Komkujiya Roboskê: Tevî serlêdanan jî 10 sal in tu berpirsyar nehatiye darizandin

Pêvajoya hiqûqî ya der barê Komkujiya Roboskê ya ku 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn mexdûriyetek duyemîn bi malbatan da jiyîn. Piştî serlêdana ku li dadgeha herêmî hat kirin bi hinceta “mebest nîn e” bi neşopandinê bi encam bû, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku riyên qanûnê bi dawî nebûne nehat qebûlkirin. Yek ji parêzerên dozê Kerem Altiparmak diyar kir ku dosya cara dawî ji nû ve ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatiye şandin, bal kişand ku di vê pêvajoyê de tu berpirsyar nehatine darizandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Şirnex– Li ser komkojiya Roboskê ya ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer ên TSK’ê de 34 kesan ku 17 jê zarok bûn jiyana xwe ji dest dan 10 sal derbas bûn. Gilînameya xizmên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, bi gotina dewletê ya "bi şaşî çebû" hat paşguhkirin, hewl hat dayîn bi soza tazmînatê paşve bê girtin. Tevî ku 10 sal derbas bûne jî gelek serlêdanên hatinê kirin ji aliyê dadgehên herêmî ve bi hincetên cuda hatine redkirin û di vê pêvajoyê de der barê tu rayedarên kamûyê ku navê wan di bûyerê de derbas bûye yan jî berpirsyar hatine dîtin de lêpirsîneke edlî û îdarî nehat destpêkirin. Serlêdana ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve ji ber ku ne li gorî rêgezê ye nehat qebûlkirin, di nîsana borî de dîsa ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hat şandin. Parêzer li benda bersiva serlêdanê ne.
Pêvajoyên sûc, îdarî û qanûnî hatin destpêkirin
Di çarçoveya lêpirsînên ku piştî bûyerê hatin destpêkirin de, der barê Komkujiya Roboskê de 3 pêvajoyên cuda yên hiqûqî yên sûc, îdarî û qanûnî hatin destpêkirin. Di nava van pêvajoyan de lêpirsîna herî berfireh lêpirsîna îdarî bû. Di çarçoveya vê lêkolînê de wê demê mufetîşa mulkiye ya Wezareta Karên Hundir sê raportor ji bo berpirsyariya muhtemel a peywirdarên kamûyê di bûyerê de diyar bike tayîn kir. Li gorî rapora ku di 28’ê Sibata 2012’an de hat temamkirin, derket holê ku divê der barê gelek peywirdarên kamûyê de lêpirsîn bê vekirin. Lê tevî ku di raporê de cih girt jî der barê tu peywirdarek kamûyê de lêpirsîn nehat vekirin.
Di komîsyona ku hat avakirin de delîlên bi mebest nehatin dîtin
Li aliyê din, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ji bo lêkolîna bûyerê bike Komîsyona Lêkolîna jêr a Qilabanê ava kir. Ev komîsyon gihîşt encama ku tu delîl tune ye bûyer bi qestî hatiye kirin. Parlamenterên partiyên muxalefetê Ertugrul Kurkçu, Levent Gok û Atîlla Kaya li dijî vê raporê deng bi kar anîn û nirxandinên xwe yên bi hincet cuda cuda nivîsandin. Levent Gok ku di dengê dijber de gotina "di vê nivîsê de wijdan tune ye" bi kar anî, diyar kir ku raporê der barê berpirsyarên bûyerê de tiştek negotiye û bersiva pirsan jî nehatiye dayîn.
“Dozgerê ku lêpirsînê meşand di derbeya 15’ê Tîrmehê de hat îhrackirin”
Di dawiyê de der barê bûyerê de lêpirsîna sûc hat meşandin. Pêşî Serdozgeriya Qilabanê dosya şand Serdozgeriya Amedê, Serdozgeriya Amedê jî dosya şand Meletiyê. Serdozgeriya Komarê ya Duyemîn a Meletiyê dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî re şand. Der barê Serdozgerê Leşkerî yê Serfermandariya Giştî Alî Mujdat Eskî yê ku di derbeya 15'ê Tîrmehê de hat îxrackirin de lêpirsîn hat meşandin. Der barê lêpirsînê de, Fermandarê 23’emîn Tîmên Sînor ê Cendirmeyan a Şirnexê ya demê, Fermandarê Asayîşa Giştî ya Cendirmeyan a Wanê, Midûrê Îstîxbarata Fermandariya 2’emîn, Midûrê Operasyonên 2’emîn û Serokê Îstîxbarata Daîreya Analîz û Nirxandinê ya 2’emîn a Midûriyeta Îstîxbaratê ya Serfermandariyê wekî gumanbar hatin nirxandin. Wekî ku yek ji van kesan ne yên ku biryara dawî dane jî di lêpirsînê de Serokê Serfermandarê Giştî û Seroka 2’emîn a Serfermandariya Giştî yên ku di lêpirsînê de biryar dane û ji bo biryara dawî pêşkêş kirine, nehatin guhdarîkirin.
Lêpirsîna cezayî ya ku hat destpêkirin, bi biryara neşopandinê bi encam bû
Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar da ku leşkerên rayedar der barê çalakiya terorîst de xeletiyek neçarî kirine û biryara bombebarana hewayî dane, ji ber vê yekê di lêpirsîna ku bi baweriya ku sûcekî bi mebest tune ye de hat destpêkirin, biryar da ku pêdivî bi şopandinê tune ye. Li dijî biryara pêdivî bi şopandinê nîn e, parêzerên kesên ji sûc zirar dîtine piştre serî li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî dan û îtîraz kirin. Dadgehê bi hincetên bi heman rengî îtîrazê bi piraniya dengan red kir.
“AÎHM’ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn esas girt serlêdan qebûl nekir” 
Piştî biryara neşopandinê, ji bo 40 kesên ku di bûyerê de mirin û birîndar bûn serlêdana ferdî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. Yek ji parêzerên dozê Kerem Altiparmak ku serlêdana hat kirin û şûnde çi qewimî ji ajansa me re nirxand, diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn piştî sal û nîvekê ji ber hin kêmasiyên di dosyayê de temam nebûne bi piraniya dengan biryara redkirina serlêdanê da.
Kerem Altiparmak diyar kir ku serlêdana Selahattîn Encu û 275 serlêderên din ên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî biryara ku ji ber nebûna hincet hatiye girtin jî bi hinceta ku tedbîrên hiqûqa navxweyî bi awayekî guncav nehatine qedandin, nehat qebûlkirin. 
"Gelek dozgerên ku îmzeya wan di bin biryarê de heye ji FETO’yê firar in" 
Kerem Altiparmak di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dozgerê Leşkerî Alî Mujdat Eskî yê ku îmzeya wî di biryara neşopandinê de heye, di çarçoveya Dadweriya Leşkerî ya FETO’yê de hatiye girtin. Her wiha Serpelê Hewayî  Hakîm Îlhan Îpek ê ku der barê  biryara redkirina îtîrazê ya Dadgeha Leşkerî ya Serfermandariya Hêza Hewayî ya biryara Alî Mujdat Eskî yê dayê, li aliyê redkirina îtîrazê de deng bi kar anî,wek endamê FETO’yê di doza dadweriya Leşkerî ya FETO’yê de bêrsûcê firarî ye. Dadgerê din Dogan Kartal ji wezîfeyê hatiye girtin. Oguz Purtaş ê ku Serokê Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî ya demî bû û aliyê di qebulkirina îtîrazê de deng bi kar anî, hîna jî li ser wezîfeya xwe ye."
“Malbatan jî nû ve daxwaza lêkolînê kirin” 
Kerem Altiparmak ê ku diyar kir her çiqas di ser bûyerê re 10 sal jî derbas bûye jî heta niha yek  peywirdarê kamûyê jî ne cezayê edlî ne jî îdarî negirtiye û ji wezîfeyê jî nehatiye girtin û got ku piştî biryara DMME'ê parêzerên kesên ji sûce zirar ditîne serî li Midûriyeta Giştî ya Komarê ya Amedê dan û daxwaz kirin ku lêpirsîn ji nû ve bê vekirin. Kerem Altiparmak diyar kir ku piştî 15’ê Tîrmehê ji kar dûrxistina hemû endamên darazê yên ji bo girtina bûyerê deng dane û ya girîng jî bûne mijara lêpirsîna sûc, ji bo bûyer ji nû ve bê lêkolînkirin delîlên terker pêk tîne.
“Parêzeran ji nû ve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan” 
Kerem Altiparmak der barê pêvajoyê de piştî serlêdana malbatan van agahiyan parve kir: “Serlêdan pêşî ji Qilebanê re, piştre ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hatiye şandin. Serlêdana ku di sala 2019’an de hatibû kirin, di sala 2021’ê de bi hinceta ku der barê bûyera şênber de ji ber giliyên parêzerên miştekî beriya niha biryara neşopandinê hatibû dayîn, delîlên nû tune ne ku ji nû ve lêpirsînê pêwîst bike, hat redkirin. Li dijî vê biryarê îtîraz li Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Şirnexê hat kirin û ev serlêdan jî di Nîsana 2021’an de bi biryara tekez ya dadgerê navborî hat redkirin. Li hemberî vê biryara dawî jî, serlêdana nû ya Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin û hat îdiakirin ku delîlên nû ewqas giring in ku pêwîst dike dewlet ji bo parastina mafê jiyanê lêpirsîneke nû veke. Ev serlêdan hê jî li Dadgeha Destûra Bingehîn derdest e. Derfeta Dadgeha Destûra Bingehîn heye ku piştî deh salan pêşî li vê neheqiya mezin bigire.”
Xilas…