Di cîhanê de 200 milyon zarok kar dikin û rastî tunditujî û destdirêjiyê tên
Karkirina zarokan yek ji diyardeyên metirsiye û hinek ji wan karên zehmet dikin, li gorî daneyên rêxistinên cîhanî, 200 milyon zarok kar dikin û 120 milyon zarok jî karên dijwar û zehmet dikin.
LAVÎN MEHMÛD
Navenda Nûçeyan- Karkirina zarokan, di cîhanê de yek ji diyardeyên metirsîdar e û her dem zêde dibe. Gelek sedem hene ku zarok neçar dibin karên zehmet bikin, hinek ji wan ji xwendinê bêpar dimînin û di dema kar dikin de jî rastî tunditujî, heqaret, êş û birîndariya ji ber qezayên kar tên. Di nava zarokên ku kar dikin de zarokên keç rastî destdirêjiyên zayendî tên ku dibe sedema xirabûna derûniya zarokan di cîhana zarokan de.
Li gorî daneyên dawî yên rêxistina cîhanê ya karê zarokan, niha li cîhanê 200 milyon kar dikin û sal bi sal ev dane zêde dibin, nêzî 120 milyon zarok di bin zehmetiyan de kar dikin temenê wan jî di navbera 5-17 salî de ne. Li gorî daneyên rêxistina UNICEF’ê ji sedî 70 zarokan karê çandiniyê dikin ku karê wiha ne karên wiha ne li gorî zarokan e ji ber germahiya havînê û zivistana dijwar.
Ji sedî 20 zarok di cîhanê de di aliyê xizmetguzariyê ve kar dikin, piraniya deman rastî heqaretan tên, ji sedî 10 zarokên cîhanê karê pîşesaziyê dikin ku yek ji wan cureyên kar ên herî xirab e ji bo zarokan, ji ber pêkanîna kîmyayî tên bikaranîn ku tendirustiya wan zarokan dixe metirsiyê.
Rêjeya karkirina zarokan li welatên cîhanê wiha ye:
Li welatê Misirê nêzî 200 hezar zarokên karker hene, li Urdunê nêzî 60 hezar zarok kar dikin. Li welatek weke Çînê jî ji sedî 20 zarok kar dikin û piraniya karên wan di nava kargehan de ye. Beşek ji zarokan di zeviyan de kar dikin ku di cîhanê de dahata wan digihîje 50 milyar dolar, li welatê Hindistanê bi milyonan zarok di bin metirsiyê de kar dikin.
Li Îranê 3-7 milyon zarok hene, ji sedî 40 ji wan wê hatin girtin, ji sedî 16 karker in, ji sedî 9 li falan mêze dikin, ji sedî 8 ax û beran kom dikin.
Cihê balkêşiyê ye di hemû karan de zarokên keç û kur jî hene lê belê di vir de jî rastî zayendperstiyê tên, ji ber wê rêjeya xortan zêdetir e ji ya keçan, li hember zarokên mê piranî di xizmetguzariyên mal de bê pare kar dikin.
Li gorî daneyên rêxistina UNICEF’ê rêje wiha ye:
Ew zarokên ku temenê wan di nava 5-11 salî de di nav hefteyekê de 1 demjimêr karê aborî û 21 demjimêr xizmetguzariya bê mûçe di nava malê de dike.
Ew zarokên temenê wan di navbera 12-14 salî de, di nava hefteyekê de 14 demjimêr karê aborî û 21 demjimêr xizmetguzariya bê mûçe di nava malê de dikin.
Zarokên ku temenê wan di navbera 15-17 salî de di nava hefteyek de 43 demjimêran karê aborî dikin.
Ji ber karkirina zarokan, bi awayê tendirust, mezinbûna zarokan û perwerdeya wan dikeve metirsiyê, di bin navê belavkirina hişyarî û zêdetir balkişandina ser karkirina zarokan de. Rêxistina UNICEF’ê ji 10’ê Hezîranê heta 17’ê Hezîranê de hişyariya pêşîlêgirtina karkirina zarokan li seranserî cîhanê kir. Di nav de jî karkirina zarokan li welatên ku dahata wan zêde ye heye. Lê belê pirs ew e ku divê çi were kirin ku ev zarok vegerin dibistanê, jiyana bi aram û di nava civakê de bijîn.