Ji pênûsa Nagîhan Akarsel: Dengê arkaîk a serdemê: Jin

Pêdiviya me bi dengekî ku serdemê ber bi herikîna hest û ramanê ve bibe heye... Bi qasî ku kevn û arkaîk be, dengekî ku behsa niha bike...

NAGÎHAN AKARSEL

Pêdiviya me bi dengekî ku serdemê ber bi herikîna hest û ramanê ve bibe heye... Bi qasî ku kevn û arkaîk be, dengekî ku behsa niha bike... Gotinek ku bi me bide hîskirin em di vê gerdûnê de tenê nîn in, enerjiya me zêde bike. Pêdiviya me bi gotineke ku hestan ji ramanê, ruh ji aqil, şiyariyê ji zanînê, madeyê ji enerjiyê, jiyanê ji mirinê, ronahiyê ji tarîtiyê, felsefeyê ji sosyolojiyê venaqetîne heye.

Dibe ku pêdivî bi mantraya ku agahiya gihîştina zanînê pê hebe. Mantra gotineke Hindî ya ku tê wateya newayên ku bi helbestan tên dubarekirin.“Man” zihin, “tra” tê wateya serbestberdanê. Gotina Mantra tê serbest berdana zîhîn.

Li Hewremanê şeva Newrozê ya ku şev û roj dibin yek, her kes bi meşaleya di destên xwe de li çiyayên herî bilind li newalên kûr olan dide... Di dema ku Mecnûn û Leyla nêzî hev dibin de dengê ku diherike. Pêdiviya me bi efsûneke wiha heye. Ev dengê hêza jiyanê ya ku vediguhere orkestrayên hezar dengî.

Di pergalên baweriya Hînduîzm û Hindistanê de ev deng dibe “Om”  Om tê wateya “Dengê cîhanê.” Wateya wê tora têkiliyan e. “Om mani padme hun” wateya wê “Mucewhera di nava kulîlka lotusê de” ye. Têkiliya wê ya bi pêşketina zanabûnê re hêjayî lêkolînê ye.

Di yek ji Upanisadên Hinduizmê ya ku ji metnên pîroz der hatiye li ser Mandukya Upanishad dengê Om wiha tê gotin: “Om, gotinek nemir ku xirab nabe ye. Om gerdûn e û ev pêşkêşkirina Omê ye. Paşeroj, niha û her tişta ku di demên li pêş de bibe Om e. Di heman demê her tişta di ser demê de Om e.”

“Hemû olên yekxwedayî dibêjin berê gotin hebû.” Îslamiyet dibêje “kun” an jî “bibe” û vî dengî wekî hêz û qudretê tefsîr dike. Tewrat, bi gotina “Bide jiyîn” dest pê dike. Zebûr, bi “Durustuyê.” Încîl bi “Hezkirinê” Qur’an bi “Bixwîne” dest pê dike.

Di felsefeyê ev, Daimon, dibin dengê ku behsa Sokrates dikin dibin Diotima. Li Delphî Apollon li ber deriyê peresgeha xwe nivîsa “Xwe bizanibe” dinivîsîne. Zerdeşt dema ku ji çiyayên Zagrosê deng dibihîse bi gotinên “Tu kî yî” bersivê dide. Felfeseya Zerdeşt ji vê cehwerê xwedî dibe.

Yan jî gotina Eflatun a ku wekî veguherîna îdiayan a zanînê ku wateya wê ya Înglîzî recorder e. Di Latînî de ku tê wateya re-cordis, di Înglîzî de recorder e. Re-cordis tê wateya “Bîrhatin” û “Ketina nava dil” di heman wateyê de ye. Recorder jî zanîneke di dil de têkiliya yekem a ku ji cerebe û çavdêriyan serbixwe ye. Diyalektîka Hegel “aufheben” bi gotinê xwe deşîfre dike. Hegel herî zêde ji vî gotinê hez dike. “Aufheben” hem tê wateya “veşartin” hem jî “jêbirinê.”

Deng dibe gotin. Gotin jiyandar dibe. Têkiliya bi gerdûnê re di efsûna vî dengî de di çandên cuda de, bi awayên cuda lêgerîna xwe ya wateyê didomîne. Deng, sembol, kevneşopî, çand, di hebûna di demê û yekbûna tunebûnê de xwe li wateya kombûyî dipêçin. Hebûna mirov, bi hebûna gerdûnê re digre dest. Ya girîng, dem wate ye, cehwer azadî ye, di yekbûna serdem û nûjenbûnê de em cudabûna xwe mezin bikin.

Tehekum cudabûna me birîndar dike

Ev deng, ji Sumeram heta roja me hatine. Ji serdema Mesîh heta serdema derketina asîman, di bin siya tehekumê de dimîne. Dîroka qeydkirî, hînbûn û jiyanê ji hev bediqetîne. Dualîzm temamkirina hev nîn e, li gorî tunekirina hev hatiye diyarkirin. Tekiliya me ya bi jiyanê re ji hewldana famkirinê zêdetir ber bi tehekumê ve diçe. Ne famkirin, tehekum esas tê girtin. Zanîn û wate ji hev cuda tên bicihkirin. Di serdema zanîstê de têkçûna wateyê tê jiyîn lê ev yek nawê wateya ku dê bi zanistê re têkiliyeke watedar neyê danîn. Hayjêbûna têkçûna wateyê dibe mifteya têkiliya baş a bi zanistê re. Ev yek jî bi avakirina pireke di navbera felsefe û sosyolojiyê de pêkan e.

Lewre di serdema me de têkliya felsefeyê bi sosyolojiyê re nemaye. Sosyolojiya Rojava xwe kiriye navenda hemû erdnîgarî û çandan. Behsa “Sosyolojiya Rojhilat nayê kirin.” Weke di her tiştî de, di sosyolojiyê de jî feraseteke ku navenda wê Rojava ye derdikeve holê. Ger di mîtolojiyê de em bigihîjin şopên gerdûna ku hê zindî ye jî; hebûn hewaleyê hêzên mezin tê kirin. Di olê de pîvana tevgera yekem Xweda ye. Di zanistên pozîtîf de, bi diyarkirineke bênavber û nêzîkahiyeke xwedî xeteke seranser, wate dibe duqat. Li ba nêzîkahiya bi navenda Rojava, feraseteke ku navenda wê mirov e tê bicihkirin û hemû têkilî li gorî tehekumê tên diyarkirin. Ev yek bi pozîtîvîzmê re digihîje teqezbûnê. Teqeziya daneyên ku zanistê bi dest xistine, rastî û mafdariya wan tê parastin. Navê versiyona zanîstî ya nû ya dogmatîzmê dibe pozîtîvîzm. Feraseteke ku mirov ji hemû gerdûnê vediqetîne û dike serdestê her tiştî tê pêşxistin. Bi nêzîkahiyeke eklektîk wate ji hev belav dibe û her perçeyek wê dibe qadeke nû ya desthilatdariyê. Pozîtîvîzm dibe yek ji hevkarên yekperest ên bilindbûna hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst. Heqîqeta mutleq, pêşketina bêdawî, subjebûyîn, ne wekî rastiyên bingehîn ên zanîstê, wekî yên zanistperestiyê tên îlankirin.

Zanisteke ji exqal û polîtîkayê dûr ku jiyana civakî tehdît dike, cîhana sanal rast dibîne, ji bo bigihîje armancê her rêbazê ji bo xwe helal dibîne tê pêşxistin. Di serdema herî pêşketî ya zanistê de jiyan ket rewşeke ku nayê naskirin û li Hîroşîma, Nagazakî, Helebce, Çernobîlê birîndar dibe. Wekî ku Edmund Husserl behs dike, krîza zanistê weke rastiyeke mutleq bi nêzîkahiyeke ku xwe bi dogmatîzmê re yek dibîne çavkaniya xwe digre. Bendên ku di navbera zanistên beşerî û yên xwezayî de tên çêkirin; dibin sedemeke din a vê krîzê. Edmund Husserl diyar dike ku ne tenê obejebûyîn ne jî kirdebûyîn nikarin ji bo pîvanê werin nirxandin û dide zanîn ku dema ku bi têkiliya di navbera wan de were tevgerkirin dê ber bi rastiyê ve biçe. Hannah Arendt bal dikşîne ku hemû kesên ku li derdora maseya gilover rûniştine dikarin objeyê ji aliyê xwe ve bibînin. Her kes aliyek wê dibîne û bi hevparbûna wan re rastî derdikeve holê. Dîsa li dijî feraseta pozîtîvîzmê ya ku her tiştî perçe dike, têkiliya wan a bi hev re ji aliyê gelek ramanweran ve bal tê kişandin.

Dengê qedîm ê serdemê: Jin

Em piştî van yekan hinek newêrek hinek jî bi fikar rastî gotina “Jin” tên. Beriya ku em bikevin nava şîroveyên îdealîst an jî materyalîst em îdia dikin ku vê gotina ku bi awayê xwezayî behsa jiyanê dike, di nava xwe de zanîna demê digre. Lewre ev gotin, têkilî ahenga ku li rûyê erdê xirab bûye dibe. Dibêje ku mêtinkariya li ser jin û jiyanê bi girêdaneke diyalektîk bi hev re ne û agahî dide ku ev mêtinkarî ne ji demê der nîn e.

Em ji vê derê derdikevin rê, di yekbûna ruhî û ramanî ya cîhana xwe de dikevin pey şopa rastiyê. Em zanista vê gotinê dikin. Jineolojî bi peyva xwe ya efsûnî vê cesaretê dide me. Ji ‘Jin’ xwedî dibe. Gotineke ku ji me re dibêje em kî ne ye. Ji me re hem gotinên ku em nizanin dibêje hem jî yên ku me cihên wan winda kirine dibêje. Jineolojî ji ber ku xwe dispêre dengê ji dil  “jin” di bêhna axê de, di rehên civakê de, di ahenga jiyanê de, li zanîn û rêbazên wê digere. Di vê pênaseya zanista xwedî wate de, gav bi gav dengê jinan bilind dibe, jiyanê hembêz dikin, xwe dispêre civakê, xwezayê keşif dike û digihîje naskirina gerdûnê. Ji Meksîkayê heta Tûnisê, ji Şîliyê heta Kurdistanê, ji Emerîkayê heta Arjantînê, jinên ku di her warê jiyanê de dengê xwe bilind dikin, di vê riyê de bi pêş dikevin.

Di riya zanista Jin de, famkirina jin, ji ber vê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Famkirina jinê ew e ku tu bikaribî tiştê difikirî bibêjî, tiştê dibêjî bikî, serpêhatiyên erdnîgariyên ku ruhê mirov zindî dikin bizanibî. Yek ji van serpêhatiyan jî li çiyayên Zagrosê yên ku ne Îskender ne Tîmur, ne Ereb ne jî Fars nikaribûne jê derbas bibin tê jiyîn. Ev yek ji vegotina rastiya Mizgîn Ronahî û Nînhursag ên li Zagrosan hev dîtine, ji famkirina yekbûna ruhî û ramanî derbas dibe. Ev serpêhatiya çiyayên ku bi kirina tiştên dibêjin hîs dikin, ên hîs dikin dibêjin û yên dibêjin dikin re ji nû ve zindî bûne ye lewre serpêhatiya wan e. Ev çîrok, ya jin û zanista wê Jineolojî ye. Ev çîrok li ser kokên xwe, li axên Mezopotamyayê zindî dibe. Ev çîrok bi gotina Abdullah Ocalan “Ev ez im” me dihejîne. “Ez ez im. Ez mirov im, bi qasî ku bi zanistî hatiye şîrovekirin, ez bawer dikim ku ji aliyê demê ve herî kêm teqîna ku tê îdiakirin beriya 15 milyar salî çêbûye (bîg-bang) ve heta niha, belavî hemû gerdûnê bûye ye. Ez vê hîs dikim û dizanim. Di vî wateyê de xwezanîn, bi zanîna hemû gerdûnê re yek e.” Belê dengê kevin ê qedîm ku pêdiviya me pê heye jin e. “Jin” di Kurdî de hem tê wateya jiyanê hem jî jinê. Jin dingê jin û jiyanê ye. Gotinên jin û jiyan, wekî di Kurdî de, di etîmolojiya gelek zimanan de nêzî hev in. Mînak di Hurrî de “aşt” an jî “asta”, di Sumerî de “nita” an jî “tî”, di Dimilkî de “cinî” an jî “ciwî”, di Soranî de, “afratan” an jî “giyan”, di Hawramî’de “jenî” û “jîwa”, di Farsî de “Zen” û “zendegî”, di Yunanî de “gyno” û “bio”, di Rusî de “zhenshchina” û “zhizn”, di Almanî de “frau” û “leben”, di Erebî de “mer’e” û “aiş, hayat” e. Ji aliyê etîmolojîk ve di navbera gotinan de hebûna girêdaneke ku aliyê wan ê hilberîner, afrîner û pîroz yek in balê dikşîne. Formula “jin jiyan azadî” behsa girêdana xwezaya jinan a bi azadiya re çawa dikare wateyê bide jiyanê dike. Dibe raza jiyanê û ev formul ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham û li ser vê yekê jî divê mirov baş bisekine.

Gotina jin, li dijî mêtinkariya ku koletiyê ferz dike, hînbûyînan ber bi neçariyê ve dibe, azadiyê di xeyalên zewacê de dibîne banga zanîna hebûnê li jinan dike. Li dijî jirêderketinên ontolojîk ên ku bi efsaneyên bedenî behsa lanetê dike, bi pirtûkên pîroz behsa gunehan, bi referansên fîlozofan kontrol dike, bi navbeynkariya zanistê ber bi makînebûyînê ve dibe, bi reklaman wan dixe asta kar, têdikoşe. Dema ku li van rewşên wiha haydar dibe û dest bi têkoşînê dike jî, ji zîguratan, ber bi qesrên spî ve her dem bi rêbazên şerê taybet û derûnî yê bi bandor re rûbirû dimîne. Li dijî vê yekê dikeve avakirina lêgerîna hêza xwe ya cewherî, zanîn û zanabûnê. Li dijî biyanîbûnê, dizane ku divê bigihîje xwebûnê. Dema ku li vê yekê haydar dibe, di heman demê de li dijî biyanîbûnê, zanabûna xwe dixe tevgerê. Ev yek li dijî pergala serdest a ku zanîna jiyanê bênirx dike, dikeve merheleya hişyariyê. Bi zêdebûna zanîna xwe, haydar dibe ku zanîna wê hêja ye.

Şaristaniya dewletî wek ontolojîk di xwezaya jinan de koletiyê bi hev ve girêdayî, ji aliyê civakî, derûnî û biyolojîk ve ava dike. Vê yekê li ser ruhê me aqilê me û guherînên me yên xwezayî dike lewre vê şaristaniyê, biyanîbûnê nûjenî, metabûyînê azadî, guherîna xwezayî weke guneh, şerm û tabuyan pêşkêş dike. Regl a ku avabûna gerdûnê di bedena me de bi me dide hîskirin, ‘girêdana herî nazik a bi xwezayê re’ ye; weke nexweşî, guneh, sûc, şerm tê nîşandan. Halbukî guherîna heyvê di Latînî de tê wateya “menestration”, di Soranî de “surî mangane”, di Tirkî de “Aybaşi”, di Erebî de “devreyi şar”, di Kurmancî de, “Heyvik.” Rewşeke pîroz e lê bi şaristaniyê re vediguhere nexweşiyek ku em hewl didin veşêrin. Xirabdîtina vê enerjiya jiyanê ya ku bi guherîna heyvê û ajdana kulîlkan re wekhev e; êrîşa herî profesyonel a li dijî pîroziya mirov e. Tişta pîroz vediguhere lanetê. Qada şerê pîrozî û lanetê bedena me ye. Ev ji aliyê biyolojîk ve texrîbatê li ser enerjî û cîhana me ya hestan dike. Pêvajoyên me yên herî berhemdar tên dagirkirin. Bi îdiaya bêpariya ji azadiyê, çanda koletiyê, ji ser bedena me dest pê dike, heta ruhê me, aqilê me bi gelek rêbazan zirarê dide.

Xwezaya me ya ku bi rêzdariya hilatina rojê dest bi sibehê dike, li bin erdê mar, li rûyê erdê jiyanê, li asîman wateyê dide qulingê û pîroz e tê texrîbkirin. Di yekbûna hest û ramanan de, nasnameya xwedawend a ku hevriya xwezayê ye, bi kehanet û pêşdîtinên xwe pêşengiyê di jiyanê de dike, herî zêde di van serdeman de derdikeve pêşberî me. Riena Eisler di pirtûka xwe ya bi navê Kadeh û Şûr de behsa dîroka ku em bi kadehê bi hev ve û hemû tiştên gerdûnê re hatine girêdan dike, bi şûr re jî behsa dîroka veqetîna ji vê yekê dike. Di pirtûkê de dibêje ku zindîkirina çanda xwedawendiyê, tê wateya zindîkirina kevneşopiya manewî. Bi qasî ji nû ve zayînê sembola xwedawendiyê ya ku ronîbûna mirov e, ne sembola têkiliyên mirovan ên ku xwe dispêrin mirinê, sembola çanda ku xwe dispêre jiyanê ye. Guherîna manewî, bi ahenga xwezayê re, xwedî zanîna lêgerîn û famkirina jiyanê ye. Di vê guherînê de, bi zanîna jin, formula ronîbûnê “jin jiyan azadî” ye. Lewre jin bi zanîna xwe ji têkiliyên tehekumkar ên li ser jiyanê hatine avakirin haydar dibe.

Ji Çatalhoyukê heta Çayonuyê, ji Girê Xirabreşkê heta Karahantepeyê gelek daneyên arkeolojîk vê behsa vê pîrozî û yekbûna bi xwezayê re dikin. Di sembolê de hêza jiyana kolektîf a teyrê quling û rastiya wê ya tenê hevjînek derdikeve pêşiya me. Peykerên ku di destên wan de gopalên marên bi bask hene, xuya ye ku agahiyên li ser erdê, bin erdê û asîman didin me. Ev wate di gelek efsaneyan de derdikevin pêşiya me. Weka ku gerdûna mezin di gerdûna biçûk de pênaseya xwe dibîne.

Sibê berdewamiya dê bi sernava ‘Bîrekî ku bi qasî xwe dispêre rihên xwe ji herikandinê bawer dike’ cih bigre.