî û xizaniyê kirin. Herî dawî me kuştin, kuştin…Xwedayê min, vê êşê bibihîse… Xwedayê min, êşa me bibihîse Xwedayê min…” Piştî roja qetlîamê xwe fedayê têkoşîna edaleta ku ji bo Roboskê were kir. Velî Encuyê ku 3 sal berê hat girtin û ket girtîgehê ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê" 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û ket girtîgehê. Yanî Raperîna ku hê dumehî bûye bavê wê hatiye girtin, 3 salî bûye apê wê hatiye qetilkirin. 
Edaleta ku nehat, Kadriye Encu ji jiyanê dûr xist
Malbat dibêjin “Bi şev seat dudu bû, telefonî me kirin, gotin ‘bombe ket’, em bêyî ku fêm bikin çi çêbûye beziyan. Li herî pêşî dayik diçûn, hinek bi lingên bê pêlav, hinek jî tenê bi goreyên xwe derketibûn riya bi berf.” Dayika ku behsa serpêhatiyên xwe yên roja komkujiyê kir, wiha got: “Malbatan bi destên xwe parçeyên zarokên xwe kom kirin û xistin tûrîkan. Me ew ji goreyên wan, ji formayên ku li wan bûn û ji gopalên di destên wan de nas kir." Yek ji van jinan jî Kadriye Encu bû. Kadriye Encu ya ku bi salan ji bo "Edaletê" têdikoşiya, beriya demek kurt ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. 
Kadriye Encu beriya mirinê gotibû ku ew xwîna kurê xwe nafiroşe
Kadriye Encu beriya bimre têkildarî bûyeran wiha gotibû: “Kurê min Hamza Encu 80 kîlo bû, kurê min ê 80 kîloyî xistin tûrikek û dan. Cenazeyê kurê min ê perçebûyî xistin nav tûrikek û defin kirin. Ez 10 sal in li ser gora kurê xwe yê perçebûyî şînê digrim.” Kadriye Encu ya ku salên xwe bi êşan derbas kir, êşa xwe ya ji dilê wê re giran dihat û wesiyeta xwe ya edaletê ji dehan dayikan re hişt û jiyana xwe ji dest da. Gotinên Kadriye Encu yên li dijî tazmînata dewletê ev bûn; “Ez xwîna kurê xwe nafiroşim. Kurê min nayê firotin.” Yekane daxwaza Kadriye Encu ya ku piştî komkujiyê beşdarî hemû çalakiyên protestoyî bû, edalet bû û beriya ku wî bibîne çavên xwe li jiyanê girt.
“Zarok bi êşa komkujiyê mezin dibin” 
10 sal in yekane rojeva gundiyan tiştên ku di komkujiyê de hatine jiyîn in... Zarokên ku piştî komkujiyê ji dayik bûne bi şîn û êşa komkujiyê mezin bûn. Her zarokê piştî qetlîamê ji dayik dibe, li wêneyên birayê xwe, pismam, bav an jî mamê xwe yên winda dinêre û mezin dibe. Di meha Kanûnê de her sal, ew ê fêr bibin ka çi hat serê xizmên wan ên ku tenê di nava malên wan de di wêneyek de cih digrin lê tevli jiyana wan bûne.
Ademê ku bi çîroka 34’an mezin dibe, her roj li goristanê ye
Ez çi binivîsim dê kêm bimîne, piştî ku gotinên li hemberî vê êşê bên gotin bêwate dibin, bi dayikan re axivîm, diçim Goristana Roboskê. Kevirên gorên reş, çiyayên bi berf û dengên balafiran ên ku li ser me difirin ji min re pir nas tên. Werin em gotinên ku bikaribin êşa hatiye jiyîn, teswîr bikin bigerin, li goristanê zarokek ku di destên wî de du tûrîk hene dikeve ber çavên min. Zarokê ku em bêdeng lê dinêrin, mîna ku ezber kiriye kîjan gor a kê ye û dizane ew bi ku ve diçe dimeşe. Navê kurekî ku li pêşiya her du gorên li ber wan rawestiya bû pêşî dua kir û paşê jî kevirên goran maç kir, Adem e. Kevirên gorên ku wî maç kir, aîdî birayê wî Nevzat Encu û pismamê wî Şîrvan Encu ye. Adem di komkujiyê de hêj 10 mehî bûye bira û pismamê wî jiyana xwe ji dest dane.
Ji dayika xwe ya temanê wê mezin re rêwîti dike
Adem ê ku bi bîranînên birayê xwe mezin dibe, bêyî ku guh bide şert û mercên hewayê her roj berê xwe dide goristanê. Her dem rêwîtiyê dike bi dayika xwe ya temenê wê mezin re. Bi dayika xwe re li ser goristanê hesreta birayê xwe dikşîne. Nevzat Encu di çîrokên Roboskê yên ku wê demê hatin weşandin de çîroka xwe wiha vedibêje: “Ez jî yek ji wan kesan im ku hesreta xwe di nava axa sar de veşart û bi hêstirên xwe mirim. Ez Nevzat Encu me. Pir derbas nebû, min jî bi “on îkîden” xist pîlotê "qehreman"! Min jî wê fêkiya naletê ya çûka baskên hesinî xwar, bi qîrîna min heft qatên asîman qul bûn, heft caran "oley!" got pîlot, hevalên wî, têne dikaribûn heft perçeyên bedena min bibînin...”
“Divê edalet pêk were”
Dema ku ez tam di nava êşa ku xala hevpar a me Kurdan e, di nav kevirên gorên reş ên Roboskê de dimeşim, ez êşa kesên ku qet nikaribûm parve bikim, dema vana dinivîsim hîs dikim. Dema ku her tişt qediya, ez kesên ku li wir nas dikim, bi çiyayên wan ên bi berf, bîranîn û xizaniya wan re bi tenê dihêlim û vedigerim, hemû tiştên ku ez bi xwe re dibim, tenê ji çîrokek pêk nayên… Di riya vegerê de, min hişê xwe li wir hişt û êşa wan girt gel xwe, ez jî weke malbatan ji bo vê qetlîama ku tê xwestin di nav rûpelên reş ên dîrokê de bê veşartin heman tiştî dixwazim: "Divê edalet pêk were."
Ez piştî ewqas helbest, belgefîlmên ku hatine kişandin û gotinên ku ji bo Roboskê hatine nivîsandin, gotinên strana ku Grup Abdal ji bo 34'an gotiye datînim li vir. Ji bo ku her dem werin bibîranîn...
Ez im ez dayê, tu negrî 
Kurê te dest bi hine ye 
Ne berfa spî boze hêvî 
Ne çiya repreş e 
Oy berxê min ê bêmirad 
Oy berxê minê dilşewat 
Berfa berfîna dihele 
 Roboskê ka bêje kî hat?